Warê Helbestvan û Nivîseran
535
Subscribers
No data24 hours
+77 days
+330 days
- Subscribers
- Post coverage
- ER - engagement ratio
Data loading in progress...
Subscriber growth rate
Data loading in progress...
Ez ê bistirêm!
Berî mirinê
Ax û zarîn, şîn û girîn ji bona çi?
Ez ê bistirêm!
Ko hêj dest û tiliyên min
Ji darê tenbûra min sar nebûne
Ez ê bistirêm
Strana azahî û serbestiya welatê xwe
û dengê stran û tenbûra min
Li çiya û zinara
Li deşt û zozana
Wê deng bide
#Celadet Elî Bedirxan
@waresharan
DIBÊJIN TU DÎN Î
Dibêjin tu dîn î
Rast e dîn im
Alîkî rûyê min
Pelên kesk werdek difirin
Aliyê rûyê min yê din
Asîmanekî bêqulîng e
Kaniya jiyaneke bêdeng
Destên zarokeke bêguneh û ji Xwedê xeyidî
Kevirek û giyakî kesk
Ji xwe ez ew im
Dibêjin tu dîn î
Erê dîn im
Nefesa min deryayeke ku bi pûngê re hatiye sûstin
Rihê min yê bi bêhna pirtûkan weke balona ku difirê
Û bi newqa zarokekê ve girêdayî wilo sivik im
Dibêjim tu dînî
Erê weke wê stîriya ku
Bi pehniya min ve dibêjim qey gule, av didim dîn im
Danîna pîyên min yên li ser beybûneke xeydokî
Dewsên xema pirpirînekê dihilgirin
Dibêjin tu dîn î
Belê dîn im
Lê nizanin ku pîvaza dinav nan de sêwiye
Ji berîka xwe ya pas diranên xwe yên biçûçik derdixin
Û para para xwe pê şe dikin
Nizanin ku hilma qurtek av ji ewrekê re girîng e
Û nizanin Çol evîndarê baranê ye
Û lêvên baranê kehreban in
Dibêjin tu dîn î
Rast e dîn im
Lê nizanin ku meqes di destên min de ye
Bi ber qêrînan ve baz didim
Ji bo ku zilmê ji rodiya navka dinyayê qut bikim...
Esma Onat <>
00:14
Video unavailableShow in Telegram
Û ne xema kesî ye Xeyalên te
li kur winda bûn
Rêwîng bimeş
@waresharan
6.51 KB
Dil ji bil qametê yarê çi xerez
Me ji ezharê buharê çi xerez
Me ji destê te ye nalîn û hewar
Werne me ji ah û hewarê çi xerez
‘Eddê eyyamê firaqa te dikin
Werne me ji ‘edd û jimarê çi xerez
Ger wisala te muyesser nebitin
Me ji eyyamê buharê çi xerez
Ji heraret herişî sîne û dil
Werne me ji sêv û hinarê çi xerez
Zulfê şehmarê çu ‘eqreb ku li dil da
Werne me ji ‘eqreb û marê çi xerez
Ger ne xaka derê dildarê bûwa
Me ji vê toz û xubarê çi xerez
Ne wekî zulf û ruxê yarê bitin
Me ji vê leyl û neharê çi xerez
Ger ne wek qametê şimşadê bitin
Me ji şimşad û çinarê çi xerez
Dilkuşa ger nebe nûra li cebîn
Me ji nûra ruxê yarê çi xerez
Dilê mecrûr cesed pêve muqeyyed
Werne me ji cerrê ciwarê çi xerez
Bah û zaran dilê yaran dibe nerm
Werne Fethî ji ah û zarê çi xerez
FETHÎ<>
00:23
Video unavailableShow in Telegram
Dibe îşev dildarek li Rê be Û Rêwîngek Rê winda kirî
Dibe Rêhevalek westiyayî ji kore Rê
Helbet dibe xelet be navnîşan nebe ew Rê
#Ozal Eskenderzade
@waresharan
3.26 MB
01:09
Video unavailableShow in Telegram
#Helbest
#Yosra Ehmedî
#Valî Neqşîn
@waresharan
1.62 MB
Choose a Different Plan
Your current plan allows analytics for only 5 channels. To get more, please choose a different plan.