12 239
Obunachilar
-1824 soatlar
+1037 kunlar
+39530 kunlar
- Kanalning o'sishi
- Post qamrovi
- ER - jalb qilish nisbati
Ma'lumot yuklanmoqda...
Obunachilar o'sish tezligi
Ma'lumot yuklanmoqda...
00:21
Video unavailableShow in Telegram
🔶 Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre:
“Tirkiyê zêdetirî 300 terorîstên DAIŞ’ê aniye herêma Berwarî Bala"
SU_-_N7zCgjc1J9z.mp46.21 KB
🔶 Herêma Bradostê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tê bombebarankirin.
🔶 Artêşa Tirk a dagirker şewitandina daristanên herêma Metîna didomîne. Herêm bi dijwarî tê bombebarankirin.
An8cFaLCIyTHpX1a88eB8MBEtw7UqL4s8hA6Ik_ghIeAWBkPZfVZ7mRLZ0kop_p.mp49.35 KB
An91vtj2hw80FNYsJ8hoLsnuj_vNP2TFbFCyeLI8gtZQVo7sIpuDJIHHjlAz_xJ.mp45.12 KB
"Em serok û rûspîyên eşîrên Kurd ên Herêma Cizîrê a Rojavayê Kurdistanê, bi xemeke mezin êrîşên dagirkeriyê a dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê dişopînin. Li başûrê Kurdistanê li dijî gelê me lîstokek mezin di meriyetê de ye. Dewleta Tirk di nav hewldanan de ye ku Kurdan bi Kurdan re bide şerkirin. Mixabin hinek hêzên Başûr xizmeta van êrîşên dagirkeriyê dikin û dibin şirîkê lîstoka qirkirina Kurdan bi destê Kurdan. Her şerê navxweyî di navbera birayên Kurd de, tenê di xizmeta dijminên me de ye û dibe sedema perçebûna yekrêziya me û lawazkirina bergiriya me li hember pirsgirêkên mezin ên li pêşiya me.
Tê zanîn ku ji sala 2011 heya niha li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê şerek diqewime. Ji ber vî şerî hejmarek Kurdên Rojava koçî başûrê Kurdistanê kirin. Dîsa hinek ciwanên me yên Rojavayî jî, di bin venêrîna hinek hêzên Başur de, bi navê Pêşmergeyên Roj li başûrê Kurdistanê hatin komkirin. Hinek alî û dezgeyên siyasî jî, di bin navê ENKSê de ciwanên me xapandin û berê wan dan nav ev komên Pêşmergeyên Roj. Cîhê dilgiraniyê ye ku ji roja ewil de pêşmergeyên roj ne di xizmeta gelê me de, di xizmeta dijminê gelê me de bûn. Mixabin ev rewş îro jî berdewam e.
Li gor zanyariyên heyî, hinek hêzên Başur ciwanên Kurd ên Rojavayî yên di nav koma pêşmergeyên roj de dibe herêmên Zap, Metîna û Avaşîn, û li hember gêrîla wan dixe nav şer. Ev rewş mijarek cîddî ye û ji bo me cîhê şermê ye. Gêrîla şeref û rûmeta me ye. Xwedîderketina li gêrîla erka herî li pêş a hemû Kurdan e. Şerkirina li hember gêrîla, îxaneta herî mezin e li dijî gelê me.
Em li vir li ciwanên xwe yên ku li başûrê Kurdistanê, di nav pêşmergeyên roj de ne bang dikin û dibêjin: Ji bîr nekin hûn ji ku derê hatine û nekevin xizmeta lîstokên dijmin. Dijmin dixwaze Kurdan bi destê Kurdan qetil bike. Dixwaze şerê brakujî derxîne. Her kî bikeve xizmeta vê planê, ew di nav îxanetek dîrokî de ye. Divê kes nebe perçeyek ji van lîstokan. Em zarokên gelê bi rûmet in. Em her li ku derê bin, divê em xwedî rûmet bin berjewendiyên gelê xwe biparêzin. Em bang li ciwanên xwe dikin ku vegerin ser axa xwe, li hember êrîşên li ser axa xwe parastina Rojava bikin.
Em bang li serokên partî û hêzên siyasî yên Kurdistanî dikin ku bi erkên xwe yên dîrokî û neteweyî rabin, ji her tiştê ku dibe sedema nakokî û pevçûnan dûr bikevin. Em bi bîr tînin ku yekîtî û biratî, çeka herî bi hêz e ku em pê gelê Kurd li hember metirsî û êrîşkariya dijmin biparêzin.
Di dawiyê de, em ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku Kurdistana me ji hemû ziyanan biparêze û me ji rêya silametî û aramiya gelê me û neteweya me dernexe."
00:55
Video unavailableShow in Telegram
🔶 Serok û Rûspiyên eşîrên Kurdên Herêma Cizîr a Rojavayê Kurdistanê:
"Em bang li serokên partî û hêzên siyasî yên Kurdistanî dikin ku bi erkên xwe yên dîrokî û neteweyî rabin"
video5771590199259697742.mp425.74 MB
00:12
Video unavailableShow in Telegram
🔶 Artêşa Tirk a dagirker bi armanca şewitandinê derdora gundê Guherzê ya Amêdiyê bombebaran kir. Di encama êrîşê de şewat derket.
gggg.mp412.09 MB
Photo unavailableShow in Telegram
🔶 Çalakiyên silavkirina Roja Fedaîtiyê:
4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
HPG:
🔹 27'ê Hezîranê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Dergelê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.
🔹 28'ê Hezîranê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, 3 dagirker hatin cezakirin.
Repost from YPJ MEDIA CENTER
01:43
Video unavailableShow in Telegram
Bi Dîmen û Deng Kiryarê Serçete Ebu Xamid Temaşebikin... https://youtu.be/D52bnFGUUbc
Nuçe-Girtin-Mih-Ebu-Xamid.mp425.65 MB
🔶 #LEZGÎN
Serçeteyê Navdar Yê DAÎŞ’ê Ebû Xamid hate girtin
Bi operasyoneke taybet ya YPJ’ê û QSD’ê serçeteyê DAÎŞ’ê yê bi navê Mihemed El Bexît bi nasnav Ebû Xamid li Dêrazorê hate girtin.
https://ypjrojava.net/?p=18283
Repost from Rojnews_kurmancie
Photo unavailableShow in Telegram
YNK: Operasyonên artêşa Tirk yên li nav xaka Herêma Kurdistanê binpêkirine
👉https://rojnews.news/ku/?p=328916
---------------------
@Rojnewskurmancie
Boshqa reja tanlang
Joriy rejangiz faqat 5 ta kanal uchun analitika imkoniyatini beradi. Ko'proq olish uchun, iltimos, boshqa reja tanlang.