Warê Helbestvan û Nivîseran
537
Obunachilar
Ma'lumot yo'q24 soatlar
Ma'lumot yo'q7 kunlar
+730 kunlar
- Kanalning o'sishi
- Post qamrovi
- ER - jalb qilish nisbati
Ma'lumot yuklanmoqda...
Obunachilar o'sish tezligi
Ma'lumot yuklanmoqda...
Repost from Warê Helbestvan û Nivîseran
🍁🍂🍁🍂
هاوار بە ماڵم
وتت نایەم
کەواتە ئیمڕۆ،
ئێوارە
دونیا زووتر تاریک دادێ...
ــــــــــــــــــــــــــــــ
#شێرزاد_حەسەن
Û Cîroka Bihorî dîsan vedigeşe
mîna Kenek zaroktiyê
ku bûyî kelogirîyek weşartî..
#Ozal
@waresharan
ÎRO SIBE
Li bendê be çavjîna min
Ez ê werim îro sibe
Li wir be tu evîna min
Dê vegerim îro sibe
Hesreta te gihişt hestî
Îro dîsa dil tu xwestî
Zend û destên te bi mestî
Ez ê bigrim îro sibe
Ku neyêm te nebînim lez
Li dinyayê nemînim ez
Ji vî welatê kul, merez
Ez ê herim îro sibe
Dê terk bikim vê cîhanê
Vê heyatê, vê jiyanê
Ger negihm te ciwanê
Ez ê bimrim îro sibe
23/02/2012
Arif Selçuk<>
Repost from N/a
Ser hilînim ji destê dil
Piştê min wî kirîye mil
Ax ku nikom bikim tamil
Were elêlê elêlo
Şemala sar hate wezîn
Hemêza germ jê ra werîn
Qoşme maye wê rawecîn
Were elêlê elêlo
XanMemed çû torqe firîn
Ew torqeyên dil bi birîn
Li hev şerîn dane girîn
Were elêlê elêlo
Rêkoçên me bê rêwî man
Digotin yên ku tênî , man
Kanî qar bûn ji me tî man
Were elêlê elêlo
سهر هلینم ژ دهستێ دل
پشتێ من وی کرییه مل
ئاخ کو نکۆم بکم تامل
وهره ئهلێلێ ئهلێلۆ
شهمالا سار هاته وهزین
ههمێزا گهرم ژێ ڕا وهرین
قۆشمه مایه وێ ڕاوهجین
وهره ئهلێلێ ئهلێلۆ
خانمهمهد چوو تۆرقه فرین
ئهو تۆرقهیێن دل ب برین
ل ههڤ شهرین دانه گرین
وهره ئهلێلێ ئهلێلۆ
ڕێکۆچێن مه بێ ڕێوی مان
دگۆتن یێن کو تێنی ، مان
کانی قار بوون ژ مه تی مان
وهره ئهلێلێ ئهلێلۆ
#Merxa_Çiyan
Repost from Warê Helbestvan û Nivîseran
خۆ دەزانم سەوزەڵانی گۆڕی یاران چی دەڵێن
تاکو سەوزەم شین نەبوون، با شێتی ئەو سەوزانە بم
#ئاسۆ
✅
Di sibehên çavê te de
Helavêtibû
Roja avirên nû
Bi kîjan sûcê
Bihar tiyê xwîna te
Û bi kîjan tavanê
Şixte
Birçiyê birînên nazikê me?
Birî bû
Newrozê
Keziyên xwe
Di mêhrîcana ava bûna te
Ey sersalên bê wate
Em agirê kenên xwe
Li ser kîjan çiyayê
Bêrehmiya wan
Ava biken û
Ji dar û dûl û deşt
Û çiya
Pîroz ken sersala xwe?
Gurrikek qaçax
Di berûka asimanên me
Cemedaniyek weşartî
Di bin 'ebayê dûmana wan
Govend girtîne
Hesretên me
Li devra agirê
Hovîtiya wan
Û serçopî girtiye
Daxwazên me
Û
Xweş dihejîne
Milên serhişkiya wan!
Çend zivistan e
Rawestane ser
Kulega riha xwe
Û me
Dahêlaye
şûtika termê şilêran
Li xaniyê sêdareyên wan
Da pîroz ken newroza
xewnên xwe
Ji pirûşkên agirê wan
Û birevînin
Tarîtiyê
Ji bejna şevê xwe
Ka ev roj bê
Bikin gazî
Ha rabin
Ji bejna her gûlê
Tê bêhna biharkê
Û ji peşqelên her agirÎ
Tê Dengê newrozekê
Û tu
bi fîstanek
Ji nêrgizan
Û ez bi şal û şapikê
Helbestan
bi hev re
Bilind Biken
Xitêra jiyanek nû
"Jakaw"