es
Feedback
YPG Press Office

YPG Press Office

Ir al canal en Telegram

Official Telegram account for People's Protection Units. For regular updates X https://x.com/ypginfo Instagram https://www.instagram.com/ypg_info YouTube https://youtube.com/@ypginfo Facebook https://facebook.com/ypginfo

Mostrar más

📈 Análisis del canal de Telegram YPG Press Office

El canal YPG Press Office (@ypginfo) en el segmento lingüístico de Kurdo es un actor destacado. Actualmente la comunidad reúne a 13 761 suscriptores, ocupando la posición 14 816 en la categoría Noticias y medios y el puesto 637 en la región Siria.

📊 Métricas de audiencia y dinámica

Desde su creación el невідомо, el proyecto ha mostrado un crecimiento acelerado, reuniendo a 13 761 suscriptores.

Según los últimos datos del 20 septiembre, 2026, el canal mantiene una actividad estable. En los últimos 30 días la variación de miembros fue de -488, y en las últimas 24 horas de -14, conservando un alto alcance.

  • Estado de verificación: No verificado
  • Tasa de interacción (ER): El promedio de interacción de la audiencia es 22.86%. Durante las primeras 24 horas tras publicar, el contenido suele obtener 9.41% de reacciones respecto al total de suscriptores.
  • Alcance de las publicaciones: Cada publicación recibe en promedio 3 148 visualizaciones. En el primer día suele acumular 1 296 visualizaciones.
  • Reacciones e interacción: La audiencia responde de forma activa: el promedio de reacciones por publicación es 0.

📝 Descripción y política de contenido

El autor describe el recurso como un espacio para expresar opiniones subjetivas:
Official Telegram account for People's Protection Units. For regular updates X https://x.com/ypginfo Instagram https://www.instagram.com/ypg_info YouTube https://youtube.com/@ypginfo Facebook https://facebook.com/ypginfo

Gracias a la alta frecuencia de actualizaciones (últimos datos recibidos el 21 septiembre, 2026), el canal mantiene la vigencia y un amplio alcance. La analítica demuestra que la audiencia interactúa activamente con el contenido, lo que lo convierte en un punto de referencia dentro de la categoría Noticias y medios.

13 761
Suscriptores
-1424 horas
-1177 días
-48830 días
Archivo de publicaciones
Şoreşgerê Welat û Fermandarê Wêrek Rêheval Yaşar Berçelan HD DÎMEN: https://www.youtube.com/watch?v=sPpzYMYcv4k

Şoreşgerê Welat û Fermandarê Wêrek Rêheval Yaşar Berçelan HD DÎMEN: https://www.youtube.com/watch?v=T6_ZwE0_YYc

photo content
+9

photo content
+9

photo content
+9

photo content
+3

Nasnav: Yaşar Berçelan Nav û Paşnav: Aydin Elmas Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg Navê Dayikê: Zelîha Navê Bav: Hasan Cih û Dîroka
Nasnav: Yaşar Berçelan Nav û Paşnav: Aydin Elmas Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg Navê Dayikê: Zelîha Navê Bav: Hasan Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb - 13.11.2024

Rêheval Yaşar, taybetmendiyên kesayeta şoreşger her gav di xwe de dida jiyandin. Di nava refên azadiyê de ji wan şerên ku jê re pêşengtî dikir, çend caran birîndar bû. Lê ev birîndariyên heyî her çiqas di laşên Wî şop hiştibin jî, ev ji bo Rêheval Yaşar nebû sedemeke ku; xwe ji têkoşînê paş de bihêle. Her wiha di êrîşên DAIŞ’ê yên li ser xeta Kerkuk-Maxmurê de jî Rêheval Yaşar di berxwedaniya ji wir re pêşengtî kir û cardin birîndar bû. Ruxmî pêwîstiya xwe bi dermankirinên demdirêj hebû jî vê yekê nepejirand û di ji bo azadiya gelê xwe her dem pêşengtiya bêqisûr kir Rêheval Yaşar, her çiqas fermandarekî şer bû ewqas jî şervanek jîr û bi pîvan bû. Ji bo her devera ku kar û barên şoreşgerî lê heyê; xwe ji tevahî erkan re amade dikir. Bi berpirsiyartiyeke xwezayî ku ji şoreşgertiya xwe ve kiribû para kesayeta xwe, di ber hemû erkên şoreşê de xwe berpirsiyar didît. Bi têgihiştina ku ‘’erka biçûk yan a mezin nîne, tevahî erk di ber xizmeta gel û şoreşê de ne” nêzî erkên ku jê re dihat re nêz dibû. Rêheval Yaşar, bi feraseta şoreşgeriya yekpare xwest kesayeta xwe ava kir û li gorî wê jiya. Barê azadiya welat hilgirt li ser milê xwe û ti caran newestiya ango westandin di ferhenga jiyana Wî de nebû. Şoreşgerê welat û fermandarê wêrek, herî dawî li herêma Helebê bi erka fermandarê herêmê xebat dimeşand. Di van xebatên xwe yên li Helebê de jî bi heman pîvan û rêgezan tevgeriya. Di dîroka 13.11.2024’an de dema li ser erka xwe bû, di encama êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker ve li Helebê gihaşt asta şehadetê. Em wekî Fermandariya YPG, ji malbata hêja û welatparêz ya Rêheval Yaşar Berçelan, rêhevalên Wî û tevahî gelên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Soza xwe ya rêhevalî didin ku xeyal û armanca şehîdên xwe pêk bînin. Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) 07.09.2026

Em yek ji fermandarên hêza me Yaşar Berçelan ku; di demên herî girîng a dîrokê têkoşîna Kurd de li kêleka gelê Rojavayê Kurdistanê cih girt û gelê me ji êrîşên xeternak yên DAIŞ’ê parast û roleke serekê lîst. Rêhevalê me Yaşar, di dîroka 13.11.2024’an de li Helebê di êrişeke hewayî ya dewleta dagriker Tirk de gihaşt asta şehadetê bi rêzdarî bîr tînin. Di qonaxên herî girîng ku tevahî herêma Rojhilata Navîn, bi taybet jî li Sûriyê geşedanên ku rojane diqewimîn bi xwe re erkên parastina cewherî dianî. Komên terorîst ên DAIŞ’ê ku herêm tevahî kiribû armanca êrîşên xwe, bi taybet li Sûrî û Iraqê hewldana xwe firehkirinê raber dikir. Hêzên me YPG û YPJ ku tevahî mirovahî ji xeteriya DAIŞ’ê diparast, ev erka dîrokî girt li ser milên xwe û weke hêza sereke ya li dijî DAIŞ’ê derket dîka dîrokê. Bi êrîşên ku ji dagirkirina Musilê û şûnde ya li ser Rojavayê Kurdistanê û Şengalê destpêkir, di nav derfetên kêm de; bi xwe re berxwedaniyeke bêhempa anî. Rêheval Yaşar Berçelan, bi salên dirêj li seranserê çiyayên Kurdistanê ji şervantî heta fermandartiya xwe ezmûnên mezin yên şer bidest xistibû. Bi taybet êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê ve, Fermandar Yaşar berê xwe da Rojavayê Kurdistanê daku ew êrîşên qirkirinê tevî rêhevalên xwe bide rawestandin. Ji bo rizgarkirina gelê me yê Êzîdî, vekirina korîdereke mirovî, bo YPG û YPJ’ê him erkeke netewî û him jî weke erkeke mirovî derket pêş. Rêheval Yaşar, di vekirina korîdora Şengalê de bi rola fermandekirina hêza YPG-YPJ ve rabû û di vî şerî de roleke mezin lîst. Bi van êrîşan ve girêdayî, êrîşên li ser eniyên Rebîaa-Til Koçer û Ceza’a de, Rêheval Yaşar wekî Fermandarê Qadê bi kordînekirina şer ve ango ji ew berxwedaniyên dîrokî re fermandartî kir. Di cihên pêwîst de wek şervanekî di eniyên herî pêş de cih girt û di vê qonaxa dîrokî de bi vîneke mezin li kêleka rêhevalên xwe sekinî. Pêngavên rizgarkirina herêmê ji tarîtiya DAIŞ’ê de Rêheval Yaşar cardin bi berpirsiyartiya xwe ya şoreşgerî û fermandartiya xwe ya wêrek ve; di pêngavên rizgarkirina bajarên Til Hemîs-Til Berak, Hol û tevahî Başûrê Hesekê û Minbicê de wekî kordîneya pêngavê, navê xwe li dîroka têkoşîna azadiyê a mirovahî de nivîsand. Rêheval Yaşar, di nav hêzên me de, her tim bû çavkaniya bawerî, coş û peroşê. Salên dirêj di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de; perwerdekirina şervanan ji bo xwe her tim wek xebata herî sereke bo dît û li gorî wê jî tevgeriya. Bi ruhê şoreşgertiya welat ve daneheva jiyanî ku salên dirêj di têkoşîna azadiya gelê Kurd de bidest xistiye, di kesayeta xwe de şênber kir û ev kesayet her tim ji bo me bûye mînak. Ezmûnên şer yên ku fermandarê wêrek Rêheval Yaşar jiyabû, êdî di warê taktîkên şer de Ew kiribû pisporekî şer ku karibe li gorî ruhê demê tevbigere. Ev taktîkên şer, her tim ji bo şervan û rêhevalên Wî dibû mijareke parvekirin û perwerdeyê. Ji çiyayên Kurdistanê heta bi Şengal û Rojavayê Kurdistanê, nûnertiya welatparêzî û çanda qadîm a gelê Botanê dikir. Rêheval Yaşar di tevahî civata rêhevalên xwe de; bi dilnizmiya xwe ve dihate nasîn û kesayeta xwe ya fedekar dikir para wê civatê. Bi têgihiştina ku mirov bi kedê ava dibe, ji bo her rêhevalekî/e xwe ked dida ango kedkariya Wî li pêşiya her tiştî bû. Rêheval Yaşar têkîliyekî wiha ku him bi xwezayê re û him jî bi rêhevalên xwe re ji dil çêdikir ku dihişt ew têkîlî bibe mîrateyeke ji hemû rêhevalan re. Xwedî cewhereke paqij, resen û girêdayî nirxên pîroz bû. Rêheval Yaşar Berçelan, di nava xebatên têkoşîna azadiyê de, bê rawestan; senger bi senger di cengên herî dijwar de bêdudilî pêşengtiya şer kir. Di tevahî kêliyên jiyana xwe de; ji gelê xwe re ji bo karibe hîn bêhtir xizmetê bike xwe tevlî xebatan kir. Ji gelê xwe hez kir û di oxira xizmetkirina ji gelê xwe re bi hemû şaneyên laşê xwe ve tevgeriya. Ev girêdana Rêheval Yaşar bi gel re, di şêwazê têkîliyên Wî yên bi gel re jî xwe dida der. Ji dayikeke temen mezin heta bi zarokê di pêçekê de ji bo Wî sedema girêdana bi têkoşînê re bû. Bi her ferdekî civakê re wekî rêhevalekî nêz bû û bi rêzdarî nêzî mirovên li hawirdora xwe dibû.

Em Şoreşgerê Welat û Fermandarê Wêrek Rêheval Yaşar Berçelan Bi Bîr Tînin
Em Şoreşgerê Welat û Fermandarê Wêrek Rêheval Yaşar Berçelan Bi Bîr Tînin

19’ê Tîrmehê Pîroz Be

Ji Bo Bîranîna Şehîd Şoreş Andok

Ji Bo Bîranîna Şehîd Têkoşer Amed

photo content
+2

Nav û Paşnav: Mücahit Ayten Nasnav: Şoreş Andok Navê Dayik û Bav: Feryaz-Mustafa Dîroka Jidayikbûnê: 04.05.1997 Dîroka Şehade
Nav û Paşnav: Mücahit Ayten Nasnav: Şoreş Andok Navê Dayik û Bav: Feryaz-Mustafa Dîroka Jidayikbûnê: 04.05.1997 Dîroka Şehadetê: 25.10.2021

photo content
+2

Nav û Paşnav: Muharem Kurt Nasnav: Têkoşer Amed Navê Dayik û Bav: Ayşe-Mehmet Dîroka Jidayikbûnê: 01.01.1979 Dîroka Şehadetê:
Nav û Paşnav: Muharem Kurt Nasnav: Têkoşer Amed Navê Dayik û Bav: Ayşe-Mehmet Dîroka Jidayikbûnê: 01.01.1979 Dîroka Şehadetê: 17.11.2021

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re! Şoreşa Rojava, şoreşeke gel e ku bi bedelên giran hatiye afirandin. Ji çar beşên Kurdistanê jin û xortên çeleng beşdarî têkoşîna li Rojava bûn. Hevalê Şoreş û Hevalê Têkoşer jî di sal û cihên cûda de beşdarî têkoşîna azadiya Kurdistanê bûne û di şoreşa Rojava de pêşengiya gelê xwe kirine. Hevalê Têkoşer di encama nexweşiyê û hevalê Şoreş jî di encama qezayekê di dîrok û cihên cûda de gihaştine şehadetê. Ji ber şehadeta hevalên xwe, em sersaxiyê ji gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê û ji herdû malbatên xwe re dixwazin. Hevalê Têkoşer Amed, li Amedê jidayik bûye û ji eşîra Omeriyan e. Salên dirêj di nav ciwanên şoreşger de xebatan dimeşîne. Ji ber vê jî 5 caran tê binçavkirin. Tevî komek hevalên xwe li ser navê ‘Mertalên Zindî’ di sala 2005’an de tevlî Tevgera Azadiyê dibe. Bi salan li çiyayên Kurdistanê têdikoşe û ji lingê xwe ve birîndar dibe. Bi êrîşên DAIŞ’ê yên bi ser gelê Rojava de, di sala 2014’an berê xwe dide Rojava û ji destpêka şerê Kobanê heta rizgarkirina gundewarên Kobanê di pêngavan de dimîne û pêşengiya şer dike. Hevalê Têkoşer Amed, li cihê lê dima pir dihat hezkirin, şerker bû, bi her hevalekî/ê re li hev dikir û xwedî sekneke rêxistinî ya gihaştî bû. Bi coş û moral li seranserê herêmên Rojava û Bakur-Rojhilatê Suriyê xebatan meşandiye. Gelê me yê Efrînê piştî sala 2018’an ji cih û warê xwe koçber bûn. Hevalê Têkoşer, li Helebê salên dirêj di nav xebatên parastina gelê me yê Efrînê de cih girt. Hevalê Şoreş Andok, bi eslê xwe ji Mûşê û ji eşîra Xî’ye. Lê ji ber zordariya dewleta Tirk, malbat koçî bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê bûye û hevalê Şoreş li vî bajarî jidayik dibe. Bi gotinê Hevalê Şoreş; ‘‘hatin û bê sewal û pirs gundê me şewitandin, xaniyên me xerakirin û li ber çavên min li dayika min dan. Dayika min xistin binçavan. Min vê yekê qet qebûl nekir û ev mijar bû sedema min a herî mezin a têkoşînê.’’ Hevalê Şoreş herçiqas li xerîbiyê mezin bûbe jî kok, dîrok û zilma ku li ser malbat û gelê wî hatiye sepandin jibîr nekir û di sala 2015’an de tevlî Tevgera Azadiyê dibe. Bi êrîşên DAIŞ’ê ya bi ser gelê Rojava de berê xwe dide Rojava û li Kobanê di pêngavên şikandina DAIŞ’ê de cih digire. Beşdarî pêngavên; Girê Spî, Bendeva Tişrîn, Minbic, Tebqa, Reqa û Berxwedana Serdemê dibe û di şerê Minbicê de ji lingê xwe birîndar dibe. Hevalê me Şoreş Andok, salên dirêj li Helebê di nav xebatên parastina gel de xebatan dimeşîne. Herdû hevalên me, di dema li ser kar û xebatên xwe yên li Helebê bûn de, Hevalê Têkoşer Amed ji ber nexweşiyê û Hevalê Şoreş jî di encama qezayekê de gihaştin şehadetê. Em herdû şehîdên xwe bi rêz û minetdarî bibîr tînin. Di serî de ji gelê xwe yê welatparêz û ji herdû malbatên xwe yên hêja re sersaxiyê dixwazin. Navenda Ragihandina YPG 2’ê Hezîrana 2026

Em Hevrêyên Xwe Têkoşer û Şorşeş Bi Rêz Û Minetdarî Bibîr Tînin
Em Hevrêyên Xwe Têkoşer û Şorşeş Bi Rêz Û Minetdarî Bibîr Tînin

Şehidên Meha Gulanê Yên Kobanê