3 958
Obunachilar
-824 soatlar
-227 kun
-9230 kun
Postlar arxiv
3 959
Bi Navê Serok û Rûspiyên Eşîrên Kurd li Herêma Cizîr a Rojavayê Kurdistanê
Em serok û rûspîyên eşîrên Kurd ên Herêma Cizîrê a Rojavayê Kurdistanê, bi xemeke mezin êrîşên dagirkeriyê a dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê dişopînin. Li başûrê Kurdistanê li dijî gelê me lîstokek mezin di meriyetê de ye. Dewleta Tirk di nav hewldanan de ye ku Kurdan bi Kurdan re bide şerkirin. Mixabin hinek hêzên Başûr xizmeta van êrîşên dagirkeriyê dikin û dibin şirîkê lîstoka qirkirina Kurdan bi destê Kurdan. Her şerê navxweyî di navbera birayên Kurd de, tenê di xizmeta dijminên me de ye û dibe sedema perçebûna yekrêziya me û lawazkirina bergiriya me li hember pirsgirêkên mezin ên li pêşiya me.
Tê zanîn ku ji sala 2011 heya niha li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê şerek diqewime. Ji ber vî şerî hejmarek Kurdên Rojava koçî başûrê Kurdistanê kirin. Dîsa hinek ciwanên me yên Rojavayî jî, di bin venêrîna hinek hêzên Başur de, bi navê Pêşmergeyên Roj li başûrê Kurdistanê hatin komkirin. Hinek alî û dezgeyên siyasî jî, di bin navê ENKSê de ciwanên me xapandin û berê wan dan nav ev komên Pêşmergeyên Roj. Cîhê dilgiraniyê ye ku ji roja ewil de pêşmergeyên roj ne di xizmeta gelê me de, di xizmeta dijminê gelê me de bûn. Mixabin ev rewş îro jî berdewam e.
Li gor zanyariyên heyî, hinek hêzên Başur ciwanên Kurd ên Rojavayî yên di nav koma pêşmergeyên roj de dibe herêmên Zap, Metîna û Avaşîn, û li hember gêrîla wan dixe nav şer. Ev rewş mijarek cîddî ye û ji bo me cîhê şermê ye. Gêrîla şeref û rûmeta me ye. Xwedîderketina li gêrîla erka herî li pêş a hemû Kurdan e. Şerkirina li hember gêrîla, îxaneta herî mezin e li dijî gelê me.
Em li vir li ciwanên xwe yên ku li başûrê Kurdistanê, di nav pêşmergeyên roj de ne bang dikin û dibêjin: Ji bîr nekin hûn ji ku derê hatine û nekevin xizmeta lîstokên dijmin. Dijmin dixwaze Kurdan bi destê Kurdan qetil bike. Dixwaze şerê brakujî derxîne. Her kî bikeve xizmeta vê planê, ew di nav îxanetek dîrokî de ye. Divê kes nebe perçeyek ji van lîstokan. Em zarokên gelê bi rûmet in. Em her li ku derê bin, divê em xwedî rûmet bin berjewendiyên gelê xwe biparêzin. Em bang li ciwanên xwe dikin ku vegerin ser axa xwe, li hember êrîşên li ser axa xwe parastina Rojava bikin.
Em bang li serokên partî û hêzên siyasî yên Kurdistanî dikin ku bi erkên xwe yên dîrokî û neteweyî rabin, ji her tiştê ku dibe sedema nakokî û pevçûnan dûr bikevin. Em bi bîr tînin ku yekîtî û biratî, çeka herî bi hêz e ku em pê gelê Kurd li hember metirsî û êrîşkariya dijmin biparêzin.
Di dawiyê de, em ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku Kurdistana me ji hemû ziyanan biparêze û me ji rêya silametî û aramiya gelê me û neteweya me dernexe.
Serok û Rûspiyên eşîrên Kurdên Herêma Cizîr a Rojavayê Kurdistanê
01 Iyul 2024, 13:31
3 959
Daxuyaniya Rûsipiyên Eşîrên Kurd ên Herêma Cizîr a Rojavayê Kurdistanê.
Rojava FM
01 Iyul 2024, 13:31
3 959
Di navbera leşkerên Tirk û hin komên çete û xwepêşanderan de şerên dijwar rû didin.
Kuştî û birîndar hene.
Rojava FM
01 Iyul 2024, 13:13
3 959
Leşkerên Tirk vekişiyan
Leşkerên Tirk ji baregeha xwe ya li gundê Takad ê gundewarê rojavayê Helebê vedikişin.
Rojava FM
01 Iyul 2024, 12:29
3 959
Xwepêşanderên ku xwestin biçin Bab El-Hawa ji aliyê hin komên çete ve hatin astengkirin.
Rojava FM
01 Iyul 2024, 12:28
3 959
Di encama gulebarana leşkerên Tirk a li deriyê sînor ê Bab El Selame de zarokekî Sûriyeyî jiyana xwe ji dest da.
Rojava FM
01 Iyul 2024, 12:13
3 959
Gel bertek nîşanî leşkerên Tirk da û got, we em firotin Esad ê kujer.Ma em we bifroşin PKK?
Hûn xayîn in.. We em firotin, we xiyanet kir.
Rojava FM
01 Iyul 2024, 11:22
3 959
Baregeha Tirkiyê ya li bajarokê Abzîmo yê gundewarê rojavayê Helebê ket bin kontrola xwepêşanderan.
Rojava FM
01 Iyul 2024, 11:19
3 959
Leşkerên Tirk gaza rondikrêj û guleyan li dijî xwepêşanderên navçeya Cindirêsê ya Efrînê bikar tînin.
Rojava FM
01 Iyul 2024, 11:13
3 959
Li navenda bajarê Efrînê di navbera artêşa Tirk û çeteyên wê de şer û pevçûn diqewimin.
Rojava FM
01 Iyul 2024, 11:07
3 959
Leşkerên Tirk gule li xwepêşanderan barandin
Leşkerên li nuqteya leşkerî ya artêşa Tirk a li Idlibê-Atareb, ji bo belavkirina xwepêşanderan çek û gaza rondikrêj bikar anîn.
Rojava FM
01 Iyul 2024, 11:05
3 959
+9
Li bajarê kobanê ji bo bîranîna şehîd zîlan şahiyek hat li darxistin
Rojava FM
01 Iyul 2024, 08:20
3 959
Kamera Rojava FM derbasî eniyên herî pêş li hemberî artêşa Tirk a dagirker dibe û xisara mal û milkê jineke 70 salî ya li gundê Um El-Kêf ku duh hate bombebarankirin, nîşan dide.
Rojava FM
01 Iyul 2024, 06:31
3 959
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Çiyayê Metîna bombe kir.Ji ber bombebarana artêşa Tirk li Çiyayê Metînayê şewat derket.
Rojava FM
01 Iyul 2024, 06:28
3 959
Bi beşdariya bi dehan ji hemû pêkhateyên bajarê Til Temirê sibeha îro Duşemê cenazeyê şehîd “Besam Silêman” endamê hêzên komandos, li goristana şehîdan a bajarê Til Temir hate oxir kirin.
Rojava FM
01 Iyul 2024, 04:52
3 959
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera 31'ê ya komkujiya Sêwas-Madimakê "33 can bi hurmet" bi bîr anî û ji bo mezinkirina têkoşîna yekbûyî bang kir.
Rojava FM
01 Iyul 2024, 04:19
3 959
اسعار صرف العملات الأجنبية مقابل الليرة السورية.
الإثنين 01 تموز / يوليو 2024.
Rojava FM
01 Iyul 2024, 02:13
