cookie

Ми використовуємо файли cookie для покращення вашого досвіду перегляду. Натиснувши «Прийняти все», ви погоджуєтеся на використання файлів cookie.

avatar

Warê Helbestvan û Nivîseran

Malpera Warê Helbestvan û Nivîseran

Більше
Іран159 234Мова не вказанаКниги17 375
Рекламні дописи
537
Підписники
Немає даних24 години
Немає даних7 днів
+730 днів

Триває завантаження даних...

Приріст підписників

Триває завантаження даних...

🍁🍂🍁🍂 هاوار بە ماڵم وتت نایەم کەواتە ئیمڕۆ، ئێوارە دونیا زووتر تاریک دادێ... ــــــــــــــــــــــــــــــ #شێرزاد_حەسەن
Показати все...
Û Cîroka Bihorî dîsan vedigeşe mîna Kenek zaroktiyê ku bûyî kelogirîyek weşartî.. #Ozal @waresharan
Показати все...
ÎRO SIBE Li bendê be çavjîna min Ez ê werim îro sibe Li wir be tu evîna min Dê vegerim îro sibe Hesreta te gihişt hestî Îro dîsa dil tu xwestî Zend û destên te bi mestî Ez ê bigrim îro sibe Ku neyêm te nebînim lez Li dinyayê nemînim ez Ji vî welatê kul, merez Ez ê herim îro sibe Dê terk bikim vê cîhanê Vê heyatê, vê jiyanê Ger negihm te ciwanê Ez ê bimrim îro sibe 23/02/2012 Arif Selçuk<>
Показати все...
Repost from N/a
Ser hilînim ji destê dil Piştê min wî kirîye mil Ax ku nikom bikim tamil Were elêlê elêlo Şemala sar hate wezîn Hemêza germ jê ra werîn Qoşme maye wê rawecîn Were elêlê elêlo XanMemed çû torqe firîn Ew torqeyên dil bi birîn Li hev şerîn dane girîn Were elêlê elêlo Rêkoçên me bê rêwî man Digotin yên ku tênî , man Kanî qar bûn ji me tî man Were elêlê elêlo سه‌ر هلینم ژ ده‌ستێ دل پشتێ من وی کرییه‌ مل ئاخ کو نکۆم بکم تامل وه‌ره‌ ئه‌لێلێ ئه‌لێلۆ شه‌مالا سار هاته‌ وه‌زین هه‌مێزا گه‌رم ژێ ڕا وه‌رین قۆشمه‌ مایه‌ وێ ڕاوه‌جین وه‌ره‌ ئه‌لێلێ ئه‌لێلۆ خانمه‌مه‌د چوو تۆرقه‌ فرین ئه‌و تۆرقه‌یێن دل ب برین ل هه‌ڤ شه‌رین دانه‌ گرین وه‌ره‌ ئه‌لێلێ ئه‌لێلۆ ڕێکۆچێن مه‌ بێ ڕێوی مان دگۆتن یێن کو تێنی ، مان کانی قار بوون ژ مه‌ تی مان وه‌ره‌ ئه‌لێلێ ئه‌لێلۆ #Merxa_Çiyan
Показати все...
خۆ دەزانم سەوزەڵانی گۆڕی یاران چی دەڵێن تاکو سەوزەم شین نەبوون، با شێتی ئەو سەوزانە بم #ئاسۆ ✅
Показати все...
Di sibehên çavê te de Helavêtibû Roja avirên nû Bi kîjan sûcê Bihar tiyê xwîna te Û bi kîjan tavanê Şixte Birçiyê birînên nazikê me? Birî bû Newrozê Keziyên xwe Di mêhrîcana ava bûna te Ey sersalên bê wate Em agirê kenên xwe Li ser kîjan çiyayê Bêrehmiya wan Ava biken û Ji dar û dûl û deşt Û çiya Pîroz ken sersala xwe? Gurrikek qaçax Di berûka asimanên me Cemedaniyek weşartî Di bin 'ebayê dûmana wan Govend girtîne Hesretên me Li devra agirê Hovîtiya wan Û serçopî girtiye Daxwazên me Û Xweş dihejîne Milên serhişkiya wan! Çend zivistan e Rawestane ser Kulega riha xwe Û me Dahêlaye şûtika termê şilêran Li xaniyê sêdareyên wan Da pîroz ken newroza xewnên xwe Ji pirûşkên agirê wan Û birevînin Tarîtiyê Ji bejna şevê xwe Ka ev roj bê Bikin gazî Ha rabin Ji bejna her gûlê Tê bêhna biharkê Û ji peşqelên her agirÎ Tê Dengê newrozekê Û tu bi fîstanek Ji nêrgizan Û ez bi şal û şapikê Helbestan bi hev re Bilind Biken Xitêra jiyanek nû "Jakaw"
Показати все...