cookie

Sizning foydalanuvchi tajribangizni yaxshilash uchun cookie-lardan foydalanamiz. Barchasini qabul qiling», bosing, cookie-lardan foydalanilishiga rozilik bildirishingiz talab qilinadi.

avatar

HPG - Kurmancî

HÊZÊN PARASTINA GEL Ê KURDISTAN

Ko'proq ko'rsatish
Mamlakat belgilanmaganKurd10Siyosat9 454
Reklama postlari
4 291
Obunachilar
+124 soatlar
+57 kunlar
-2230 kunlar

Ma'lumot yuklanmoqda...

Obunachilar o'sish tezligi

Ma'lumot yuklanmoqda...

Repost from Gerîla TV
01:37
Video unavailableShow in Telegram
Çalakiya Qada Berxwedanê Ya Girê Amediyê - 26ê Gulana 2024
Hammasini ko'rsatish...
Çapemenî û Raya Giştî Re! Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in: 1. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê; 🔸 29'ê Gulanê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku dixwestin bi pêş ve biçin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. 🔸 29'ê Gulanê saet di 06:45'an li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin. 🔸 29'ê Gulanê saet di 09:30'î de li Qada Berxwedanê ya Gire Amediyê li dijî dagirkerên ku dixwestin bi pêş ve biçin bi sabotajê çalakî hate kirin, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. 2. Li Herêma Metînayê; 🔸 30'ê Gulanê li qada Enîşkê bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin, 2 dagirker hatin cezakirin. 3. Li Herêma Avaşînê; 🔸 28'ê Gulanê saet di 12:30'î de ji du baskan ve li helîkopterekê hate xistin. Helîkoptera ku derb xwar neçar ma ji qadê biçe. 4. Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî; 🔸 29'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 8 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr û 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin. 🔸 29'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tunelên me 8 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin. 5. Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker; 🔸 29 û 30'ê Gulanê li herêma Qendîlê qada Balayanê carekê, li herêma Garê qadên Dêreşê, Deşta Kafya, Gûzê, Zengilê 7 caran, li herêma Xakurkê qada Xinêrê ya Jor carekê, li herêma Metînayê qadên berxwedanê yên Serê Metîna, Bêşîlî, Dergelê 4 caran, li herêma Şehîd Delîl a Zapê qada berxwedanê ya Girê Baharê carekê; bi giştî 14 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. 🔸 28 û 29'ê Gulanê li herêma Metînayê qadên berxwedanê yên Golka û Dergelê, li herêma Xakurkê qadên Lolan, Kolît û Girê Şehîd Şerîf bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin. 31ê Gulana 2024 Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê
Hammasini ko'rsatish...
Photo unavailableShow in Telegram
Helîkopterek Hate Derbkirin, 2 Dagirker Hatin Cezakirin
Hammasini ko'rsatish...
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî profesyonel bûye, di şexsê Sara Goyî, Rûken Zelal, Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn de ruhê fedaî yê Apoyî gihandine asta herî bilind, xeta têkneçûnê ya PKK'ê nîşan dane, her bihosta xaka Kurdistanê bi rengekî fedaî diparêzin û Pêngava 1'ê Hezîranê ya Dîrokî bi rengekî xurt pêşwazî dikin. Weke Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku artêşa fedaî ya Rêber Apo ne, em xwedî wê hêzê û biryarê ne ku ji bo azadiya gelê me di şerê me yê gel ê şoreşgerî de berpirsyariya xwe bi têkoşîna fedaî ya li ser xeta Apoyî bi cih bînin. Li ser vê bingehê em salvegera 20'emîn a Pêngava 1'ê Hezîranê careke din li gelê xwe, li dostên xwe û li hevrêyên xwe yên li her qadeke têkoşînê pîroz dikin. 31ê Gulana 2024 FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDA PARASTINA GEL
Hammasini ko'rsatish...
Gelê Me Yê Welatparêz Û Raya Giştî Re! Salvegera 20'emîn a Pêngava 1'ê Hezîranê ya dîrokî ku bi pêşengiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hate kirin, di serî de li rêberê azadiyê yê gelên bindest, jin û ciwanan li Rêber Apo, li dayikên me yên Şemiyê yên hêja ku bi xwedîderketinê têkoşîna şehîdên me mezin dikin, li malbatên me yên şehîdan, di şexsê Şehîd Mehmet Yildirim de ku bû sembola welatparêziya fedaî li tevahiya gelê me, li dostên gelê me û hevrêyan hemûyan pîroz dikin. Pêngava me ya 1'ê Hezîranê ji bo têkoşîna me pêngaveke dîrokî û navê israra li ser meşa xeta Apoyî ye. Di şexsê fermandarên pêşeng ên Pêngava me ya 1'ê Hezîranê hevrêyên me Erdal, Huseyîn Mahîr, Adil, Çîçek, Nûda, Rojîn Gewda, Reşît Serdar, Mehmet Goyî, Atakan Mahîr, Delal Amed, Fazil Botan û Leyla Sorxwîn Amed de, di şexsê fermandarên pêşeng ên serdema nû hevrê Doga M emyan, Ciwan, Andok, Huseyîn, Welat, Serxwebûn, Rizgar, Şervan, Canşêr, Ekîn Hewrê Çiya de ku têkoşîn bi taktîkên şer ên gerîla yên dema nû gihandine asteke nû, hemû şehîdên xwe bi hezkirin, hurmet, bi minet û dilsoziyeke mezin bi bîr tînin. Bi Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an re di şexsê Rêber Apo de ji bo tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku temînata paşeroja azad a gelê me ye, konseptek xistin dewrê. Rêber Apo li gel nebûna derfetan jî paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîparêziya Jinê afirand û bi vî rengî bersiva herî mezin da komplogeran. Rêberê me li ser bingeha paradîgmaya nû derfetên mezin ji bo pêkhatina çareseriyeke demokratîk li Tirkiyeyê afirand û pêvajoyeke 5 salan a bê şer pêk hat. Lê belê tevî hemû hewldanên çareseriya demokratîk ên Rêberê me, dewleta Tirk a mêtinger di polîtîkaya înkar û îmhayê de israr kir, giranî da ser polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê me. Tevgera me li dijî van êrişan hemûyan di sala 2004'an de dest bi Pêngava 1'ê Hezîranê ya Dîrokî kir ku tê wateya Pêngava Duyemîn a 15'ê Tebaxê û bersiva dîrokî ya pêwîst da hêzên komploger ên navneteweyî, dewleta Tirk a mêtinger û tasfiyekarên xayin ên ku dixwestin têkoşîna me ji hundir têk bibin. Ji roja destpêkirina Pêngava 1'ê Hezîranê ya Dîrokî û vir ve têkoşîneke bêeman ahte meşandin, armanca dewleta Tirk a qirker mêtinger a ji bo qirkirina gelê me û tasfiyekirina tevgera me bêencam hate hiştin. Asta ku têkoşîna me îro gihîştiye careke din nîşan dide bê Pêngava 1'ê Hezîranê çiqasî di cih de bû û rast bû. Bi rengekî şênber hate fêhmkirin ku li Kurdistanê heta ku ji aliyê îdeolojîk, rêxistinî, çandî, siyasî, civakî, xweparastin û têkoşîna çekdarî ve têkoşîneke bêeman neyê meşandin, derfetên jiyana azad ên gelê me nikarin bêne afirandin, pêşî li êrişên qirkirinê nikare bê girtin. Hêzên komploger ku doh nekarî armancên xwe yên qirêj bi ser bixînin û ji wan nehat ku tevgera me û îradeya Kurd ê azad tine bikin, îro jî ji bo bigihêjin armanca xwe xwe dispêrin xayinên hevkar û hewl didin armanca xwe ya qirkirin û dagirkeriyê pêk bînin. Lê belê di asta heyî de êdî rûyê xiyanetkarên hevkar ji aliyê gelê me ve hatiye fêhmkirin, li dijî ferasetên tasfiyekar tedbîr hatine wergirtin, li dijî dijminê qirker li her qadê têkoşîn tê meşandin û gihîştiye astekê. Tevgera me û gelê me bi rengekî yekpare li dora xeta Apoyî civiya ye û li gel hemû zor û zehmetiyan têkoşînê bêteredût dewam dike, paşve gavê neavêje, berxwedana dîrokî ya Rêber Apo ya li Îmraliyê ji xwer e dike esas, şerê gel ê şoreşgerî bilind dike ku ev yek dijminê me bêzar dike. Ji ber vê yekê li dijî gelê me, li her qadê li hemberî hebûna gelê me û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi her cûre rêbazên li dijî mirovahiyê û çekên qedexekirî êriş dike.
Hammasini ko'rsatish...
Photo unavailableShow in Telegram
SALA 21’EMÎN A PÊNGAVA 1’Ê HEZÎRANÊ PÎROZ BE!
Hammasini ko'rsatish...
Photo unavailableShow in Telegram
Kesên li eyaleta amedê ji dijmin re sîxuriyê dikin hişyar dikin Çapemenî û Raya Giştî Re! Li Eyaleta me ya Amedê ji me re gelek agahî hatin ku kesên bi navê Fûat Yalçin û Murteza Karademîr li ser navê Tevgera me pereyan ji mirovan kom dikin, lê di esasê xwe de sîxurî dikin, hewl didin gelê me yê welatparêz bixapînin û xizmetê ji dijmin re dikin. Divê hemû gelê me û derdorên welatparêz li hember van kesan hişyar bin, ji wan bawer nekin û di nava xwe de nehewînin. Haya me ji hemû faeliyetên sîxuriyê yên li eyaleta me tê meşandin, heye û em diyar dikin ku ev yek wê bêbersiv nemîne. Em diyar dikin ku, em ê teqez hesabê ji kesên ku bi şêweyên cuda zirarê didin gelê me yê welatparêz û destê wan di xwîna gerîla de hene bixwazin. 30ê Gulana 2024 Fermandariya Eyaleta Amedê
Hammasini ko'rsatish...
Çapemenî û Raya Giştî Re! Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in: 1. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê; 🔸 27'ê Gulanê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin. 🔸 27'ê Gulanê saet di 10.30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. 🔸 27'ê Gulanê saet di 08:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Hêzên me yên YJA Starê bi hevdemî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran xistin. 🔸 28'ê Gulanê saet di 13:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li hemberî dagirkerên ku dixwestin sîstema radarê bi cih bikin bi sekvanî çalakî hate kirin, sîstemeke radarê hate îmhakirin. 2. Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî; 🔸 27 û 28'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 63 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr û 3 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin. 🔸 27 û 28'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 12 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin. 🔸 28'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin. 3. Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker; 🔸 27 û 28'ê Gulanê li herêma Qendîlê qada Karoxê carekê, li herêma Xakurê qadên Sinînê, Lolan, Girê Berbizina, Girê Şehîd Hawar 6 caran, li herêma Zapê Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm carekê, li herêma Garê qadên Deşta Kafya, Zêvkê 4 caran, li herêma Metînayê qada berxwedanê ya Bêşîlî carekê; bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. 🔸 28'ê Gulanê li herêma Metînayê qada berxwedanê ya Şêlazê bi helîkopterên êriş hate bombekirin. 29ê Gulana 2024 Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê
Hammasini ko'rsatish...
Photo unavailableShow in Telegram
67 Caran Bi Çekên Qedexekirî Û Kîmyewî Êrîş Anîn Ser Tunelên Me
Hammasini ko'rsatish...
Hammasini ko'rsatish...
Gerîla TV

XISTINA AKSUNGURÊ - HERÊMA QENDÎLÊ - 27Ê GULANA 2024