Warê Helbestvan û Nivîseran
533
Suscriptores
-124 horas
+17 días
-430 días
Distribuciones de tiempo de publicación
Carga de datos en curso...
Find out who reads your channel
This graph will show you who besides your subscribers reads your channel and learn about other sources of traffic.Análisis de publicación
Mensajes | Vistas | Acciones | Ver dinámicas |
01 Media files | 38 | 0 | Loading... |
02 Media files | 71 | 0 | Loading... |
03 Dara zimanê min vejî bi reng û dengê Hawarê
Bi zanistê qahîm dibe kok û hindamê vê darê
Ger bi zanist û xwendinê em av bidin dara zimên
Kulîlkên wê hêşîn dibin wekî kulîlkên Adarê
Ger me jî biharek hebe bi hêza pirtûkê ye ew
Xwendina xwe pirtir dike yê ku li benda biharê
Xanî, Mela û Feqîyî ji bo min hiştin ev mîrat
Ez vê dara xwe hişk nakin ger agir li min bibarê
Eger li warê bavên xwe nedim pesna zimanê xwe
Dê bêhêz û kevtî bibim wek feqîrê ber êvarê
Ger şûşa emrî dabezî najîm li cîhana rizî
Armîn ji bo Kurdî dijî najî bo eşqa çi yarê
Armînê Gulê
16ê Gulana 2022ê | 211 | 1 | Loading... |
04 Min di xabê nazikek îro di bax
Min di xabê nazikek îro di bax
dî me go qey hate der dilî ke sax
Lê dema hişyar dibûm min dî du dax
dil disojin jê dirêtin xwîn û yax
Xweş bihar hat li me temmûz û tebax
Ey xwezî min dîba ew re‘na delal
Purs bikir carek tinê dîsa ji hal
Da bigotim dil keîb e bêmecal
Mîslê tûtakan li ber kem nale-nal
Belkî bê rehmê ji lew min ket fîrax
Em dikin ah û enîn û zarîyan
Şubhetê evdal û jarê ser çîyan
Xew nehin hetta seher şev-tarîyan
Her du çeşmê xwe me avêhtin riyan
Belkî bê dilber li ser çav û eyax
Nazika min bes nehin ma ev sebir
Were dil derman ke yan bêje bimir
Yan bike me koleyê te’ht el-emir
Yan evê hicran û azarê bibirr
Ey xwezî mizgîn bîya ew weqt û çax
Ew çi reşbûne di bextê xwe me dî
Qet evê dewranê xeyrê me nedî
Em ji dinyayê tinê tali‘ bed î
Dê wisan bin ey eceb ta ebedî
Ronî nadit bo me jî carek çirax
Kewkeb û necme me nahs e nade rê
Muşterî nayê ji burca qemerê
Ey hawar qet kes nihin bê mehderê
Pirr sewab e bi hedîs û xeberê
Kî ji ahîn û enînan dil ke sax
Felekê derdê dinê berheq kirin
Yek û yek ser qews û birhan sef kirin
Her yekê yek awirek mecref kirin
Wek nîşaban li dilê me xef kirin
Qelb û mêlak dane ber mîzraq û cax
Elleh Ellah ev çi nûr û ruhnî ye
Yûsuf e yan melek e yan perî ye
Roj e heyv e li sema nûranî ye
Sorgul e yan nêrgiza fîrdewsî ye
‘Eynê tubayî ye yan jî belg û çax
Abê heywan zemzem e yan kewser e
Horî ye yan tê ji fîrdewsê der e
Sibe ye yan şeveq e yan seher e
Durr e mercan e eceb yan cewher e
Yan ji nava dil Elî ‘emman e rax
Mele Elîyê Êrsî<> | 108 | 0 | Loading... |
05 Media files | 119 | 1 | Loading... |
06 PÎRÊ
Gote lê lê bûkê keçê delalê,
Ma tu nizanî bavê min Kurd e,
Gelê Arî bazê çiyayî ye,
Dayîka min, ji dewra qedîm e, eslê xwe Êzîdî ye,
Heta niha bi heftê û çar fermanan ew qetil bûye,
Jiyan ji bo wî tim koçberî ye.
Lawê min reng esmer e, xwedî ala gewher e,
Ew bêdewletî ye, dil bi axîn û keser e,
Keça min xweş cewher e,
Axa wî tev maden û neft û zêr e,
Zimanê wî şirîn û xweş e, wek nexşê liwêleper e,
Zavayê min Elawî ye, sunnî lê bûne neyar e,
Wî pir kuştin û qetlîâm dîye,
Neviyên min Ermenî ne, pir tehn û niç li wan bûye,
Gotin sere vana jê kin ew ne ji Ol û dînê me ye,
Ji ber hebûna xwe, pir û pir îxanet dîtiye..!
Civata min Asûrî, Suryanî û Keldanî ye,
Rûyê min Hewremanî ye,
Kenê min Soranî û Lorî ye,
Bejna min bilind e mîna Koyê Cûdî û Sîpanî ye,
Hêrs û heybeta min ji xofa Mîra ye,
Rabûn û rûniştina min bi xatûnî ye,
Axîna min kûrê ji dilê Rojava Efrînî ye,
Rondikên min dibarin bi Kumancî ye.
Bûkê delalê rengê hêsirên me bitevahî yek in
Lê axîn û nalîna dilê min bi Kurdî ye..!
Bûkê;
Welatê me buhîşta me ye,
Destê me jê qetiyaye....
Seyfedînê Welekorî
19.07.2018, Stenbol
<> | 220 | 1 | Loading... |
07 🎵🎶Evîn
👤Sîpan Xelat
@waresharan | 144 | 3 | Loading... |
08 Media files | 169 | 0 | Loading... |
09 PÊNÛS
Ji ezel ve
Karê dinyê eve,
Wilo hatiye,
Wê wilo here
Kes nîne ji canê xwe heznake
Ji ezezetiya xwe re
Kar û xebatê nake û
Yê ne wabe;
Tiredîne, mejî di serî de nîne,
Wek «beruwa ji qalikê xwe dere»
Dûrî civatê digere...
Belê ezezetî
Tu şaristaniyan ava nake,
Tu gelan rizgar nake
Çendî avanî û qûnaxên
Mirovên ji vî terzî hebin
Çendî otomobîl
Li ber dergehên wan rawestî bin,
Çendî di malên xwe de
Şaristanî bin û
Çendî şevbuhêrkên wan
Li ser masan bi şadî bin
Lê sûde çiye ku;
Civata li dor wan
Di xizanî û hejariyê de
Xeriqî bin
Ji birçîbûnê merisî bin
Di belengaziyê de perçiqî bin
Bêgoman ew jiyana ku têde dijîn
Ne tu jiyane.
Şaristaniya ku xwe têde dibînin
Ne tu şaristaniye,
Vir û derewin
Xêzek ji hêsrên pênûsa min
Hemberî semyanê wan tevî ye
Wê tev bimirin
Lê
Xêzên pênûsa min namirin
Wê bimînin zindiye
Wê bimînin zindiye
Konê Reş<> | 209 | 1 | Loading... |
10 🍁🍂🍁🍂
هاوار بە ماڵم
وتت نایەم
کەواتە ئیمڕۆ،
ئێوارە
دونیا زووتر تاریک دادێ...
ــــــــــــــــــــــــــــــ
#شێرزاد_حەسەن | 209 | 0 | Loading... |
11 Û Cîroka Bihorî dîsan vedigeşe
mîna Kenek zaroktiyê
ku bûyî kelogirîyek weşartî..
#Ozal
@waresharan | 243 | 1 | Loading... |
12 Media files | 233 | 0 | Loading... |
13 ÎRO SIBE
Li bendê be çavjîna min
Ez ê werim îro sibe
Li wir be tu evîna min
Dê vegerim îro sibe
Hesreta te gihişt hestî
Îro dîsa dil tu xwestî
Zend û destên te bi mestî
Ez ê bigrim îro sibe
Ku neyêm te nebînim lez
Li dinyayê nemînim ez
Ji vî welatê kul, merez
Ez ê herim îro sibe
Dê terk bikim vê cîhanê
Vê heyatê, vê jiyanê
Ger negihm te ciwanê
Ez ê bimrim îro sibe
23/02/2012
Arif Selçuk<> | 255 | 2 | Loading... |
14 Ser hilînim ji destê dil
Piştê min wî kirîye mil
Ax ku nikom bikim tamil
Were elêlê elêlo
Şemala sar hate wezîn
Hemêza germ jê ra werîn
Qoşme maye wê rawecîn
Were elêlê elêlo
XanMemed çû torqe firîn
Ew torqeyên dil bi birîn
Li hev şerîn dane girîn
Were elêlê elêlo
Rêkoçên me bê rêwî man
Digotin yên ku tênî , man
Kanî qar bûn ji me tî man
Were elêlê elêlo
سهر هلینم ژ دهستێ دل
پشتێ من وی کرییه مل
ئاخ کو نکۆم بکم تامل
وهره ئهلێلێ ئهلێلۆ
شهمالا سار هاته وهزین
ههمێزا گهرم ژێ ڕا وهرین
قۆشمه مایه وێ ڕاوهجین
وهره ئهلێلێ ئهلێلۆ
خانمهمهد چوو تۆرقه فرین
ئهو تۆرقهیێن دل ب برین
ل ههڤ شهرین دانه گرین
وهره ئهلێلێ ئهلێلۆ
ڕێکۆچێن مه بێ ڕێوی مان
دگۆتن یێن کو تێنی ، مان
کانی قار بوون ژ مه تی مان
وهره ئهلێلێ ئهلێلۆ
#Merxa_Çiyan | 280 | 0 | Loading... |
Dara zimanê min vejî bi reng û dengê Hawarê
Bi zanistê qahîm dibe kok û hindamê vê darê
Ger bi zanist û xwendinê em av bidin dara zimên
Kulîlkên wê hêşîn dibin wekî kulîlkên Adarê
Ger me jî biharek hebe bi hêza pirtûkê ye ew
Xwendina xwe pirtir dike yê ku li benda biharê
Xanî, Mela û Feqîyî ji bo min hiştin ev mîrat
Ez vê dara xwe hişk nakin ger agir li min bibarê
Eger li warê bavên xwe nedim pesna zimanê xwe
Dê bêhêz û kevtî bibim wek feqîrê ber êvarê
Ger şûşa emrî dabezî najîm li cîhana rizî
Armîn ji bo Kurdî dijî najî bo eşqa çi yarê
Armînê Gulê
16ê Gulana 2022ê
Min di xabê nazikek îro di bax
Min di xabê nazikek îro di bax
dî me go qey hate der dilî ke sax
Lê dema hişyar dibûm min dî du dax
dil disojin jê dirêtin xwîn û yax
Xweş bihar hat li me temmûz û tebax
Ey xwezî min dîba ew re‘na delal
Purs bikir carek tinê dîsa ji hal
Da bigotim dil keîb e bêmecal
Mîslê tûtakan li ber kem nale-nal
Belkî bê rehmê ji lew min ket fîrax
Em dikin ah û enîn û zarîyan
Şubhetê evdal û jarê ser çîyan
Xew nehin hetta seher şev-tarîyan
Her du çeşmê xwe me avêhtin riyan
Belkî bê dilber li ser çav û eyax
Nazika min bes nehin ma ev sebir
Were dil derman ke yan bêje bimir
Yan bike me koleyê te’ht el-emir
Yan evê hicran û azarê bibirr
Ey xwezî mizgîn bîya ew weqt û çax
Ew çi reşbûne di bextê xwe me dî
Qet evê dewranê xeyrê me nedî
Em ji dinyayê tinê tali‘ bed î
Dê wisan bin ey eceb ta ebedî
Ronî nadit bo me jî carek çirax
Kewkeb û necme me nahs e nade rê
Muşterî nayê ji burca qemerê
Ey hawar qet kes nihin bê mehderê
Pirr sewab e bi hedîs û xeberê
Kî ji ahîn û enînan dil ke sax
Felekê derdê dinê berheq kirin
Yek û yek ser qews û birhan sef kirin
Her yekê yek awirek mecref kirin
Wek nîşaban li dilê me xef kirin
Qelb û mêlak dane ber mîzraq û cax
Elleh Ellah ev çi nûr û ruhnî ye
Yûsuf e yan melek e yan perî ye
Roj e heyv e li sema nûranî ye
Sorgul e yan nêrgiza fîrdewsî ye
‘Eynê tubayî ye yan jî belg û çax
Abê heywan zemzem e yan kewser e
Horî ye yan tê ji fîrdewsê der e
Sibe ye yan şeveq e yan seher e
Durr e mercan e eceb yan cewher e
Yan ji nava dil Elî ‘emman e rax
Mele Elîyê Êrsî<>
PÎRÊ
Gote lê lê bûkê keçê delalê,
Ma tu nizanî bavê min Kurd e,
Gelê Arî bazê çiyayî ye,
Dayîka min, ji dewra qedîm e, eslê xwe Êzîdî ye,
Heta niha bi heftê û çar fermanan ew qetil bûye,
Jiyan ji bo wî tim koçberî ye.
Lawê min reng esmer e, xwedî ala gewher e,
Ew bêdewletî ye, dil bi axîn û keser e,
Keça min xweş cewher e,
Axa wî tev maden û neft û zêr e,
Zimanê wî şirîn û xweş e, wek nexşê liwêleper e,
Zavayê min Elawî ye, sunnî lê bûne neyar e,
Wî pir kuştin û qetlîâm dîye,
Neviyên min Ermenî ne, pir tehn û niç li wan bûye,
Gotin sere vana jê kin ew ne ji Ol û dînê me ye,
Ji ber hebûna xwe, pir û pir îxanet dîtiye..!
Civata min Asûrî, Suryanî û Keldanî ye,
Rûyê min Hewremanî ye,
Kenê min Soranî û Lorî ye,
Bejna min bilind e mîna Koyê Cûdî û Sîpanî ye,
Hêrs û heybeta min ji xofa Mîra ye,
Rabûn û rûniştina min bi xatûnî ye,
Axîna min kûrê ji dilê Rojava Efrînî ye,
Rondikên min dibarin bi Kumancî ye.
Bûkê delalê rengê hêsirên me bitevahî yek in
Lê axîn û nalîna dilê min bi Kurdî ye..!
Bûkê;
Welatê me buhîşta me ye,
Destê me jê qetiyaye....
Seyfedînê Welekorî
19.07.2018, Stenbol
<>
PÊNÛS
Ji ezel ve
Karê dinyê eve,
Wilo hatiye,
Wê wilo here
Kes nîne ji canê xwe heznake
Ji ezezetiya xwe re
Kar û xebatê nake û
Yê ne wabe;
Tiredîne, mejî di serî de nîne,
Wek «beruwa ji qalikê xwe dere»
Dûrî civatê digere...
Belê ezezetî
Tu şaristaniyan ava nake,
Tu gelan rizgar nake
Çendî avanî û qûnaxên
Mirovên ji vî terzî hebin
Çendî otomobîl
Li ber dergehên wan rawestî bin,
Çendî di malên xwe de
Şaristanî bin û
Çendî şevbuhêrkên wan
Li ser masan bi şadî bin
Lê sûde çiye ku;
Civata li dor wan
Di xizanî û hejariyê de
Xeriqî bin
Ji birçîbûnê merisî bin
Di belengaziyê de perçiqî bin
Bêgoman ew jiyana ku têde dijîn
Ne tu jiyane.
Şaristaniya ku xwe têde dibînin
Ne tu şaristaniye,
Vir û derewin
Xêzek ji hêsrên pênûsa min
Hemberî semyanê wan tevî ye
Wê tev bimirin
Lê
Xêzên pênûsa min namirin
Wê bimînin zindiye
Wê bimînin zindiye
Konê Reş<>
Repost from Warê Helbestvan û Nivîseran
Photo unavailableShow in Telegram
🍁🍂🍁🍂
هاوار بە ماڵم
وتت نایەم
کەواتە ئیمڕۆ،
ئێوارە
دونیا زووتر تاریک دادێ...
ــــــــــــــــــــــــــــــ
#شێرزاد_حەسەن