3 973
مشترکین
اطلاعاتی وجود ندارد24 ساعت
-137 روز
-9230 روز
آرشیو پست ها
3 972
Gel û şervanên QSD û YPJ”ê li Hesekê roja 4 Nîsanê bi coş û moraleke bilind pîroz kirin.
احتفل الأهالي ومقاتلين ومقاتلات قوات سوريا الديمقراطية و وحدات حماية المرأة في مدينة الحسكة بالرابع من نيسان بروح ومعنويات عالية.
Rojava FM
3 972
Bi boneya 4’ê Nîsanê.. Meclisa Malbatên Şehîdan ya Qamişlo bi alîkariya Ofîsa Malbatên Şehîdan ya girêdayî QSD ji bo zarok û malbatên şehîdan şahiyek li darxist.
مجلس عوائل الشهداء في قامشلو بالتعاون مع مكتب عوائل الشهداء التابع لـ #قسد ينطم حفلة لأطفال وعوائل الشهداء بمناسبة 4 نيسان ( عيد ميلاد القائد)
Rojava FM
3 972
Daxuyaniya YPG-YPJ dema Şêx Meqsûd radestî asayîşê dikin.
بيان وحدات حماية الشعب والمرأة عند تسليم الشيخ مقصود إلى القوات الأمنية.
Rojava FM
3 972
+9
Bi boneya 4ê Nîsanê , Şervanên meclisa Til temir a leşkerî û bi beşdarbûna gel , dar li golîdtana şehîd sosin çandin
بمناسبة الرابع من نيسان ، مقاتلي مجلس تل تمر العسكري وبانضمام العشرات من المدنيين ، بادروا بزراعة الأشجار في حديقة الشهيدة"سوسن" .
Rojava FM
3 972
Yekîneyên Parastina Jin 4ê Nîsanê pîroz dikin û diyar kirin: Ev roj ji bo jinan û gelê cîhanê vejîneke nû ye.
هنأت مقاتلات وحدات حماية المرأة الرابع من نيسان وأكدو: هذا اليوم هو نهضة وانبعاث جديد للنساء والشعوب اجمع.
Rojava FM
3 972
Îro em salvegera 13’emîn a damezrandina YPJ’ê bi coş û serbilindiyeke mezin pîroz dikin, di vê roja watedar ku rastî rojbûna Rêber APO, sembola têkoşîna wekhevî û edaletê tê, em careke din hêza berxwedan û hevgirtina enternasyonal silav dikin.
Di vê roja watedar de em tevahî şehîdên YPJ ên qehreman bi hurmet û minetdariyeke mezin bibîr tînin û soza bilindkirina têkoşînê nû dikin. Şehîdên me yên dilwêrek ji bo welat û gelê xwe bi awayek fedayî li berxwedan û bûn sembola têkoşîna serxwebûn û azadiyê. Nirxa herî mezin a ku wek mîrasekî diyarî me kirin, li ser van xakan mafê jiyana azad e. Şehîdên me hêz û rûmeta me ne. Bîranîna wan herdem di dilê me de zindî dijî.
Bi wesîleya vê roja watedar em tevahî şervanên dilwêrek ên YPJ û enternasyonal ku ji sala 2013’an heya niha li hemberî hêzên çete û dagirker li berxwe didin û şerê azadiyê didin meşandin bi serbilindiyeke mezin silav dikin.
Her wiha em bi hêrseke mezin bermahiyên DAÎŞ’ê ku di 27 Mijdara 2024’an de di pêşengiya HTŞ’ê de bi îdiaya ku ew li dijî rejîma Baas in derbe pêk anîn û bi vê hincetê herkesê li pêşiya xwe qetil kirin û bi taybet li dijî gelê me yê Elewî sûcê mirovahiyê pêk anîn, şermezar dikin.
Têkoşîna me ya bê rawestan ji bo jinên Sûrî û tevahî jinên cîhanê bû rênîşanek. YPJ azadiya tevahî gelan parast û heya roja me ya îro ji bo tevahî jinan, gelan û mirovahiyê dibe çavkaniya hêz û îlhamê.
YPJ di sala 2013’an de weke perçeyek ji têkoşîna azadiya jinê li Rojavayê Kurdistanê hate damezrandin û di nava demeke kin de bi berxwedana xwe ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li tevahî dinyayê deng veda. Ev berxwedana bê hempa ya li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê ne tenê şerekî leşkerî bû, di heman demê şerê azadî, nasname û rûmeta jinê bû. YPJ ne tenê li Rojava, li tevahî cîhanê bû sembola têkoşîna berxwedan û azadiya jinan. Ev berxwedan ne tenê ji bo jin û gelên Rojava, ji bo tevahî jin û gelên cîhanê hêvî û daxwaza azadî û wekheviya civakî xurtir kir.
Hizrên Rêber APO ên di derbarê azadî, wekhevî, demokrasî û zayendiya civakî de, kevirên bingehîn ên têkoşîna YPJ ava kir. Rêber APO bawer kir ku azadiya jinê wê rê li ber azadiya civakê veke, ev perspektîf ne tenê li Rojava, li tevahî cîhanê bû bingeha bilindkirina têkoşînê.
Di vê roja watedar a 4’ê Nîsanê de em ne tenê berxwedana YPJ a li hemberî DAÎŞ’ê pîroz dikin, di heman demê de em feraseta azadî û wekheviyê ya ku Rêber APO bi jinê daye qezenc kirin pîroz dikin. Ramanên Rêber APO, rehendeke enternasyonalîst bi YPJ’ê da qezenc kirin û ji her çar aliyên cîhanê jinan berê xwe dan warê şoreşê. Di nava refên YPJ de jinên ji çand û nasnameyên cuda hatin gel hev û di heman çeperê de mil bi mil li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û bingeha hevgirtineke kûrewî avakirin. Ev hevgirtina enternasyonal ji bo azadiya tevahî jinan û gelan pir girînge.
YPJ ne tenê li dijî DAÎŞ’ê, li dijî avahiya desthiladar a cîhanî şer kir. Ev têkoşîna ku ji bo tevahî jin û gelan hate dayîn weke mîrasê hizir û ramanên Rêber APO ye. Îro em di salvegera damezrandina YPJ’ê de ji hêza berxwedanê û ji felsefeya azadiyê ya Rêber APO îlham digrin û bi vê hêzê em di rêya azadî, wekhevî û edaletê de bi gavên hê xurtir pêş de diçin. Em bi vê bîr û baweriyê careke din vê roja watedar pîroz dikin.
Azadiya jinan, azadiya gelan e. Têkoşîna YPJ’ê ne tenê têkoşîna gelekî ye, têkoşîna tevahî mirovahiyê ye. Emê bi hev re di nava hevgirtina enternasyonal de gavên xurtir bavêjin, bi vê baweriyê em careke din salvegera damezrandina YPJ’ê û rojbûna Rêber APO li tevahî jinan û gelan pîroz dikin.
Fermandariya Giştî ya YPJ
04.04.2025
3 972
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPJ'ê li ser Rojbûna Rêber Apo û Damezrandina YPJ'ê
Rojava FM
3 972
Endama Fermandariya YPJ Newroz Ehmed 4 Nîsanê rojbûna Rêbertî û salvegera damezrandina YPJ pîroz kir û diyar kir ku wê heta dawiyê mafe hemû jinan û gelan biparêzin.
هنأت عضوة القيادة العلمة لوحدات حماية المرأة نوروز أحمد يوم ميلاد القائد وذكرى تأسيس وحدات حماية المرأة في الرابع من نيسان/أبريل، وأكدت أنهم سيدافعون عن حقوق كافة النساء والشعوب في المنطقة.
Rojava FM
3 972
Yekîneyên Parastina Jin bi toreneke leşkerî salvegera 12'an a damezrandina YPJ pîroz kirin.
احتفلت وحدات حماية المرأة بالذكرى السنوية الثانية عشرة لتأسيسها بمراسم عسكرية.
Rojava FM
3 972
YPJê hêviya hemû jinane, em salvegera 12`emîn ya damezrandina YPJ li hemû jinên cîhanê pîroz dikin.
وحدات حماية المرأة امل جميع النساء، نبارك الذكرى الـ 12 لتأسيس وحدات حماية المرأة على جميع نساء العالم.
Rojava FM
3 972
Hevpeyvîna Endama Fermandariya YPJê birêz Newroz Ehmed li ser damezrandina YPJê
Rojava FM
3 972
تطبيقاً لتنفيذ الاتفاق بين قوات الأمن الداخلي وسلطة دمشق الجديدة بدأت عملية تبادل الأسرى بين الطرفين ويبلغ عددهم حوالي 250 شخصاً.
Di cîbicîkirina rêkeftina di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Desthilata nû ya Şamê de, pevguhertina girtiyan di navbera her du aliyan de ku jimara wan nêzî 250 kesî ne pêk hat.
Rojava FM
3 972
القائد العام لقواتنا يستقبل القائد نيافة نائب مطران أبرشية الأرمن الأرثوذكس لوكالة الجزيرة ووفد مرافق له
استقبل القائد العام لقواتنا، "مظلوم عبدي"، يوم أمس، الأربعاء، نيافة نائب المطران "ليفون يغيايان"، راعي أبرشية الأرمن الأرثوذكس لوكالة الجزيرة، يرافقه وفد من مسؤولي الطائفة الأرمنية.
Rojava FM
3 972
+7
توجه صباح اليوم اهالي حي الشيخ مقصود والاشرفية الى ساحة نوروز لاحتفال وزرع الاشجار بمناسبة قدوم يوم الرابع من نيسان " يوم ميلاد القائد عبدالله اوجلان"
Îro danê sibê şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, ji bo pîrozbahî û çandina daran berê xwe dan qada Newrozê.
Rojava FM
3 972
أسعار صرف العملات الأجنبية مقابل الليرة السورية.
الخميس 03 ابريل/نيسان 2025.
Rojava FM
