Em yek ji fermandarên hêza me Yaşar Berçelan ku; di demên herî girîng a dîrokê têkoşîna Kurd de li kêleka gelê Rojavayê Kurdistanê cih girt û gelê me ji êrîşên xeternak yên DAIŞ’ê parast û roleke serekê lîst. Rêhevalê me Yaşar, di dîroka 13.11.2024’an de li Helebê di êrişeke hewayî ya dewleta dagriker Tirk de gihaşt asta şehadetê bi rêzdarî bîr tînin.
Di qonaxên herî girîng ku tevahî herêma Rojhilata Navîn, bi taybet jî li Sûriyê geşedanên ku rojane diqewimîn bi xwe re erkên parastina cewherî dianî. Komên terorîst ên DAIŞ’ê ku herêm tevahî kiribû armanca êrîşên xwe, bi taybet li Sûrî û Iraqê hewldana xwe firehkirinê raber dikir. Hêzên me YPG û YPJ ku tevahî mirovahî ji xeteriya DAIŞ’ê diparast, ev erka dîrokî girt li ser milên xwe û weke hêza sereke ya li dijî DAIŞ’ê derket dîka dîrokê.
Bi êrîşên ku ji dagirkirina Musilê û şûnde ya li ser Rojavayê Kurdistanê û Şengalê destpêkir, di nav derfetên kêm de; bi xwe re berxwedaniyeke bêhempa anî. Rêheval Yaşar Berçelan, bi salên dirêj li seranserê çiyayên Kurdistanê ji şervantî heta fermandartiya xwe ezmûnên mezin yên şer bidest xistibû. Bi taybet êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê ve, Fermandar Yaşar berê xwe da Rojavayê Kurdistanê daku ew êrîşên qirkirinê tevî rêhevalên xwe bide rawestandin.
Ji bo rizgarkirina gelê me yê Êzîdî, vekirina korîdereke mirovî, bo YPG û YPJ’ê him erkeke netewî û him jî weke erkeke mirovî derket pêş. Rêheval Yaşar, di vekirina korîdora Şengalê de bi rola fermandekirina hêza YPG-YPJ ve rabû û di vî şerî de roleke mezin lîst. Bi van êrîşan ve girêdayî, êrîşên li ser eniyên Rebîaa-Til Koçer û Ceza’a de, Rêheval Yaşar wekî Fermandarê Qadê bi kordînekirina şer ve ango ji ew berxwedaniyên dîrokî re fermandartî kir. Di cihên pêwîst de wek şervanekî di eniyên herî pêş de cih girt û di vê qonaxa dîrokî de bi vîneke mezin li kêleka rêhevalên xwe sekinî.
Pêngavên rizgarkirina herêmê ji tarîtiya DAIŞ’ê de Rêheval Yaşar cardin bi berpirsiyartiya xwe ya şoreşgerî û fermandartiya xwe ya wêrek ve; di pêngavên rizgarkirina bajarên Til Hemîs-Til Berak, Hol û tevahî Başûrê Hesekê û Minbicê de wekî kordîneya pêngavê, navê xwe li dîroka têkoşîna azadiyê a mirovahî de nivîsand.
Rêheval Yaşar, di nav hêzên me de, her tim bû çavkaniya bawerî, coş û peroşê. Salên dirêj di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de; perwerdekirina şervanan ji bo xwe her tim wek xebata herî sereke bo dît û li gorî wê jî tevgeriya. Bi ruhê şoreşgertiya welat ve daneheva jiyanî ku salên dirêj di têkoşîna azadiya gelê Kurd de bidest xistiye, di kesayeta xwe de şênber kir û ev kesayet her tim ji bo me bûye mînak. Ezmûnên şer yên ku fermandarê wêrek Rêheval Yaşar jiyabû, êdî di warê taktîkên şer de Ew kiribû pisporekî şer ku karibe li gorî ruhê demê tevbigere. Ev taktîkên şer, her tim ji bo şervan û rêhevalên Wî dibû mijareke parvekirin û perwerdeyê.
Ji çiyayên Kurdistanê heta bi Şengal û Rojavayê Kurdistanê, nûnertiya welatparêzî û çanda qadîm a gelê Botanê dikir. Rêheval Yaşar di tevahî civata rêhevalên xwe de; bi dilnizmiya xwe ve dihate nasîn û kesayeta xwe ya fedekar dikir para wê civatê. Bi têgihiştina ku mirov bi kedê ava dibe, ji bo her rêhevalekî/e xwe ked dida ango kedkariya Wî li pêşiya her tiştî bû. Rêheval Yaşar têkîliyekî wiha ku him bi xwezayê re û him jî bi rêhevalên xwe re ji dil çêdikir ku dihişt ew têkîlî bibe mîrateyeke ji hemû rêhevalan re. Xwedî cewhereke paqij, resen û girêdayî nirxên pîroz bû.
Rêheval Yaşar Berçelan, di nava xebatên têkoşîna azadiyê de, bê rawestan; senger bi senger di cengên herî dijwar de bêdudilî pêşengtiya şer kir. Di tevahî kêliyên jiyana xwe de; ji gelê xwe re ji bo karibe hîn bêhtir xizmetê bike xwe tevlî xebatan kir. Ji gelê xwe hez kir û di oxira xizmetkirina ji gelê xwe re bi hemû şaneyên laşê xwe ve tevgeriya. Ev girêdana Rêheval Yaşar bi gel re, di şêwazê têkîliyên Wî yên bi gel re jî xwe dida der. Ji dayikeke temen mezin heta bi zarokê di pêçekê de ji bo Wî sedema girêdana bi têkoşînê re bû. Bi her ferdekî civakê re wekî rêhevalekî nêz bû û bi rêzdarî nêzî mirovên li hawirdora xwe dibû.