3 958
Subscribers
-824 hours
-227 days
-9230 days
Posts Archive
3 958
+4
Bi sedan şêniyan cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Esed Şêxo li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kirin.
Rojava FM
11 May 2024, 14:50
3 958
+9
بالصور:
حركة هلاله زيرين بالتعاون مع حركة ميزوبوتاميا للثقافة والفن الديمقراطي تنظم مراسم استذكار للفنانة الثورية الشهيدة مزكين " غربت آيدن" في ذكرى الـ 32 لاستشهادها , وذلك في مركز محمد شيخو للثقافة والفن بمدينة قامشلو.
Bı Wêne
TEV – ÇAND û Hîlala Zêrîn hunermenda Şoreşger Ş. Mizgîn di 32mîn salvegera şehadeta wê de, li navenda Mihemed Şêxo a çand û hunerê bi bîr anîn.
Rojava FM
11 May 2024, 13:40
3 958
Navenda Çand û Hunerê ya kantona Minbicê îro Şemiyê bi amadebûna meclisa Minbic ya leşkerî, meclisa Jinên û Saziyên Rêveberiya Xweser, li hola navenda Çand û Hunerê ya Minbicê, şehîdên çand û hunerê û şehîd Mezgîn bi bîr anî.
Rojava FM
11 May 2024, 10:40
3 958
Komîseriya Bilind a Hilbijartinan, hilbijartinên şaredariyan taloqî 11’ê Hezîranê kir.
Rojava FM
11 May 2024, 09:43
3 958
+6
Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Amûdê bi boneya Roja Dayikan baxçeyek bi navê
Baxçeyê Jinê vekir.
Rojava FM11 May 2024, 08:56
3 958
Li bajarê Tirbespiyê cenazeyê jinekê di mala wê de hat dîtin. Li gorî raporên destpêkê, sûcekî kuştinê hatiye kirin.
Rojava FM
11 May 2024, 07:46
3 958
+9
Endamê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Hemze Mihemed Elî li Pakrewangeha Şehîdan a li Tebqayê hat veşartin.
Rojava FM
11 May 2024, 06:52
3 958
Li gorî guhertinên ku duh di Qanûna Dabeşkirina Îdarî ya Herêma Rêveberiya Xweser a Bakûr Rojhilatê Suriyeyê de hatine çêkirin, hejmara bajaran bû 51, ya bajarokan jî bû 141.
Rojava FM
11 May 2024, 06:51
3 958
Îro endamên saziyên sivîl ên bajarê Hesekê ji bo hilbijartinên şaredariyan ku wê di 30ê Gulanê de bên lidarxistin, sûnd xwarin.
Rojava FM
08 May 2024, 08:20
3 958
+4
Desteya Perwerde û Fêrkirinê îro Sêşemê bi amadebûna Rêveberiya Sivîl a Minbicê û saziyên wê li ber avahiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Minbicê daxuyaniyek da û daxwaza azadiya Rêbertî kir.
Rojava FM
07 May 2024, 07:34
3 958
+6
بالصور:
اتحاد المرأة الشابة يعقد كونفرانس " دور المرأة الشابة في الأمة الديمقراطية " تحت شعار " بالمرأة الحياة الحرية نحو ثورة المرأة" وذلك في قامشلو.
Bi Wêne:
Yekîtiya Jinên Ciwan di bin diruşmeya “Bi jin jiyan azadî ber bi şoreşa jinê ve” Konfiransa xwe li bajarê Qamişlo li dar xist.
Rojava FM
06 May 2024, 08:04
3 958
+1
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî şehadeta şervanê xwe Qadir Rojava (Raqî Mûsa) daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Qadir Rojava dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî, bi giranî birîndar bûbû û di encamê de şehîd bûye.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Di karê xwe de pispor bû. Beşdarî pêngavên hêzên me yên li Dêrazor û Eyn Îsa bû û di bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de cih girt. Hevrê Qadir Rojava bi dilxwazî erkên xwe pêk dianîn. Bi rihê xwe yê hevaltiyê yê bilind dihat naskirin."
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd Qadir Rojava û malbatên şehîdan re hat xwestin û soz hate dayîn ku dê xeyalên şehîdan ên avakirina welatekî ewle pêk bînin.
NASNAMEYA ŞEHÎD
Nasnav: Qadir Rojava
Nav û Paşnav: Raqî Mûsa
Navê Dayikê: Neîme
Navê Bav: Milhim
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Girê Spî, 2001
Dîroka Şehadetê: 29’ê Nîsana 2024.
Rojava FM
06 May 2024, 03:55
3 958
Hûn dikarin li xelekê bi temamî di riya rûpela me ya Facebook`de temaşe bikin: https://fb.watch/rTorA3jR0T/
05 May 2024, 11:41
