cookie

Utilizamos cookies para mejorar tu experiencia de navegación. Al hacer clic en "Aceptar todo", aceptas el uso de cookies.

avatar

Şopdarê Heqîqetê

Şopandina jiyan û lehengiya Doza pîroz

Mostrar más
Publicaciones publicitarias
1 382
Suscriptores
Sin datos24 horas
+67 días
+2130 días
Distribuciones de tiempo de publicación

Carga de datos en curso...

Find out who reads your channel

This graph will show you who besides your subscribers reads your channel and learn about other sources of traffic.
Views Sources
Análisis de publicación
MensajesVistas
Acciones
Ver dinámicas
01
✍️Unutanlara Bizi Hatirlat Dağ Doruklarında bir govend Başlamış , ülkemizin güneşi aydınlanmış https://t.me/sopdareheqiqete
3811Loading...
02
🔶“Hevreyên me Jiyanda û Berfîn, milîtanên hêja yên Têkoşîna Azadiya Jinê di 7’ê Nîsana 2024’an de li herêma Zapê dema xwestin ava Zapê derbas bikin, di encama qezayeke bêtalîh de şehîd bûn. 🔸Hevreyên me Jiyanda û Berfîn ku bi tevlîbûnên xwe yên têkoşîna azadiyê ku bi pêşengiya partiya me PKK-PAJK’ê pêş ket, azadiya hemû jinan, civakê û ya xwe armanc kirin, di vê wateyê de bûn xwediyên jiyaneke bêhempa û tijî wate. Hevreyên me ku ji roja ewil tevlî refên têkoşînê bûn, xwestin her kêliyên xwe veguherînin kêliya azadiyê û bi keda xwe gihiştin armancên xwe
4101Loading...
03
Mîna gulekê ku li ser Zozanê vedibe,Weke teyrê baz li ser çiyayê Cûdî me , diherikim wek ava şîn , hêviya gelê welatê xwe me, deyndarê şehîda me, hêviya rêber "APO" li çiyayên Azad wekî teyran difirim û li azadiya rêberê xwe û gelê xwe digerim.🤍🌷 https://t.me/sopdareheqiqete
4843Loading...
04
🔶"Hevrêyên me Nûjiyan û Diljîn di êrîşa dijmin a 23’yê Nîsana 2024’an de li herêma Xakurkê pêk hat de şehîd bûn. 🔸Hevrêyên me Nûjiyan û Diljîn, milîtanên qehreman ên têkoşîna azadiya jinê bûn. Heta nefesa xwe ya dawî li ser xeta Rêbertiyê xwedî helwesteke zelal û bênavber bûn. Bi tevlêbûna xwe ya bi coş, sade û dilnizim weke milîtanên mînak ketin dîroka têkoşîna me. Hevrêyên me yên ku parêzvanên bêwestan ên xeta berxwedanê ya Apoyî bûn, ji bo bersivê bidin êrîşên dijmin di qada leşkerî de xwe pêş xistin. Di pêkanîna taktîkên gerîla yên serdema nû de israr kirin û derb li dijmin xistin.
6182Loading...
05
🌹Ji bo Bîranîna Şehîdên Basilê vê Stranê diyarî dikin Yara û Yusif xwîşk û birayê hevên ji Bajarên Efrînê ne niha li Kantona Şehba di nava Zor û zehmetiyan de têkoşîn û berxwedanî didin meşandin da ku vegerên ser xaka xwe. Bi deng û awazên xwe ve Stranekî ji bo şehîdên Basilê ku di 30’ê Çileya 2024’an de Şehîd bûn dibêjin ➡️ (https://t.me/tvefrin/456)Dîmenbişopînin (https://t.me/tvefrin/456) https://t.me/sopdareheqiqete
7955Loading...
06
Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) Dagirkerê bi navê Murat Doğan li Amedê Ceza kirin. ➡️Berfirehî Agahî https://t.me/sopdareheqiqete
7052Loading...
07
Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) Dagirkerê bi navê Murat Doğan li Amedê Ceza kirin. ➡️Berfirehî Agahî (https://t.me/milisenazadiye/120) https://t.me/sopdareheqiqete
10Loading...
08
‼️ “Ji HPG’ê Hişyarî ji bo Cerdevanan Navên we li ber destê me ye ” 📌Cerdevanên din ên ku hatine Herêmên Parastinê yên Medyayê û yên hewl tê dayin ku bêne anîn, navên wan li ber destê me hene. Em hişyariyê didin hemû cerdevanan ên ku anîne Herêmên Parastinê yên Medyayê û hewl didin bînin herêmê. Divê ti cerdevan qebûl neke ku derkevin derveyî gundê xwe, divê qebûl nekin ku di bin fermana artêşa dagirker de tevlî êrîşên dagirkeriyê yên herêmên cuda bibin. Divê tevlî van operasyonên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê nebin, divê neyên Herêmên Parastinê yên Medyayê û nekevin çeperên artêşa dagirker ku di hedefa gerîla de ne. Ti kesên ku li hemberî gelê xwe bi zanebûn û bi xwesteka xwe çek bi kar anîne û di dagirkirina welatê xwe de rol lîstine, xiyanet kirine, di dîrokê de ti carî ji aliyê hêzên şoreşger ve bêhesabpirsînê nehatine hiştin. Divê cerdevanên ku bi vî rengî bi roleke nexêr radibin zanibin ku wê rojekê bêne darizandin û bêhesab nemînin." https://t.me/sopdareheqiqete
7962Loading...
09
🔶 #CemîlBayik “Gelê me hemû lazim e li ziman û çanda xwe xwedî derkeve” 🔸Ji bo gelekî ziman, çand bedena wî gelî ye. Hebûna wî gelî ye. Eger gelek, miletek zimanê xwe, çanda xwe winda bike ew nikare bijî. Ji holê radibe. Vê demê ilim û teknîk pir bi pêş ketiye. Bi taybetî sîstema kapîtalîst modernîte yê dagirker qirker li vê gelekî sûdê werdigire. Ji bo ku armanca xwe pêk bînin hîn zêde li ser asîmîlasyonê disekine. Ji ber wê teknîk, ilim ji bo armancên xwe ji her alî ve pêk tînin. Niha dewleta qirker dagirker a Tirk tablet li gelek zarokên Kurdan belav kir. Hem jî li dibistana destpêkê, li van tabletan hinek bername siwar kiriye. Bernameyên ku li van tabletan siwar kirine hemû ji bo ciwan, zarokên Kurd bi temamî bikin Tirk, bi temamî ji nasname û rastiya xwe dûr bixîne, bihelîne ku karibe civaka Kurd ji holê rake hatine amadekirin. Ji ber wê gelê me hemû lazim e li ziman û çanda xwe xwedî derkeve. https://t.me/sopdareheqiqete
6351Loading...
10
🔶 #CemîlBayik “Hêza me, çavkaniya me şehîd in” 🔸 “Meha Gulanê me kir meha şehîdan. 18'ê Gulanê jî me kir roja şehîdan. Vaya lazim e baş bê fêhmkirin. Ji bo me ne tenê meha Gulanê meha şehîdan e, 18'ê Gulanê roja şehîdan e. Em tevgereke şehîdan e. Em li ser xeta şehîdan dimeşin. Li ser armancên wan dimeşin. Di hemû mehan de di hemû rojan de em şehîdan didin. Ev rastiyeke. Bi vêya em nirxan ava dikin, nirxan mezin dikin û diparêzin. Vaya gelê me zindî kir, bi pêş xist, gihîşte asta navneteweyî êdî mirovahî li gelê Kurd hêviyeke mezin dixwaze. Vaya temamî bi têkoşîna şehîdan çêbû. Bingeha vê tevgerê şehîd heye. Têkoşîna şehîdan heye. Me çi qezenç kiriye, me bi van şehîdan qezenç kiriye em deyndarê wan e. Em dixwazin deynê xwe bidin. Em li ser vî esasî têdikoşin. Hêza me, çavkaniya me temamî şehîd in. https://t.me/sopdareheqiqete
6061Loading...
11
Bijî Serok APO Ev çalakî…
6311Loading...
12
🔶#HPG'ê Hevrêyê me Sîdar bi cesareteke mezin bi fedaiyetiyeke mezin tevlî çalakiyan bû û mîna pêşengên xwe Doga, Ciwan, Andok, Welat, Huseyîn, Şahîn û Serxwebênan bê teredud bi ser dijmin de meşiya. Hevrêyê me dizanibû ku bi salan bi her derbeya li dijmin tola xwe hiltîne, bû dengê gelê me yê ku dilê wî ji bo azadiyê lêdixe. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê teqez têkoşîna azadiyê ya hevrê Sîdar ê ku di Çileya 2024’an de di şerê li dijî dijmin de şehîd bû, bi xebat û kedeke mezin bigihînin serkeftinê û armancê.”
6641Loading...
13
‼️PKK: Rêveberiya PDK'ê û malbata Barzanî xiyanet hîn mezin kirine 👉“Tevgerên mezin û rêberên mezin bi pîvan, şêweyên xwe yên jiyanê û têkoşîna xwe, tevgerên biçûk û lîderên biçûk jî bi bêpîvanî û xiyaneta xwe di dîrokê de bi cih dibin. Di şerê azadiyê de ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi fedakarî û lehengiyeke dimeşînin, rêveberiya PDK'ê li dijî gerîla bi artêşa Tirk û MÎT'ê re dixebite. Li Hewlêrê navenda koordînasyona hevpar a navbera artêşa Tirk û pêşmergeyan; di navbera MÎT û Parastinê de jî Odeya Parvekirina Îstîxbaratê hatiye avakirin. Wezîrê Karên Derve yê Dewleta Tirk Hakan Fîdan ev hevkarî gelek caran li pêşberî çapemeniyê eşkere kir. Di malperên înternetê yên Serokatiya Fermandariya Giştî û Wezareta Karên Derve yên Tirk de nexşeyên qereqol û baregehên Tirk ên bi hevkariya bi PDK'ê re hatine avakirin bi eşkere têne weşandin.” ➡️ Zêdetir https://t.me/sopdareheqiqete
8352Loading...
14
Media files
8572Loading...
15
“Agir venemirînin, ev çalakî ye. Yê ku agir vemirîne xiyanet dike.” Şeva Çaran https://t.me/sopdareheqiqete
8992Loading...
16
📌#Cemîl Bayik PKK, Hakî Karer e û şehadeta Hakî Karer e. Di bingeha PKK’ê de şehadeta mezin a vî hevrêyê mezin heye. Hakî Karer bi pêngava avakirina partiyê û partiya ku di encama vê de ava bû, nemir bû. Di vê wateyê de PKK jîndarbûna Hakî Karer e. https://t.me/sopdareheqiqete
8632Loading...
17
⁉️ “ Şehîdên 18’ê Gulanê “ https://t.me/sopdareheqiqete
8602Loading...
18
⁉️ Gotinên Zêrîn a Rêber APO https://t.me/sopdareheqiqete
8543Loading...
19
📌#Duran Kalkan 👉”Hewce ye her kes xwe birêxistin û amade bike, li gorî xwe tevnegere û ji hemû êrîşên muhtemel re tedbîrên xwe bistîne û li gorî van esasan bixebite û bijî. Her wiha hewce ye gel jî bi awayekî kollektîf li hemberî her cure êrîşên qirkirinê baldar be û girêdayî esasên me anîn ziman tevbigere. Yanî em ê bi xwe ewlehiya xwe pêk bînin. Hêzên dewletê ewlehiya me pêk naînin, berovajî vê yekê dixwazin me tune bikin. Ji ber vê yekê nabe ku em ewlehiya xwe ji hêzên dewletê re bihêlin. Hewce ye em tim amade bin. Hem amade bin hem jî li hemberî her cure êrîşê bê dudilî têkbirina êrîşkaran esas bigirin” https://t.me/sopdareheqiqete
8921Loading...
20
“Gerîla Hêza Me Ye” https://t.me/sopdareheqiqete
8013Loading...
21
Nasnav: Armanc Mervan Nav û paşnav: Ozgur Yenî Cihê jidayikbûnê: Amed Navê dayik û bav: Ayşe – Sirri Dem û cihê şehadetê: 22’ê Adar 2024 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
8465Loading...
22
Hevrêyê me Armanc bi kesayeta xwe ya têgihîştî, mutewazî û sade ji hemû hevrêyê xwe re bû fermandarekî mînak, bi moral û coşa xwe jî ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêzê. Hevrê Armanc bandoreke mezin li ser hemû hevrêyên ku pê re têkoşiyan hişt, her çiqasî hevrêyên wî bi vê şehadetê gelekî xemgîn bûn jî, ev yek jî wê bibe sedema geşkirina têkoşînê.
8661Loading...
23
🔶Fermandariya Biryargeha NPG’ê şehîdên meha Gulanê bi rêzdarî bi bîr anî 🔸“Artêşa Şehîdên Nemir a PKK’ê di têkoşîna me ya azadiyê de ku bênavber didome, her roj mezintir dibe, her şehadet, her destana lehengiyê ku tê nivîsandin û sekna fedayî ya Apoyî me ber bi serkeftinê ve dibe. Dema em dikevin sala 48’emîn Meha Şehîdan, em dibin şahîdê meşa şehadeta lehengî ya hevreyên xwe ku li her derê Kurdistanê bi lehengî liberxwe didin, bi sekn û serê xwe xeta şehîdan herî baş temsîl dikin. Heta ku zarokên Kurdistanê yên ku bê tirs şer dikin û bi cesareteke mezin têdikoşin hebin, doza me ya azadiyê wê tu carî têk neçe û teqez wê bi ser bikeve. Em Hêzên Parastina Gel a Kurdistanê ku di pêşengiya Partiya Şehîdan PKK’ê de şer dikin, diyar dikin ku em ê her tim bibin şopdarên xeta şehîdan, meşa xwe ya; ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad’ her roj berfirehtir bikin û em bi biryar in bîranîna şehîhên xwe bi serketinê tacîdar bikin û zindî bihêlin 📌Berfirehî Daxuyanî https://t.me/sopdareheqiqete
7721Loading...
24
Media files
8125Loading...
25
Media files
8703Loading...
26
🔶#HPG'ê Nasnameya Gerîla Denîz û Rustem Eşkere kir 🔸#HPG "Hevrêyên me Denîz û Rustem di 7'ê Kanûna 2021'ê de li herêma Xakurkê di êrişa dijmin de tevlî karwanê şehîdan bûn. Ewladên leheng ên gelê Kurdistanê hevrêyên me Denîz û Rustem ku li dijî êrişên qirkirinê yên li ser gelê me bi tevlîbûna li nava tevgera me ya azadiyê xwestin bibin bersiv, li her qada ku lê man sekneke mînak nîşan dan. Di dema şerê herî giran de xwestin li eniyên herî pêş cih bigirin û pêşniyara vê yekê kirin. Li qadên cuda yên Kurdistanê wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bêteredût bi cih anîn. Hevrêyên me Denîz û Rustem bi hêza ji îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo wergirtî gelek wezîfeyên zehmet bi cih anîn û bûn milîtanên bi biryar û serketî. Ji bo armancên şehîdên me pêk bînin, têkoşîna azadiyê bi daxwazeke mezin xurt kirin. Heta nefesa xwe ya dawî bi hişmendiyeke xurt û dilsoziyeke kûr têkoşiyan û mîrateyeke dewlemend a têkoşînê li pey xwe hiştin. https://t.me/sopdareheqiqete
9051Loading...
27
⁉️ Rêber APO dibêje
8543Loading...
28
📌 Tevlîbûna nava Refên Azadiyê didome 25 gêrîlayên ku li Dibistana Şehîd Erdal a Dewreya Şehîd Serxwebûn Serhed perwerdeya xwe qedandin: "Cihê me çiyayên Kurdistanê ne."
8791Loading...
29
Media files
8331Loading...
02:38
Video unavailableShow in Telegram
✍️Unutanlara Bizi Hatirlat Dağ Doruklarında bir govend Başlamış , ülkemizin güneşi aydınlanmış https://t.me/sopdareheqiqete
Mostrar todo...
❤‍🔥 5 2🤔 1🤗 1
Photo unavailableShow in Telegram
🔶“Hevreyên me Jiyanda û Berfîn, milîtanên hêja yên Têkoşîna Azadiya Jinê di 7’ê Nîsana 2024’an de li herêma Zapê dema xwestin ava Zapê derbas bikin, di encama qezayeke bêtalîh de şehîd bûn. 🔸Hevreyên me Jiyanda û Berfîn ku bi tevlîbûnên xwe yên têkoşîna azadiyê ku bi pêşengiya partiya me PKK-PAJK’ê pêş ket, azadiya hemû jinan, civakê û ya xwe armanc kirin, di vê wateyê de bûn xwediyên jiyaneke bêhempa û tijî wate. Hevreyên me ku ji roja ewil tevlî refên têkoşînê bûn, xwestin her kêliyên xwe veguherînin kêliya azadiyê û bi keda xwe gihiştin armancên xwe
Mostrar todo...
❤‍🔥 2🕊 2🫡 2👍 1 1🔥 1
00:53
Video unavailableShow in Telegram
Mîna gulekê ku li ser Zozanê vedibe,Weke teyrê baz li ser çiyayê Cûdî me , diherikim wek ava şîn , hêviya gelê welatê xwe me, deyndarê şehîda me, hêviya rêber "APO" li çiyayên Azad wekî teyran difirim û li azadiya rêberê xwe û gelê xwe digerim.🤍🌷 https://t.me/sopdareheqiqete
Mostrar todo...
❤‍🔥 8🕊 3👍 1 1🔥 1🥰 1😍 1
Photo unavailableShow in Telegram
🔶"Hevrêyên me Nûjiyan û Diljîn di êrîşa dijmin a 23’yê Nîsana 2024’an de li herêma Xakurkê pêk hat de şehîd bûn. 🔸Hevrêyên me Nûjiyan û Diljîn, milîtanên qehreman ên têkoşîna azadiya jinê bûn. Heta nefesa xwe ya dawî li ser xeta Rêbertiyê xwedî helwesteke zelal û bênavber bûn. Bi tevlêbûna xwe ya bi coş, sade û dilnizim weke milîtanên mînak ketin dîroka têkoşîna me. Hevrêyên me yên ku parêzvanên bêwestan ên xeta berxwedanê ya Apoyî bûn, ji bo bersivê bidin êrîşên dijmin di qada leşkerî de xwe pêş xistin. Di pêkanîna taktîkên gerîla yên serdema nû de israr kirin û derb li dijmin xistin.
Mostrar todo...
😢 4🕊 3 1🥰 1🙏 1🫡 1
05:18
Video unavailableShow in Telegram
🌹Ji bo Bîranîna Şehîdên Basilê vê Stranê diyarî dikin Yara û Yusif xwîşk û birayê hevên ji Bajarên Efrînê ne niha li Kantona Şehba di nava Zor û zehmetiyan de têkoşîn û berxwedanî didin meşandin da ku vegerên ser xaka xwe. Bi deng û awazên xwe ve Stranekî ji bo şehîdên Basilê ku di 30’ê Çileya 2024’an de Şehîd bûn dibêjin ➡️ (https://t.me/tvefrin/456)Dîmenbişopînin (https://t.me/tvefrin/456) https://t.me/sopdareheqiqete
Mostrar todo...
❤‍🔥 7🔥 2👍 1🙏 1🫡 1
Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) Dagirkerê bi navê Murat Doğan li Amedê Ceza kirin. ➡️Berfirehî Agahî https://t.me/sopdareheqiqete
Mostrar todo...
❤‍🔥 5👍 2🔥 2 1👏 1
Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) Dagirkerê bi navê Murat Doğan li Amedê Ceza kirin. ➡️Berfirehî Agahî (https://t.me/milisenazadiye/120) https://t.me/sopdareheqiqete
Mostrar todo...
Photo unavailableShow in Telegram
‼️ “Ji HPG’ê Hişyarî ji bo Cerdevanan Navên we li ber destê me ye ” 📌Cerdevanên din ên ku hatine Herêmên Parastinê yên Medyayê û yên hewl tê dayin ku bêne anîn, navên wan li ber destê me hene. Em hişyariyê didin hemû cerdevanan ên ku anîne Herêmên Parastinê yên Medyayê û hewl didin bînin herêmê. Divê ti cerdevan qebûl neke ku derkevin derveyî gundê xwe, divê qebûl nekin ku di bin fermana artêşa dagirker de tevlî êrîşên dagirkeriyê yên herêmên cuda bibin. Divê tevlî van operasyonên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê nebin, divê neyên Herêmên Parastinê yên Medyayê û nekevin çeperên artêşa dagirker ku di hedefa gerîla de ne. Ti kesên ku li hemberî gelê xwe bi zanebûn û bi xwesteka xwe çek bi kar anîne û di dagirkirina welatê xwe de rol lîstine, xiyanet kirine, di dîrokê de ti carî ji aliyê hêzên şoreşger ve bêhesabpirsînê nehatine hiştin. Divê cerdevanên ku bi vî rengî bi roleke nexêr radibin zanibin ku wê rojekê bêne darizandin û bêhesab nemînin." https://t.me/sopdareheqiqete
Mostrar todo...
3👍 2🔥 2🤔 1
Photo unavailableShow in Telegram
🔶 #CemîlBayik “Gelê me hemû lazim e li ziman û çanda xwe xwedî derkeve” 🔸Ji bo gelekî ziman, çand bedena wî gelî ye. Hebûna wî gelî ye. Eger gelek, miletek zimanê xwe, çanda xwe winda bike ew nikare bijî. Ji holê radibe. Vê demê ilim û teknîk pir bi pêş ketiye. Bi taybetî sîstema kapîtalîst modernîte yê dagirker qirker li vê gelekî sûdê werdigire. Ji bo ku armanca xwe pêk bînin hîn zêde li ser asîmîlasyonê disekine. Ji ber wê teknîk, ilim ji bo armancên xwe ji her alî ve pêk tînin. Niha dewleta qirker dagirker a Tirk tablet li gelek zarokên Kurdan belav kir. Hem jî li dibistana destpêkê, li van tabletan hinek bername siwar kiriye. Bernameyên ku li van tabletan siwar kirine hemû ji bo ciwan, zarokên Kurd bi temamî bikin Tirk, bi temamî ji nasname û rastiya xwe dûr bixîne, bihelîne ku karibe civaka Kurd ji holê rake hatine amadekirin. Ji ber wê gelê me hemû lazim e li ziman û çanda xwe xwedî derkeve. https://t.me/sopdareheqiqete
Mostrar todo...
5 1👍 1🤗 1🫡 1

3🙏 2🔥 1🫡 1