𝕊𝕥𝕣𝕒𝕟ê𝕟 𝕂𝕦𝕣𝕕î
رفتن به کانال در Telegram
⚘ʜûɴ ʙɪ xêʀ ʜᴀᴛɪɴᴇ ʜᴇᴠᴀʟɴᴏ⚘ 📷 𝚠ê𝚗𝚎𝚗𝚒𝚟î𝚜 📝𝚔𝚞𝚛𝚝𝚎𝚗𝚒𝚟î𝚜 🎼 𝚜𝚝𝚛𝚊𝚗 📖 𝚑𝚎𝚕𝚋𝚎𝚜𝚝 📽𝚟î𝚍𝚎𝚘 𝚔𝚞𝚛𝚍𝚒
نمایش بیشتر2 744
مشترکین
+624 ساعت
+217 روز
+12630 روز
آرشیو پست ها
2 744
Evîna Dilê Min,
bû bela li serê Min
Te ez tenê xistim,
Tu êşa Dilê min
Êdî bes e nikarim,
ji derdê Te ez dinalim
Bi Agirê EvînaTe,
her tim bê hal im
De were hevalê,
de were Canê
Ketime bextê Te
çi bikim tu nayê
Ez û Te bigihîn hev,
ronî dibe her şev
Xec û Sîyabend bin,
bila bibîne dinya tev
Serbest û azad bin,
Em dilxweş û şad bin
Çar rojên vê dinê,
miradê Xwe şabin
@straninkurd 🌙
2 744
Heval rêka me gelekî dijware
Dilop dilop xwîna sor jê dibare
Em jiyanê bi hêsrên çavan
avdidin
Stêrka li ezmanan
kulîlka li zozanan
kevoka li ser çiyan
ey Heval Heval
Heval barê me gelekî girane
Xebate me pir dirêje û êşe
Riya çiya deşt
û newel warê me
Berê te li rojê û duhere
Di dile teda mizginiya azadiye
Tu diçi derbas dikî
Deşt, çiya, bani û newal
Te jiyan na xwe bi wan xiyalan xemiland
Baweriya te xort û serê te bilind ey heval
Dema hat bira te gihiştina rojê
Tu bu teyreki baz u dinfiriya li ezman
Eze tucar nikarim bidim pesnête
Te dara azadi avda bi xwina xwe
Tu bu feqiye teyra te got sitrana me
Te jana evînê berda dilê me
Em ji bir nakin li jiyane tu car navête
@straninkurd
2 744
Vemirî heyv ewr girîya her der bû tofan
Stêrk rijiyan gerdûn bû şîn reşbû asîman
Mirin tê, tê kengî bê nagihêm sibê
Zû zû zû zû zû zû zû zû zû zû
Rih ji can çû dil qelişî Kefen digrî
Zû zû zû zû zû zû zû
Bêhna te tê tevlî bayê li min dixe yar
Dibe hêvî tînê dîde laşê minî sar
Mirin tê, tê kengî bê nagihêm sibê
Zû zû zû zû zû zû zû zû zû zû
Rih ji can çû dil qelişî Kefen digrî
Zû zû zû zû zû zû zû
...
@straninkurd ❤️🩹
2 744
Bêjin yarê bila neyê
Ev kedera ser kederê
Bêjin rindê bila neyê
Ev kedera ser kederê
Agirek berda ve derê
Bêjin yarê bila neyê
Bêjin rindê bila neyê
Çi hiştiye dilêmin da
Rihemin xistî çavê min da
Hewara min bûye Xuda
Bêjin yarê bila neyê
Bêjin rindê bila neyê
Ev çi kul û çi kedere
Ev çi bextê çi qedere
Ev çi kul û çi kedere
Ew çi ax û çi kesere
Ketî dilêmin wenagere
Bêjin yarê bila neyê
Bêjin rindê bila neyê
@straninkurd
2 744
Şoxeka gewr û bilind e
Dost û yara min ew e
Sorgula pir naz û rind e
Sozdara min ew e
Gulşena baxê evînê
Şahiya roja civînê
Rindiya Şêrîn û Zînê
Payedara min ew e
Padişaha ebrûmaha
Zêrkulaha kesk û sor
Por û biskê rengê miskê
Nûbihara min ew e
Ger bidî ferman bi kuştin
Şehreyara min ew e
Ser bidim ber şûr û xencer
Yadîgara min ew e
Çarde salan ez bi rojî
Nû şikandin ebriwan
Mey ji lêvên rerxewanî
Tim fitara min ew e
Hêj di ber qalû-belayê
Meyperest im ta ebed
Lê ji gulzara evînê
Gulîzara min ew e
Dilgir im bêçare me
Can û ceger min bûne xwîn
Ah ji destê şox û şengê
Derd û çara min ew e
@straninkurd 🌿
اکنون در دسترس! پژوهش تلگرام ۲۰۲۵ — مهمترین بینشهای سال 
