3 963
Subscribers
-324 hours
-157 days
-9130 days
Posts Archive
3 960
Nasnameya rêhevala me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Jiyan Cûdî
Nav û Paşnav: Berîvan Demîrcî
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Veysî
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 30’ê Çileya 2024
https://t.me/HRE_official_kurdish/1224
02 Nov 2024, 05:06
3 960
Ji Çapemenî û Raya Giştî re
Em hevrêya xwe Jiyan Cûdî bi navê xwe yê rast Bêrîvan Demîrcî ku di 30 Çileya 2024’an li herêma Efrînê tevî çar hevrêyên xwe gihabû asta şehadetê bi hurmet û rêzdarî bibîrtînin, di serî de ji bo malbata hêja ya Demîrcî em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe re dixwazin û di şexsê hevrê Jiyan de em soza xwe ya şopandina rêya şehîdan dûbare dikin.
Hevrê Jiyan ku li warê lehengan, li Cizîra Botan di nava malbateke welatparêz de mezin dibe, ji destanên şoreşa Rojava îlham digre û di temenek ciwan de dest bi lêgerîna xwe ya azadiyê dike. Heval Jiyan ku ji nêz ve dibe şahidê kiryarên dewleta Tirk a dagirker, biryara tolhildanê digre û berê xwe dide nava refên azadiyê. Salên dirêj ên têkoşînê, tecrûbeyên şer û jiyanê kesayeteke şareza û bi vîn di heval Jiyan de ava dike. Di hemû kêliyên jiyana xwe de bi berpirsyarî tevdigere û dibe mînaka şoreşgertiya demê. Rêgeza; “Me bi ciwantî destpê kir û emê bi ciwantî serbixin” ji bo xwe esas digre û di nava demeke kin de berpirsyariyên giran digre ser milê xwe.
Dema bajarê Efrînê dikeve dorpêça dagirkeriya Tirk hevrê Jiyan mîna bi sedan ciwanên Kurd bê teredut berê xwe dide eniyên cenga giran ên bajarê Efrînê û di qonaxa duyemîn a berxwedana serdemê de cihê xwe di nava Tîmên Şehîd Avesta de digre. Tevî şert û mercên giran ên dagirkeriyê ew bi zanebûnek mezin tevdigere û ji bo tevahî hevrêyên xwe dibe çavkaniya coş û kelecanê. Hevrê Jiyan bi dilê xwe yê pak û bi rûyê xwe yê mîna firîşteyan bedew, ji bo hevrêyên xwe dibe pêşenga jiyanê û li hemberî dijminê xwe dibe şervana demê ya dilwêrek. Bi vê sekna xwe ya ji pola tevlî gelek çalakiyan dibe û derbên giran li dijmin dide.
Herî dawî dema tîmên me yên HRE plana çalakiyeke berfireh dikin, hevrê Jiyan di tîma êrîşê de cihê xwe digre û berê xwe dide çeperên dagirkeriya Tirk. Li gundê Basilê û Ezazê gelek çalakiyan lidar dixin û derbên giran li dijmin didin. Di van çalakiyan de bi dehan leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker tên ceza kirin. Piştî pevçûn û şerekî dijwar, hevrê Jiyan tevî çar hevalên xwe Çîçek Kobanê, Cûdî Reşo, Dilşêr Serêkaniyê û Cûdî Gabar ku me berê nasnameya wan bi raya giştî re parve kiribû, dighên asta şehadetê.
Hevrêya me Jiyan ku demeke dirêj cenazeyê wê di destê dijmin de dimîne, di meha Cotmehê de ji aliyê hêzên me yên Rizgariya Efrînê ve bi awayek saxlem cenazeyê wê tê wergirtin. Gelê me yê Efrînê jî bi merasîmeke bi heybet fermandara xwe ya ciwan sparte axê û sonda xwe ya bi şehîdên xwe re nû kir. Em jî weke Tîmên Şehîd Avesta yên Hêzên Rizgariya Efrînê careke din sersaxiyê ji malbata hevrêya xwe Jiyan û ji tevahî gelê xwe re dixwazin û em soz didin ku Rêya Avesta, Karker, Jiyan û Çîçek’an wê her dem rêya me be û teqez emê li ser şopa wan mizgîniya rizgariya Efrînê bidin gelê xwe û tevahî jinan
Nasnameya rêhevala me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Jiyan Cûdî
Nav û Paşnav: Berîvan Demîrcî
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Veysî
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 30’ê Çileya 2024
Hêzên Rizgariya Efrîn
2 Mijdar 2024
02 Nov 2024, 05:02
02 Nov 2024, ~05:02
3 960
أسعار صرف العملات الأجنبية مقابل الليرة السورية.
الخميس 24 نوفمبر / تشرين الثاني 2024.
Rojava FM
02 Nov 2024, 02:25
3 960
+4
Bi boneya salvegera 1’ê mijdarê roja Kobanê ya cîhanî li bajarê Kobanê şahiyek hat li darxistin.
Rojava FM
01 Nov 2024, 11:29
3 960
Şervanê Y.P.G Şahîn Çiya: Berxwedana Kobanê berxwedaniyeke ji bo mirovahiyê bû.
Fedekariya şehîdên me, şervan û gelê me, hişt ku pilanên DA.IŞ`ê û piştevanên wê vala derkeve.
Axaftinê şervanê YPG bi temamî li ser Facebook: https://fb.watch/vAo8aV8sPR/
Rojava FM
01 Nov 2024, 06:02
3 960
+9
Bi wêneyan
Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê Festîvala Şehîd Hogir ya xwendekaran li bajarê Qamişlo li darxist.
Festîval Ş. Hogir di bin dirûşmeya ( Bi huner û werzîşê, Xwendekar çanda xwe misoger dikin) de bû û tê de “ pêşbirkên zanistî - muzîk - govend - helbest - şano - wênexêzî - goga pêyan - şatranc - volîbol “ hebûn.
Rojava FM
01 Nov 2024, 05:54
3 960
Daxuyaniya YPG`ê bi boneya 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî
Ku: https://ypgrojava.org/daxuyani/bi-boneya-1-e-mijdare-roja-kobani-ya-cihane1730447433
En: https://ypgrojava.org/press-release/on-world-kobani-day-november-1st1730447245
01 Nov 2024, 04:10
3 960
Repost from Hêzên Rizgariya Efrînê
Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Welat Qerejdax
Nav û Paşnav: Seyîdxan Temel
Navê Dayikê: Makbule
Navê Bav: Evdirehman
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 23’yê Cotmeha 2024
https://t.me/HRE_official_kurdish
01 Nov 2024, 04:05
3 960
Bîlançoya êrîşên dagirkeriya Tirk ên mehekê li ser xaka Bakûr û Rojhilatê Sûriyê.
Rojava FM
31 Oct 2024, 16:14
