uk
Feedback
Rojava FM

Rojava FM

Відкрити в Telegram

Показати більше
4 231
Підписники
Немає даних24 години
-207 днів
-10330 день
Архів дописів
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk, Mazlûm Ebdî, ji Rojava FM re axivî: 🔴Em salvegera 14”mîn a Şoreşa 19”ê Tîrmehê li gel pîroz dikin. Ev roj di dîroka Sûriyeyê û hemû pêkhateyn wê de bûyerek girîng bû. 🔴Şoreşa 19”ê Tîrmehê hemû civak, ol û mezheb hembêz kir. Ew ne bûyerek demkî bû, lê belê encama amadekariyên dirêj û têkoşînek mezin bû. 🔴Gelê Kurd bi salan li dijî polîtîkayên Partiya Baas a hilweşiyayî têkoşiya, xwe birêxistin kir û ji bo serkeftina vê şoreşê şehîd dan. 🔴Piştî serkeftina şoreşê, ji aliyê rejîma Baas û hêzen girêdayî derve û Tirkiyê, ji bilî êrîşên berfireh ên ku ji hêla DAIŞê ve hatin destpêkirin, bi taybetî di qonaxên wê yên destpêkê de dema ku gelek welat nekarîn pê re rû bi rû bimînin, rastî gelek êrîşan hat. Lêbelê, hêzên ku Şoreşa 19ê Tîrmehê li Rojavayê Kurdistanê temsîl dikirin, di nav wan de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), bi mêrxasî li hember vê rêxistinê li ber xwe dan û ji cîhanê re hêza xwe ya têkbirina terorê îspat kirin. 🔴Berxwedana li dijî DAIŞê, bi taybetî berxwedana dîrokî ya li bajarê Kobanê, Şoreşa Rojava di asta herêmî, Kurdistanî û navneteweyî de ber bi qonaxek nû ve bir. 🔴Kurdên li seranserê Kurdistan, Ewropa û cîhanê, digel dostên enternasyonalîst û demokrat ên gelê Kurd, li dora şoreşê kom bûn û tevlî refên wê bûn. 🔴Li Kobanê, Pêşmerge û Gerîla bi gelên herêmê re di sekna li himber terorê de bûn yek, û berxwedanek dîrokî nîşan dan. 🔴Kobanê bû sembola berxwedana mirovahiyê li dijî terorîzmê, û piştî berxwedana qehremanî ya ku Kurdan di sala 2014an de nîşan da, Koalisyona Neteweyî ket qadê. 🔴 Her ku Şoreşa 19ê Tîrmehê berfireh bû, mirovên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê tevlî refên wê bûn, û ev yek bû sedema damezrandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ku ji bo parastin û rizgarkirina deverên berfireh ên axa Sûriyeyê ji DAIŞê têkoşîn kir. 🔴 Cara yekem, şoreşek bi pêşengiya Kurdan bû hêzek pêşeng ji bo hemî civakan, ev jî destkeftiyek girîng a şoreşê ye. 🔴 Me bi hezaran şehîd û birîndar ji bo parastina herêmên xwe û destkeftiyên şoreşê feda kirin. 🔴 Xwîna Kurdan bi xwîna civakên cuda yên Sûriyeyê re ji bo parastina mirovahiyê û rûmetê li vê herêmê tevlihev bû. 🔴 Tevî ku şoreş ji hêla çend aliyan ve hedef hat girtin jî, lê dîsa hewlên avakirin, rêxistinkirin, perwerdekirin û pêşxistina saziyên civakî, hetta di nav şer de jî, berdewam kir. 🔴 Îro, em dikevin qonaxek nû. Saziyên leşkerî û îdarî, di nav de QSD û Rêveberiya Xweser, dibe ku guhertinan bibînin, lê ev şoreş dê bi şêweyên nû berdewam bike. 🔴Destkeftiyên Şoreşa 19ê Tîrmehê niha bi Şoreşa Sûriyeyê re dibe yek, ev jî ya hemû gelê Sûriyeyê ye. 🔴Îro, em di Sûriyeya nû de dijîn, piştî têkçûna rejîma berê ku nêzîkî 60 salan welat birêve bir û zirareke mezin da gelê Sûriyeyê û herêmê. 🔴Sûriyaya nû encama têkoşîna hemû Sûriyeyane, tevî gelê Kurd û pêkhateyên cûda yên ku di nav refên QSD”ê û Rêveberiya Xweser de têkoşîn kirin. 🔴Li gorî peymanên ku bi hikûmetê re hatine îmzekirin, gelek guhertin û pergaleke îdarî ya nû dê çêbibin. QSD”ê û Rêveberiya Xweser jî dê tevlî Sûriyeya nû bibin. 🔴Rihê Şoreşa 19ê Tîrmehê, rihê berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî terorê, û têkoşîna ku me daye dê berdewam bike da ku Sûriyeyek demokratîk û piralî ji bo hemû gelên wê ava bikin. 🔴Berpirsiyariya serkeftina vê qonaxê li ser me hemûyan e. 🔴Jinên herêmê, bi taybetî jinên Kurd, di Şoreşa 19ê Tîrmehê de roleke pêşeng lîstin û di qonaxa pêş de jî wê vê yekê bidomînin. 🔴Ciwanên Kurd, ku di têkoşîna di nav dezgehên leşkerî û sivîl de roleke girîng lîstin, wê di avakirina Sûriya nû de jî roleke girîng bilîzin. Rojava FM

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk, Mazlûm Ebdî, ji Rojava FM re axivî:
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk, Mazlûm Ebdî, ji Rojava FM re axivî:

من استقبال أهالي قامشلو لكلٍّ من محمد علاء إبراهيم وآزاد عبد الكريم، عقب إطلاق سراحهما بعد نحو 7 سنوات من الأسر. Ji pêşwaziya gelê Qamişloyê ji bo Mihemed Elaa Îbrahîm û Azad Ebdulkerîm, ku piştî nêzîkî 7 salan di esaretê de man, hatin azadkirin. Rojava FM

بدء الضخ التجريبي لمياه علوك باتجاه الحسكة وجهود مكثفة لصيانة الخط ​بعد سنوات من الانقطاع، تم اليوم البدء بضخ المياه من محطة علوك باتجاه مدينة الحسكة.Dest bi pompkirina ceribandinê ya ava Elokê ber bi Hesekê ve hat kirin, û xebatên tamîrê bi lez didomin

photo content
+9

تشييع جثمان المقاتل في صفوف قوات سوريا الديمقراطية الشهيد محمد عبدو العبدو (عكيد عفرين)، الذي استشهد بتاريخ 18 كانون الثاني ا
تشييع جثمان المقاتل في صفوف قوات سوريا الديمقراطية الشهيد محمد عبدو العبدو (عكيد عفرين)، الذي استشهد بتاريخ 18 كانون الثاني الماضي، خلال مقاومته للهجمات في الرقة، إلى مثواه الأخير في مزار الشهيد دليل ساروخان بمدينة قامشلو. Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Şehîd Mihemed Ebdo El-Ebdo (Egîd Efrîn), yê ku di 18'ê Çileyê 2026'an de dema berxwedana li hemberî êrîşên li ser Reqayê de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişloyê hate oxirkirin. Rojava FM

Partiya Çep a Kurd û çend partiyên din li Til Temir ji ber bihayên bilind xwepêşandanek li dar xistin. الحزب اليساري الكردي و
+6
Partiya Çep a Kurd û çend partiyên din li Til Temir ji ber bihayên bilind xwepêşandanek li dar xistin. الحزب اليساري الكردي وعدد من الأحزاب يخرجون في وقفة احتجاجية بسبب غلاء الأسعار في بلدة تل تمر. Rojava FM

استكمالا للحملات الأسبوعية الخاصة بالنظافة ، أعضاء بلدية الشعب في تل تمر وبالتنسيق مع مجلس البلدة وبمشاركة كافة المؤوسسانطت ،
+5
استكمالا للحملات الأسبوعية الخاصة بالنظافة ، أعضاء بلدية الشعب في تل تمر وبالتنسيق مع مجلس البلدة وبمشاركة كافة المؤوسسانطت ،تم تنظيف مزار شهداء البلدة Endamên Şaredariya Gel a Til Temirê, bi hevrêziya meclîsa bajarok û beşdariya hemû saziyan, kampanyayên xwe yên paqijiyê yên heftane didomînin û goristana şehîdan a bajarok paqij kirin. Rojava FM

حالة الطقس من Rojava FM 🌦🌺 Rewşa Hewayî ji Rojava FM 🌦🌺
حالة الطقس من Rojava FM 🌦🌺 Rewşa Hewayî ji Rojava FM 🌦🌺

انطلقت اليوم دفعة من مهجّري مدينة عفرين من مدن قامشلو والحسكة وديرك باتجاه مناطقهم، وذلك بعد استكمال عودة الدفعات السابقة من
+5
انطلقت اليوم دفعة من مهجّري مدينة عفرين من مدن قامشلو والحسكة وديرك باتجاه مناطقهم، وذلك بعد استكمال عودة الدفعات السابقة من منطقتي كوباني والجزيرة خلال الفترة الماضية. Qamişlo: hejmarek ji koçberên bajarê Efrînê îro ji bajarên Qamişlo, Hesekê û Dêrikê ketin rê da ku vegerin warên xwe. Rojava FM

في عملية نوعية. المباحث الجنائية بمحافظة الحسكة تضبط شخصين يمتهنان تجارة السلاح دون ترخيص. Di operasyoneke taybet lêpirsîna tawana li parêzgeha Hesekê di kes girtin ku bazirganiya çekên bê destûr dikirin.

نظّم مجلس عوائل الشهداء في مدينة قامشلو اجتماعاً موسعاً لإحياء الذكرى السنوية الرابعة والأربعين لشهداء مقاومة 14 تموز في سجن
+9
نظّم مجلس عوائل الشهداء في مدينة قامشلو اجتماعاً موسعاً لإحياء الذكرى السنوية الرابعة والأربعين لشهداء مقاومة 14 تموز في سجن آمد عام 1982، والتي تُعدّ من أبرز محطات النضال في تاريخ الحركة الكردية، وذلك في صالة استذكار الشهداء بمزار الشهيد دليل ساروخان. Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê, ji bo bîranîna 44’emîn salvegera şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê ya li zindana Amedê di sala 1982’an de, ku wekî yek ji qonaxên herî girîng ên têkoşînê di dîroka tevgera Kurd de tê naskirin, li Hola Bîranîna Şehîdan a li Goristana Şehîd Delîl Saruxan civînek berfireh li dar xist. Rojava FM

المبادرة الشعبية في مدينة قامشلو تُدلي ببيان في مزار الشهيد دليل ساروخان في المدينة، استنكاراً لمحاولات ومساعي الحكومة المؤقتة في دمشق لتغيير أسماء المناطق الكردية، ولا سيما تغيير اسم مدينة كوباني. Înîsiyatîfa Gel a bajarê Qamişloyê li goristana şehîd Delîl Sarûxan daxuyaniyek da û hewildanên hikûmeta demkî ya Sûriyê ji bo guhertina navên herêmên Kurdî, bi taybetî guhertina navê bajarê Kobanî, şermezar kir. Rojava FM

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê ji bo salvegera şehîdên 14’ê Tîrmehê bi beşdariya şêniyên Kobanê bîranînek lidarxist. Rojav
+4
Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê ji bo salvegera şehîdên 14’ê Tîrmehê bi beşdariya şêniyên Kobanê bîranînek lidarxist. Rojava FM

Şêniyên Girkê Legê û Rimêlan Şehîdên 14`ê Tîrmehê bi bîra anîn. Rojava FM
+4
Şêniyên Girkê Legê û Rimêlan Şehîdên 14`ê Tîrmehê bi bîra anîn. Rojava FM

Duh Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk li Baxçeyê Xwendinê ya bajarê Qamişlo semînerek dialogîk li ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdî û helwesta Kurdan a stratejîk di şert û mercên niha de organîze kir. Semîner ji du xalên sereke pêk hat: - Astengî û zehmetiyên li pêşiya yekîtiya rêza Kurdî,  ji aliyê Luqman Abdullah, endamê Ofîsa Têkiliyên Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk  ve hate pêşkêşkirin. - Girîngiya yekîtiya Kurdî, dersên ku ji dîrokê hatine derxistin, çareserî, pêşniyar û rêbazên pêkanîna yekîtiyê, ji aliyê Kurdiyar Dirê'î, endamê Desteya Rêveber a Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk ve hate pêşkêşkirin. Rojava FM

نظّم امس مركز روجافا للدراسات الاستراتيجية ندوةً حواريةً حول أهمية الوحدة الوطنية الكردية والموقف الكردي استراتيجياً، في ظل ا
+8
نظّم امس مركز روجافا للدراسات الاستراتيجية ندوةً حواريةً حول أهمية الوحدة الوطنية الكردية والموقف الكردي استراتيجياً، في ظل الصراع الدولي والإقليمي لإعادة رسم خرائط النفوذ في الشرق الأوسط والمنطقة، وذلك في حديقة القراءة بمدينة قامشلو. وتضمنت الندوة محورين رئيسيين: - العوائق والتحديات أمام وحدة الصف الكردي، قدّمه لقمان عبد الله، عضو مكتب العلاقات في مركز روجافا للدراسات الاستراتيجية. - أهمية الوحدة الكردية والدروس المستخلصة تاريخياً، والحلول والمقترحات وآليات تحقيق الوحدة، قدّمه كرديار دريعي، عضو الهيئة الإدارية في مركز روجافا للدراسات الاستراتيجية. Rojava FM

استُذكر شهداء 14 تموز خلال اجتماع أُقيم في مدينة الحسكة، بحضور عدد من ممثلي المؤسسات والأهالي وعوائل الشهداء، حيث تم التأكيد
+6
استُذكر شهداء 14 تموز خلال اجتماع أُقيم في مدينة الحسكة، بحضور عدد من ممثلي المؤسسات والأهالي وعوائل الشهداء، حيث تم التأكيد على معاني التضحية والوفاء لتضحيات الشهداء، واستذكار دورهم في الدفاع عن قيم الحرية والكرامة، مع تجديد العهد بالسير على نهجهم. Şehîdên 14ê Tîrmehê li bajarê Hesekê bi beşdarbûna nûnerên saziyan, şênî û malbatên şehîdan, hatin bîranîn. Di bîranînê de rola şehîdan di parastina nirxên azadî û rûmetê de hate bibîranîn û soza şopandina rêya wan hate dubarekirin. Rojava FM

حالة الطقس من Rojava FM 🌦🌺 Rewşa Hewayî ji Rojava FM 🌦🌺
حالة الطقس من Rojava FM 🌦🌺 Rewşa Hewayî ji Rojava FM 🌦🌺