کُرمانجیزان
🟢 زبان، واژهشناسی، دستورزبان، ترجمه، شعر و ادبیات کُردی (کُرمانجی) 🔵 Kurdish Language and Literature (Kurmanji) Kurmanji Translations 🟣 Têkilî (Contact): 🔴 @Zinar1986
Show moreThe country is not specifiedThe language is not specifiedThe category is not specified
827
Subscribers
No data24 hours
No data7 days
No data30 days
- Subscribers
- Post coverage
- ER - engagement ratio
Data loading in progress...
Subscriber growth rate
Data loading in progress...
🔰
Tê bîra te Pîroze?
Helbest: #Umîd_Demîrhan (#Omitê_Mistefê)
Deng: #Berat_Qewîendam
Mûzîk û dengên bikarhatî:
Zîba Senem, Husên Ezîzî, Berat Şêxkanlû (Qoşme), Koma Asak (Qoçan), Rojda, Sohrab Muhemedî, Muhemedreza Şahmuradî, Feramerz Rostemî, Welî Rehîmî (Kemançe) û hwd.
«تێ بیرا تە پیرۆزە؟»
شعر: ئومید دەمیرهان (ئۆمتێ مستەفێ)
دەنگ: #بەرات_قەویئەندام
👈 کورمانجیزان
🔹© @Kurmancizan
Tê bîra te Pîroze.mp324.95 MB
Repost from کُرمانجیزان
18:09
Video unavailableShow in Telegram
🔰
Tê bîra te Pîroze?
Helbest: #Umîd_Demîrhan (#Omitê_Mistefê)
Deng: #Berat_Qewîendam
Mûzîk û dengên bikarhatî:
Zîba Senem, Husên Ezîzî, Berat Şêxkanlû (Qoşme), Koma Asak (Qoçan), Rojda, Sohrab Muhemedî, Muhemedreza Şahmuradî, Feramerz Rostemî, Welî Rehîmî (Kemançe) û hwd.
«تێ بیرا تە پیرۆزە؟»
شعر: ئومید دەمیرهان (ئۆمتێ مستەفێ)
دەنگ: #بەرات_قەویئەندام
👈 کورمانجیزان
🔹© @Kurmancizan
Tê bîra te Pîroze - 1.mp416.59 MB
🔰
Helbest: Cegerxwîn
Xwendin: Neşmîl Nizamî
👈 کورمانجیزان
🔹© @Kurmancizan
Cegerxwîn (Neşmîl Nizamî).mp37.11 MB
Photo unavailableShow in Telegram
🔰
جان و جانان
هنهک ژ بۆ جانانێ دبن جان
هنهک ژ بۆ جانانێ ددن جان
ئههمدێ خانی
Hinek ji bo CANANê dibin Can
Hinek ji bo CANANê didin Can
Ehmdê Xanî
برخی برای «جانان» خود، «جان» میدهند
برخی برای «جانان» خود، «جان» میشوند
احمد خانی
Wêne: Aryen Rodî
👈 کورمانجیزان
🔹© @Kurmancizan
Photo unavailableShow in Telegram
🔰
Ku hezar sal cidatî jî bikeve navbera me
Em ê dîsan bibin yek
An bi hesretekê
An jî bi helbestekê!
کو ههزار سال جداتی ژی بکهڤه ناڤبهرا مه
ئهمێ دیسان ببن یهک
ئان ب ههسرهتهکێ
ئان ژی ب ههلبهستهکێ!
👈 کرمانجیزان
🔹© @Kurmancizan
🔰
Hat bîrê ku jinê kirasê xwe biriye
Bêyî ku hêstirek ji çavên wê bikeve xwarê
hulistiya* û
berê xwe da cihê kincan,
kirasê xwe hilanî* û çû.
Tu dikî* destê xwe dirêj kiribe û
heyv ji asimanê havînê hilanîbe.
Mêrikî bawer nedikir
ji xefetan xew nekete çavan;
ne wê şevê
ne şeva din
ne jî şevtira din.
Piştî du hefteyan heyv vegeriya
lê; jinik?
Mêrikî fam kir ku ew ê êdî neyê
vêca; ji şûna xwe hulistiya
çû ber hîliyê* û li rûyê xwe temaşe kir
mîna ku ji pencereyekî nîv-vekirî
asimanê bêheyv dîtibe.
Paşê;
hat bîrê ku jinê kirasê xwe biriye!
Yiannis Ritsos
Ji pirtûka "Bi zimanekî din"
Wergera Berat Qewîendam
Payîza 2020î
*Hulistiyan: Rabûn, Hilanîn: Rakirin, Tu dikî: Dibê qey, Hîlî: Neynik
👈 کرمانجیزان
🔹© @Kurmancizan
🔰
هات بیرێ کو ژنێ کراسێ خوه بریه
بێیی کو هێسترهک ژ چاڤێن وێ بکهڤه خوارێ
هولستیا* و
بهرێ خوه دا جهێ کنجان،
کراسێ خوه هلانی* و چوو.
تو دکی* دهستێ خوه درێژ کربه و
ههیڤ ژ ئاسمانێ هاڤینێ هلانیبه.
مێرکی باوهر نهدکر
ژ خهفهتان خهو نهکهته چاڤان؛
نه وێ شهڤێ
نه شهڤا دن
نه ژی شهڤترا دن.
پشتی دو ههفتهیان ههیڤ ڤهگهریا
لێ؛ ژنک؟
مێرکی فام کر کو ئهوێ ئێدی نهیێ
ڤێجا؛ ژ شوونا خوه هولستیا
چوو بهر هیلیێ* و ل ڕوویێ خوه تهماشه کر
مینا کو ژ پهنجهرهیهکی نیڤڤهکری
ئاسمانێ بێههیڤ دیتبه.
پاشێ؛
هات بیرێ کو ژنێ کراسێ خوه بریه!
یانیس ڕیتسۆس، ههلبهستڤانێ یوونانی
ژ پرتووکا «ب زمانهکی دن»
وهرگهرا بهرات قهویئهندام
پاییزا ۲۰۲۰ی
*هولستیان: ڕابوون، هلانین: ڕاکرن، تو دکی: دبێ قهی، هیلی: نهینک
👈 کرمانجیزان
🔹© @Kurmancizan
🔰
«کو مرۆڤ نهبه ئهڤیندار، ئهوێ ژیانا خوه ل دوو تشتێن بێفایده بههڕمینه. تهنێ ئهڤین شایانی وێ یه کو ژیان ل بهر وێ بههڕمه. نه گرینگه کو ئهنجاما ئهڤینێ بهدبهختی، سهرشووری، کین ئان ژی قههرین به. یا گرینگ ئهڤه کو کێلینه ههبن کو مرۆڤ ههست بکه جیهان ب تهڤاهی نه هێژایی تایهکی پۆرێ ماشووقێ یه...»
(ژ فارسی) «کهسهرا من (ئهندووهێ مهن)»
(موههمهد هاشم ئهکبهریانی)
🔻
Ku mirov nebe evîndar, ew ê jiyana xwe li dû tiştên bêfayde biherimîne. Tenê Evîn şayanî wê ye ku jiyan li ber wê biherime. Ne girîng e ku encama Evînê bedbextî, serşûrî, kîn an jî qehirîn be. Ya girîng ev e ku kêlîne hebin ku mirov hest bike cîhan bi tevahî ne hêjayî tayekî porê maşûqê ye...
(Ji farisî) "Kesera min (Endûhê men)"
(Muhemed Haşim Ekberiyanî)
🔺
👈 کرمانجیزان
🔹© @Kurmancizan
🔰 Şopa peyva "Hewlî" di çend nivîsan da
Peyva Hewlî di kurmanciya niha ya Xorasanê da bi wateya Hewş (Hewşa li ber malê) tê bikaranîn. Ev peyv devoka farisî ya hin deverên din wekî Sebzivarê jî bi vê wateyê tê bikaranîn; Loma hin kes wer difikirin ku kurdan ev peyv ji farisî wergirtiye.
Lê ev peyv di kurmanciya hin deverên Bakûrê da jî tê dîtin. Ji wan di Kovara Bîrnebûnê da ku ayîdî Kurdên Anatoliya Navîn e. Her wiha di du nivîsarên Fêrgîn Melîk Aykoç ku pirranî têkildarî deverên wekî Agirî û Qersê ne. Lê Fêrgîn dibêje "Hewlî" heman jûra (odeya) li ber dêrî ye. Dibe ku bi derbasbûna demê ra bikaranîna vê peyvê, ji Jûra li ber derî veguherîbe Hewşê. Wisa ku niha di Kurmanciya Xorasanê da wek Hewş tê bikarabnîn.
Va ne çend nimûneyên lêgerîna Peyva "Hewlî"yê
"Gundî hema meşyan, Ehmed dan ser pişta xu, birin ber malê Osê. Os li ber malê, di nav hewliyê da li pê, bi çavi bêmane û vala, li wan dinêrî, lê ne li wan li pirr dûr dinêrî, ji wan dûr, ji wan ra derbas diwû û diçû."
Hejmara 67an a Bîrnebûnê (2017)
"–Va qerebelix û hewliyê weng çi ye looo, walle meriv ê xwe li vir wenda bike!"
Hejmara 56an a Bîrnebûnê (2013)
"Gotinekê li ba me heye, dibêjin; „Yê dawiyê ma li hewliyê!“
Ji nivîsa "Bîr û dada netewan û xiyanet" a Fêrgîn Melîk Aykoç (Yenî Ozgur Polîtîka)
"Hundirê Gumbedê jî wekî der, gelek sade ye. Ji du jûran pêk tê, yek jûra li ber derî yanê hewlî, yek jî jûra gorê Mala Surmelî Memed Paşa lê ye, heye. Derê wê li çengê rojhilat yê dîwarê aliyê başûr vedibe. Ew jî hinekê dişibe deriyên mîrgehan. Kembereke wek nîşên mezin bi qasê bilindahiya dîwar di şêweyê eywanê de ye, derî di nava wê kemberê de vedibe. Mirov ji wê hewliyê di derê çarnîşk re derbasî jûra goran dibe. Di hewliyê de paceyeke weke nîşeke piçûk heye. Hem di hewliyê de hem jî di jûra gornan de di dîwar de cihê findan hene. Li ser banê wê ax wisa hatiye rijandin, her sal bi biharê re li gel hêşînbûna giha kulîlkên piçûk jî vedidin."
Ji nivîsa "Gumbeta Surmelî Memed Paşa " a Fêrgîn Melîk Aykoç (Yenî Ozgur Polîtîka)
👈 کرمانجیزان
🔹© @Kurmancizan
🔰 چگونه به کُردی تایپ کنیم؟
🟣 دانلود و نصب نرمافزارهای تایپ و نوشتن به کُردی (لاتینی و آرامی) در تلفن همراه و کامپیوتر
در زیر تعدادی نرمافزار برای دسترسی و استفاده از الفبای کُردی لاتینی و همچنین آرامی ذکر شده اند.
برای استفاده حروف الفبای کُردی (لاتینی و آرامی) در تلفن همراه میتوانید علاوه بر صفحهکلید کُردی (Textekilîda Kurdî) که لینک دانلود آن در ادامه خواهد آمد، از نرمافزار «Gboard» هم استفاده کنید. این نرمافزار بیشتر زبانها و از جمله زبان کُردی با هر دو الفبای آرامی و لاتینی را دارا مییباشد.
برای این کار واژهی «Gboard» را در بازار، مایکت و یا Play Store و همچنین Apple Store جستوجو کنید و پس از دانلود آن را نصب نمایید.
🔸🔸
🟣 لینک «Gboard» در Play Store (برای گوشیهای اندروید):
🔹https://play.google.com/store/apps/details?id=com.google.android.inputmethod.latin&hl=en&gl=US
🔸🔸
🟣 لینک «Gboard» در Apple Store (برای گوشیهای Apple):
🔹https://apps.apple.com/us/app/gboard-the-google-keyboard/id1091700242
🟢 چگونگی نصب و فعالکردن:
پس از نصب این نرمافزار به قسمت تنظیمات گوشی خود رفته و از قسمت زبانها، گزینهی صفحه کلید را انتخاب و سپس گزینه «Gboard» را انتخاب کنید.
همچنین در همین قسمت به گزینهی «Gboard» رفته و در گزینهی Kurdish اگر خود Kurdish را انتخاب کنید، صفحه کلید لاتینی و اگر Kurdish (Iran) را انتخاب کنید، صفحه کلید آرامی به کیبورد اضافه میشود؛
Kurdish
Kurdish (Iran)
بدیهی است در اینجا میتوانید، زبان فارسی و انگلیسی و غیره را نیز انتخاب نموده و در هنگام تایپ، هر کدام از آنها را از زبانهی مخصوص فعال نمایید.
🌀همچنین می توانید از این نرمافزار (صفحهکلید کُردی) برای تلفن همراه استفاده نمایید: 👇
https://t.me/Renivis_U_Reziman/17
🟣 تەختەکلیدا کوردی (Textekilîda Kurdî)
با نصب این نرمافزار قابلیت تایپ با هر دو الفبای کُردی (لاتینی و آرامی) و همچنین فارسی و انگلیسی را در گوشی تلفن همراه خواهید داشت.
https://t.me/Renivis_U_Reziman/15
Textekilîda Kurdî:
https://t.me/Renivis_U_Reziman/17
🔰 آموزش تصویری تایپ کُردی با الفبای آرامی بر روی کامپیوتر
♦️ چگونه بدون نیاز به نصب نرمافزار، از کیبورد کُردی موجود در ویندوز استفاده کنیم؟
📕 فایل پیدیاف: 17 صفحه
https://t.me/Renivis_U_Reziman/16
🟣 کیبورد کُردی (الفبای لاتینی) ویژهی کامپیوتر
Keyborda Kurdî (latînî) ji bo kompiyuterê
https://t.me/Renivis_U_Reziman/215
👈 کرمانجیزان
🔹© @Kurmancizan
Gboard - the Google Keyboard - Apps on Google Play
Fast and smart typing with Emojis, GIFs, and more