cookie

نحن نستخدم ملفات تعريف الارتباط لتحسين تجربة التصفح الخاصة بك. بالنقر على "قبول الكل"، أنت توافق على استخدام ملفات تعريف الارتباط.

avatar

HPG - Kurmancî

HÊZÊN PARASTINA GEL Ê KURDISTAN

إظهار المزيد
لم يتم تحديد البلدالكردية10السياسة9 547
مشاركات الإعلانات
4 281
المشتركون
-624 ساعات
+57 أيام
+4530 أيام

جاري تحميل البيانات...

معدل نمو المشترك

جاري تحميل البيانات...

Çapemenî û Raya Giştî Re! Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in: 1. Li Herêma Geverê; 🔸 Di navbera 12-20'ê Gulanê de li herêma Geverê li qadên Xapûrtê, Yekmalê, Mûşanê û Memkawayê 7 fotoxefikên artêşa Tirk a dagirker hatin îmhakirin. 2. Li Herêma Metînayê; 🔸 22'ê Gulanê saet di 13:20'î de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê bi çalakiyeke sekvaniyê dagirker hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. 🔸 22'ê Gulanê saet di 16:20'î de li Qada Berxwendanê ya Şêlazê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hat xistin. 3. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê; 🔸 22'ê Gulanê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku hewl didan bi pêş ve biçin bi çekên nîv otomatîk çalakî hate kirin. Liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. 🔸 23'ê Gulanê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, li dijî dagirkerên ku dixwestin bi pêş ve biçin bi çekên giran çalakî hate kirin. Liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. 🔸 23'ê Gulanê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkrean hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin. 🔸 23'ê Gulanê saet di 17:05'an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê sîstemeke kamera ya mobesse bi sekvaniyê hate îmhakirin. 🔸 24'ê Gulanê saet di 02:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li çepereke dagirkeran hate xistin. 4. Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî; 🔸 23'ê Gulanê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 17 caran bi gazên kîmyewî û 5 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin. 🔸 23'ê Gulanê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 14 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin. 5. Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker; 🔸 23, 24 û 25'ê Gulanê li herêma Xakurkê qadên Goşînê, Kolît, Lolan, Sinînê 5 caran, li herêma Garê qada Gûzê 2 caran, li herêma Metînayê qadên Şêlazê, Dergelê, Bêşîlî 3 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê qadên berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Bahar 3 caran; bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. 25ê Gulana 2024 Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê
إظهار الكل...
Photo unavailableShow in Telegram
Li Gever, Zap Û Metînayê Çalakiyên Gerîla
إظهار الكل...
Çapemenî û Raya Giştî Re! Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in: 1. Li Herêma Zapê; 🔸 20'ê Gulanê saet di 11:05'an de li Qada Berxwedanê ya Kurojahro bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di encamê de konteynirek dagirkeran îmha bû. Hejmara dagirkerên di konteynirê de hatin cezakirin û yên birîndar bûn nehate zelalkirin. 2. Li Herêma Metînayê; 🔸 22'ê Gulanê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. 3. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê; 🔸 22'ê Gulanê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku bi dedektorê li qadê digeriyan bi çekên nîv otomatîk çalakî hate kirin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. 4. Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî; 🔸 22'ê Gulanê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 2 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr û carekê jî bi teqemeniyên qedexekirî hatinb ombekirin. Hate tespîtkirin ku gazên kîmyewî yên bi gaza îsotê hatin bikaranîn bi rengê pirtiqalî bûn. 🔸 22'ê Gulanê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin. 🔸 22'ê Gulanê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin. 5. Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker; 🔸 22'ê Gulanê li herêma Xakurkê qadên Sinînê, Lolan, Girê Şehîd Şerîf 4 caran, li herêma Metînayê qada berxwedanê ya Dergelê carekê, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê qada berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran; bi giştî 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. 23ê Gulana 2024 Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê
إظهار الكل...
Photo unavailableShow in Telegram
Li Zap Û Metînayê Çalakî Hatin Lidarxistin
إظهار الكل...
Çapemenî û Raya Giştî Re! Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in: 1. Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl; 🔸 20'ê Gulanê saet di 12:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku hewl didan bikevin çeperê bi çekên nîv otomatîk çalakî hate kirin. Di encamê de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. 2. Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî; 🔸 20'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li dijî tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 32 caran bi gazên kîmyewî, carekê jî bi teqemeniyên qedexekirî êrîş hate kirin. Beşek ji gazên kîmyewî yên ku tevî gaza îsotê hatin bikaranîn bi rengê pirtiqalî bû. 🔸 20 û 21'ê Gulanê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tunelên me 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin. 🔸 20 û 21'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 14 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin. 3. Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker; 🔸 20 û 21'ê Gulanê li Herêma Xakurkê qadên Sinînê, Lolan, Girê Şehîd Şerîf, Kelaşînê 8 caran, li herêma Garê qadên Dînartê, Deşta Kafya 2 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Dergelê û Bêşîlî 2 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Baharê 5 caran; bi giştî 17 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. 🔸 20'ê Gulanê Qadên Berxwedanê yên Dergelê yên li herêma Metînayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin. 22ê Gulana 2024 Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê
إظهار الكل...
Photo unavailableShow in Telegram
Li Hemberî Tunelên Me 35 Caran Çekên Kîmyewî Û Qedexekirî Bi Kar Anîn
إظهار الكل...
Çapemenî û Raya Giştî Re! Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in: 1. Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl; 🔸 19'ê Gulanê saet di 09:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li sîstemeke kamera ya mobesse hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin. 🔸 19'ê Gulanê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. 🔸 19'ê Gulanê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkrean hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin. 🔸 19'ê Gulanê saet di 12:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku ketibûn nava liv û tevgerê. Di encamê de liv û tevgera dagirkeran hate rawesetandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin. 2. Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî; 🔸 18, 19 û 20'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 21 caran bi gazên kîmyewî, carekê bi droneyên bombebarkirî û carekê jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin. Hate tespîtkirin ku beşek ji gazên kîmyewî hatin bikaranîn bi rengê zer bû. 🔸 18'ê Gulanê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tunelên me carekê bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. 3. Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker; 🔸 18 û 19'ê Gulanê li herêma Xakurkê qadên Sinînê, Goşînê, Girê Şehîd Şerîf 6 caran, li herêma Metînayê qadên berxwedanê yên Bazê, Şêlazê, Golka û Dergelê 5 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê qadên berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bahar 3 caran, herêma Zapê carekê; bi giştî 15 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. 🔸 18'ê Gulanê li herêma Metînayê qadên berxwedanê yên Dergelê, Golkayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin. 4. Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ku di sê salên dawî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin, li pêşberî berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bê encam mane. Bi taybetî Operasyonên Şoreşgerî û çalakiyên bi bandor ên gerîla ku ji payîzê û vir ve têne kirin, derbên giran û hilweşîner li artêşa dagirker xistin, dagirker nekarî li hemberî gerîla bisekinin. Artêşa dagirker ku dixwaze xwe ji vê rewşa xitimandî rizgar bike, careke din serî li rêbazên têne zanîn dide, hewl dide cerdevanan di êrîşa dagirkeriyê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de bide pêş. Dewleta Tirk a dagirker bi vê polîtîkayê dixwaze artêşeke kontra ji cerdevanan ava bike. Beşek ji cerdevanên ku rojên dawî anîn Herêmên Parastinê yên Medyayê navê wan di çapemeniyê de hate weşandin. Cerdevanên din ên ku hatine Herêmên Parastinê yên Medyayê û yên hewl tê dayin ku bêne anîn, navên wan li ber destê me hene. Em hişyariyê didin hemû cerdevanan ên ku anîne Herêmên Parastinê yên Medyayê û hewl didin bînin herêmê. Divê ti cerdevan qebûl neke ku derkevin derveyî gundê xwe, divê qebûl nekin ku di bin fermana artêşa dagirker de tevlî êrîşên dagirkeriyê yên herêmên cuda bibin. Divê tevlî van operasyonên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê nebin, divê neyên Herêmên Parastinê yên Medyayê û nekevin çeperên artêşa dagirker ku di hedefa gerîla de ne. Ti kesên ku li hemberî gelê xwe bi zanebûn û bi xwesteka xwe çek bi kar anîne û di dagirkirina welatê xwe de rol lîstine, xiyanet kirine, di dîrokê de ti carî ji aliyê hêzên şoreşger ve bêhesabpirsînê nehatine hiştin. Divê cerdevanên ku bi vî rengî bi roleke nexêr radibin zanibin ku wê rojekê bêne darizandin û bêhesab nemînin. 20ê Gulana 2024 Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê
إظهار الكل...
Photo unavailableShow in Telegram
Hemû Cerdevanên Ku Tevlî Êrîşa Dagirkeriyê Bûne Hişyar Dikin
إظهار الكل...
Repost from Gerîla TV
01:04
Video unavailableShow in Telegram
Çalakiya Qada Berxwedanê Ya Girê Amediyê - 12ê Gulana 2024
إظهار الكل...
Çapemenî û Raya Giştî Re! Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in: 1. Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl; 🔸 11’ê Gulanê di saet 12.25’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin. 🔸 17’ê Gulanê di saet 13.30’an de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM çalakiya koordîneyî hate lidarxistin. Baskê yekem ê çalakiyê; bi rengekî bi bandor li kepçeya dagirkeran xist û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Baskê duyem ê çalakiyê; derbe li 2 çeperên ayîdê dagirkeran xist. 🔸 17’ê Gulanê di saet 15.50’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin. 🔸 17’ê Gulanê di saet 16.00’an de bi taktîka sekvaniyê li kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û hate îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin. 🔸 17’ê Gulanê di saet 20.40’an de bi taktîka sekvaniyê li kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û hate îmhakirin. 2. Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî; 🔸 16, 17 û 18’ê Gulanê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, 18 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr, carekê bi dronên bombebarkirî û 5 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin. 🔸 16’ê Gulanê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi çekên kîmyewî hatin bombebarankirin. 3. Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker; 🔸 16 û 17’ê Gulanê qada Sinînê ya herêma Xakurkê 2 caran, qada Girê Zengil û Deşta Kafya ya herêma Garê 4 caran, Qada Berxwedanê ya Bêşîlî, Şêlazê, Dergelê û Serê Metîna ya herêma Metînayê 4 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 3 caran; bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin. 🔸 16’ê Gulanê Qadên Berxwedanê ya Şêlazê, Golka û Dergelê yên herêma Metînayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin. 18ê Gulana 2024 Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê
إظهار الكل...