uz
Feedback

Firibgarlarga uchmang! Telemetrio bunday kanallarni topadi va belgilaydi 👉 Belgini ko‘rmoqchi bo‘lsangiz, obuna bo‘ling

Rojava FM

Rojava FM

Kanalga Telegram’da o‘tish
3 958
Obunachilar
-824 soatlar
-227 kun
-9230 kun
Postlar arxiv
YEKÎNEYÊN PARASTINA GEL FERMANDARIYA GIŞTÎ 03.08.2024 Bi boneya salvegera komkujiya li ser gelê Êzidî li Şingalê Di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê ji aliyê DAIŞ’ê ve li dijî gelê me yê Êzidî komkujiyek pêk hat ku ji bo hemû mirovahiyê cîhê şermê bû. Em kesên di komkujiya Şengalê de jiyana xwe ji dest dane û hemû cangoriyên azadiyê yên ku ji bo rizgarkirina gelê me yê Êzidî canê xwe feda kirine, bi rêzdarî bi bîr tînin. Gelê Êzidî ew gel e ku kevneşopiyên herî qedîm ên Kurdan jiyane û heta îro parastine. Gelê me yê Êzidî ku di dîrokê de gelek caran bi komkujiyan re rû bi rû ma, di 3’ê Tebaxê de bi komkujiya herî hovane ya dîroka xwe re rû bi rû ma. Di vê komkujiya ku çeteyên DAIŞ'ê pêk anî de bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran Êzidî ku piraniya wan zarok û jin bûn hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin. Gelek hêzên ku komkujî bi destê çeteyên DAIŞ'ê pêk anîn, beşdarî vê komkujiyê bûn. Yên ku komkujî plan kirin, bi qasî yên komkujî pêk anîne jî berpirsyar in. Dîsa yên ku di komkujiyê de gelê me yê Êzidî neparastin û çavên xwe ji komkujiyê re girtin jî berpirsyarê vê hovîtiyê bûn. Berpirsiyarên vê qetlîama ku wek jenosîd tê dîtin, divê li dadgehên navneteweyî bên darizandin û hesab ji wan bê pirsîn. Dema gelê me yê Êzidî li ber çavên cîhanê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dihat qetilkirin, hemû cîhanê çavên xwe girtin û li komkujiyê temaşe kirin. Ji bo pêşîgirtina li vê qetlîamê, pêşî gerîlayên azadiyê yên Kurd mudaxele kirin û piştre hêzên me yên YPG-YPJ’ê mudaxele kirin û gelê me ji komkujiyê rizgar kirin. Divê her kes vê baş bizane: Di şexsê gelê me yê Êzidî de hewldana qirkirina mirovahiyê hebû. Berxwedana şervanên azadiyê hovîtiya DAIŞ’ê rawestand û mirovahî ji felaketeke mezin rizgar kir. Çeteyên dagirker ên ku nekarîn di komkujiya Şengalê de encamekê bi dest bixin, piştre berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê û xwestin tola Şengalê hilînin. Bi berxwedana YPG-YPJ'ê re çeteyên DAIŞ'ê li Rojava hatin bêbandorkirin û ruhê berxwedanê yê gelê Kurd, dost û dijmin ji her kesî re hat nîşandan. Hêzên qetlîamker ên ku bi çeteyên DAIŞ’ê negihîştin encamê, bi rêbazên cuda êrîşên li ser gelê me berdewam kirin. Beriya her tiştî dewleta Tirk a dagirker nekarî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê qebûl bike û di her firsendê de weke tolhildanê êrîşî gelê me yê Êzidî yê Şengalê kir. Ji ber van êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi dehan Êzidî û şervanên wan jiyana xwe ji dest dan. Dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşan dixwaze qirkirina Êzidiyan temam bike. Li hemberî van êrîşên ku berdewama komkujiya DAIŞ’ê ne, ji aliyê hêzên navneteweyî ve tu bertekeke cidî nayê nîşandan. Dewleta Tirk ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bi taybet gelê me yê Êzidî xeteriyeke mezin e. Em bang li hemû hêzên navneteweyî û dewletên herêmê dikin ku li dijî van êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk bisekinin. Em weke hêzên parastina gel YPG’ê careke din diyar dikin ku em ê weke berê îro jî gelê xwe biparêzin. Divê her kes bizane ku li hemberî her êrîşeke ku li dijî gelê me yê Êzidî pêş bikeve, helwesta me zelal e. Em diyar dikin ku em weke 10 sal berê îro jî bi hemû hêza xwe amade ne ku gelê xwe yê Êzidî biparêzin. Di 10. salvegera Komkujiya Şengalê de em hemû cangoriyên azadiyê yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û ji bo parastina gelê me canê xwe feda kirine, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê xwedî li mîrateya şehîdên xwe derkevin ku ji bo parastina gelê xwe yê Êzidî canê xwe feda kirine, û gelê xwe li hemberî her cûre êrîşan biparêzin. Fermandariya Giştî a Yekîneyên Parastina Gel
03 Avg 2024, 05:39

photo content
03 Avg 2024, 05:39

نددت قوات الحماية الجوهرية HPC وقوات الحماية الجوهرية-للمرأة HPC-JIN عبر بيان هجمات الإبادة والاحتلال واستنكرو خيانة الحزب الديمقراطي الكردستاني الذي يدعي بأنه حزب كردي. وعاهدو بأننا سنبقى في ساحات النضال والمقاومة إلى أن نتمكن من إنهاء الاحتلال وممارسات الخيانة على أرضنا وشعبنا. وعلى هذا الأساس على رأسها النساء، دعوا كافة الشعوب التواقة للحرية، وكافة الكرد والعرب والتركمان والديمقراطيين والاشتراكيين والوطنيين وأهل الشرف أن يروا هذه الحقيقة ويتبنوا مقاومة الكريلا. Rojava FM
03 Avg 2024, 03:54

Salvegera 10`mîn a komkujiya Şengalê (3`ê Tebaxa 2014). Rojava FM
03 Avg 2024, 03:08

Ji bo bîranîna 4 lehengan şoreşa Rojava, Şehîd Aram, Şehîd Gerzan, Şehîd Diyar û Şehîd Welat. Rojava FM
03 Avg 2024, 02:24

سعار صرف العملات الأجنبية مقابل الليرة السورية. السبت 03 أغسطس / اَب 2024. Rojava FM
سعار صرف العملات الأجنبية مقابل الليرة السورية. السبت 03 أغسطس / اَب 2024. Rojava FM
03 Avg 2024, 01:47

حالة الطقس من Rojava FM 🌦🌺
حالة الطقس من Rojava FM 🌦🌺
03 Avg 2024, 01:38

Bi boneya Salvegera 10'mîn a komkojiya Şengalê a ku çeteyên Daîşê li dijî Civaka êzidî di 2014'an de pêk anî bû ... Hunermend Amir Remmo kilîpek bi navê ( Şingal ) belav kir. Rojava FM
02 Avg 2024, 17:07

photo content
+9
02 Avg 2024, 16:59

photo content
02 Avg 2024, 16:59

Bi minasebeta salvegera jenosayda 3'ê Tebaxê ya li ser gelê Êzîdî Li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê a gundê Ehrezê ku dikeve kantona Şehba mûm li ser gorên şehîdan hate pêxistin. Rojava FM
02 Avg 2024, 16:58

Girtina dewreya komandos TOL ku 120 şervanî cihê xwe têde girt û 3 mehan berdweam kir, şervanan ku beşdar bibûn têde waneyên leşkerî û idyolojî birin. Rojava FM
02 Avg 2024, 16:11

Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê QSD`ê Ebdulmecîd El-Elwan li goristana şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê oxir kirin. Rojava FM
02 Avg 2024, 14:42

+2
LEZGÎN; Dewleta Tirk a dagirker Di saet 16:00’an de li gundê Xanaserê ya girêdayê Dêrikê nêzî şîrketa çîmentoyê bi balafirê çek a bêmirov êrîş kirin. Di heman demê de seyarekî li ber deriyê şîrketê jî xwestin hedef bigirin, lê ji ber îsabet negirtina seyare tiştek ji seyare nehat. Di encama êrîşan de ji bilî zirara madî, windahî çênebû. Hate zelalkirin ku balafira keşfê hîn jî li ser esîmana Dêrikê û gundewarên wî diger e. Rojava FM
02 Avg 2024, 09:49

Ji Koma Amara ji bo bîranîna şehîd Hêvî Gabar straneke.
02 Avg 2024, 04:15

Ji Çapemenî û Raya Giştî re! Li hemberê êriş û polîtîkayên Dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayê wê, hêzên me li xeta Şêrewa, Bab û Ezazê çalakî lidarxistin. 9 çete hate kuştin û 8 çete jî birîndar bûn. Di vê çarçoveyê de: 1- Di roja 29’ê Tîrmehê de, li xeta Babê, tîmekî me diçin dikevin nava çeperên dijmin. Li wê derê bi awayekî bi bandor li dagirkerên heyî hate xistin. Mevzî û çeperên heyî bi temamî tên îmhakirin. Di vê çalakiya heyî de bi giştî, 5 çete tê kuştin û 6 çete jî birîndar dibe.   2- Di roja 30’ê Tîrmehê de, du çalakiyên sekvanî li xeta Ezazê tê lidarxistin. Di encama van çalakiyên heyî de jî, 2 çeteyên dagirker tê kuştin.   3- Di roja 31’ê Tîrmehê de, li xeta Şêrewa, navbera gundê Kefer Nebo û Birc Heyder, hêzên me bi çalakiyekî taybet li kombûna dagirkeran xistin. Di encama vê çalakiya heyî de, 2 çete tê kuştin û 2 çete jî birîndar dibe.   Bi giştî, di çalakiyên hêzên me de, 9 dagirker tê kuştin û 8 jî birîndar dibe.   Hêzên Rizgariya Efrînê 02’ê Tebax 2024 Rojava FM
02 Avg 2024, 03:35

Ji Çapemenî û Raya Giştî re! Li hemberê êriş û polîtîkayên Dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayê wê, hêzên me li x
Ji Çapemenî û Raya Giştî re! Li hemberê êriş û polîtîkayên Dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayê wê, hêzên me li xeta Şêrewa, Bab û Ezazê çalakî lidarxistin. 9 çete hate kuştin û 8 çete jî birîndar bûn. Di vê çarçoveyê de: 1- Di roja 29’ê Tîrmehê de, li xeta Babê, tîmekî me diçin dikevin nava çeperên dijmin. Li wê derê bi awayekî bi bandor li dagirkerên heyî hate xistin. Mevzî û çeperên heyî bi temamî tên îmhakirin. Di vê çalakiya heyî de bi giştî, 5 çete tê kuştin û 6 çete jî birîndar dibe.   2- Di roja 30’ê Tîrmehê de, du çalakiyên sekvanî li xeta Ezazê tê lidarxistin. Di encama van çalakiyên heyî de jî, 2 çeteyên dagirker tê kuştin.   3- Di roja 31’ê Tîrmehê de, li xeta Şêrewa, navbera gundê Kefer Nebo û Birc Heyder, hêzên me bi çalakiyekî taybet li kombûna dagirkeran xistin. Di encama vê çalakiya heyî de, 2 çete tê kuştin û 2 çete jî birîndar dibe.   Bi giştî, di çalakiyên hêzên me de, 9 dagirker tê kuştin û 8 jî birîndar dibe.   Hêzên Rizgariya Efrînê 02’ê Tebax 2024 Rojava FM
02 Avg 2024, 03:34
02 Avg 2024, ~03:35

Der barê rizgarkirina zarokek û 2 jinên ciwan ên Êzidî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn revandin ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li bajarê Hesekê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin, YPJ`ê soza amadebûna xwe ya her tim ji bo parastina hemû jinan da. Rojava FM
01 Avg 2024, 16:28

+1
Lezgîn; Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û navîn gundê Til Turin ê Rojavayê kantona Minbicê topbaran dikin. Di topbaranê de ji baregeha Kirediye yê gundê Tel Turînê hat hedefgirtin û di dema hedefgirtina bi çekên navîn de agir bi zeviyên çandiniyê ket. Hêjayî gotinê ye ku ev gund neştecihin Rojava FM
01 Avg 2024, 16:12