ch
Feedback

不要被骗子欺骗!Telemetrio 会找到并标记这些频道 👉 如果想查看标记,请订阅

YPJ MEDIA CENTER

YPJ MEDIA CENTER

前往频道在 Telegram

Official Telegram channel for the Women’s Defense Units (YPJ) in Rojava - Northern Syria Federation

显示更多

📈 Telegram 频道 YPJ MEDIA CENTER 的分析概览

频道 YPJ MEDIA CENTER (@ypjmediacenter) 库尔德语 语言赛道中的 是活跃参与者。目前社区聚集了 15 168 名订阅者,在 新闻与媒体 类别中位列第 13 970,并在 叙利亚 地区排名第 566 位。

📊 受众指标与增长动态

自 невідомо 创建以来,项目保持高速增长,吸引了 15 168 名订阅者。

根据 11 十一月, 2026 的最新数据,频道保持稳定运转。过去 30 天订阅人数变化为 -388,过去 24 小时变化为 -9,整体触达仍然可观。

  • 认证状态: 未认证
  • 互动率 (ER): 平均受众互动率为 13.73%。内容发布后 24 小时内通常能获得 5.42% 的反应,占订阅者总量。
  • 帖子覆盖: 每篇帖子平均可获得 2 082 次浏览,首日通常累积 822 次浏览。
  • 互动与反馈: 受众积极参与,单帖平均反应数为 0。

📝 描述与内容策略

作者将该频道定位为表达主观观点的平台:
“Official Telegram channel for the Women’s Defense Units (YPJ) in Rojava - Northern Syria Federation”

凭借高频更新(最新数据采集于 12 十一月, 2026),频道始终保持新鲜度与高覆盖。分析显示受众积极互动,使其成为 新闻与媒体 类别中的关键影响点。

15 168
订阅者
-924 小时
-887 天
-38830 天
帖子存档
Axaftina Berdefka YPJ' ê Ruksen Mihemed derbarê maf û cihê jinê di pêvajoya siyasî ya Sûriyê de YPJ' êdi van 15 salên xebata
Axaftina Berdefka YPJ' ê Ruksen Mihemed derbarê maf û cihê jinê di pêvajoya siyasî ya Sûriyê de YPJ' êdi van 15 salên xebata xwe de roleke dîrokî di pêşxistina jiyana jinan û guhertina hişmendiya civakê de lîstiye. Armanca wê ne tenê parastina leşkerî , lê di heman demê de xebat kiriye ku jin di qadên siyasî, perwerdehî, civakî û leşkerî de xwedî rol û biryarder be. Bi damezrandina YPJ 'ê re, jinan îspat kir ku dikarin xwe biparêzin, rêxistin bikin û di hemû qadên jiyanê de xwedî berpirsiyar bin. YPJ 'ê ji bo jinan bûye dibistana nasîna hebûna xwe, dîroka xwe û mafên xwe. Herwiha, berxwedan û pêşengiya şervanên wê bûye sembola cesaret, azadî û xwebûnê. #ypj #YPG #DefendRojava 👇👇 https://ypjrojava.net/?p=22425 https://ypjrojava.net/ar/?p=24516 https://ypjrojava.net/en/?p=24025

Şervanên YP ê li Konên Sersaxiyê yên Gerîla Di van rojên pîroz û bi êş de, şervanên Wargeha Parastina Jin –YPJ bi serbilindiy
+4
Şervanên YP ê li Konên Sersaxiyê yên Gerîla Di van rojên pîroz û bi êş de, şervanên Wargeha Parastina Jin –YPJ bi serbilindiyeke mezin û bi girêdaneke xurt bi bîranîna şehîdan re, berê xwe didin konên sersaxiyê. Ew bi çavên tijî birûsk û bi serbilindiyeke bêhempa tevlî merasîmên sersaxiyê dibin ku ji bo bîranîna lehengên HPG,YJA STAR hatine danîn. Dema ku keçên Rojavayê û şervanên YP ê derbasî konê sersaxiyê dibin, silaveke leşkerî ya bi rûmet didin û serê malbatan û hevrêzan ditewînin. Ew nîşan didin ku cilên wan ên cuda ne, lê dilê wan, armanca wan û sondên wan yek in. Di çavên wan de ne tenê şîn heye, lê belê soza tolhildanê û mezinkirina têkoşînê heye. Bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û bi tilîliyên dayikan, konên sersaxiyê dibin cihên nûjenkirina soza azadiyê. Li wir, xwîna ku li çiyayan rijiyaye û xwîna ku li bajaran tê parastin, dibin yek û bingeha serkeftina gelê Kurd datînin #ypj #YPG #DefendRojava 👇👇 https://ypjrojava.net/?p=22417 http://ypjrojava.net/ar/?p=24508 https://ypjrojava.net/en/?p=24018

Şervanên YP ê li Konên Sersaxiyê yên Gerîla Di van rojên pîroz û bi êş de, şervanên Wargeha Parastina Jin – YPJ bi serbilindiyeke mezin û bi girêdaneke xurt bi bîranîna şehîdan re, berê xwe didin konên sersaxiyê. Ew bi çavên tijî birûsk û bi serbilindiyeke bêhempa tevlî merasîmên sersaxiyê dibin ku ji bo bîranîna lehengên HPG,YJA STAR hatine danîn. Dema ku keçên Rojavayê û şervanên YP ê derbasî konê sersaxiyê dibin, silaveke leşkerî ya bi rûmet didin û serê malbatan û hevrêzan ditewînin. Ew nîşan didin ku cilên wan ên cuda ne, lê dilê wan, armanca wan û sondên wan yek in. Di çavên wan de ne tenê şîn heye, lê belê soza tolhildanê û mezinkirina têkoşînê heye. Bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û bi tilîliyên dayikan, konên sersaxiyê dibin cihên nûjenkirina soza azadiyê. Li wir, xwîna ku li çiyayan rijiyaye û xwîna ku li bajaran tê parastin, dibin yek û bingeha serkeftina gelê Kurd datînin #ypj #YPG #DefendRojava 👇👇 https://ypjrojava.net/?p=22417 http://ypjrojava.net/ar/?p=24508 https://ypjrojava.net/en/?p=24018

1ê Mijarê meşa YPJ ê xwedî derketina li dîrokê ye #ypj #YPG #DefendRojava

Ji Raya Giştî ya Cîhanê û Gelê Me yê Welatparêz Re Dîrok ne tenê şahidê serdemên tarî ye, di heman demê de şahidê berxwedana
+3
Ji Raya Giştî ya Cîhanê û Gelê Me yê Welatparêz Re Dîrok ne tenê şahidê serdemên tarî ye, di heman demê de şahidê berxwedana ku tarîtiyê parçe jî dike ye. Kobanî, di bîra mirovahiyê de ne tenê bajarek e; ew xeta berxwedana rûmetê ye, qada ku jiyanê li ser mirinê bi ser xistiye û keleha berxwedana bêhempa ya YPJ'ê ye. Fermandariya giştî ya YPJ’ê 1'ê Mijdarê Roja Kobaniyê ya Cîhanî 1.11.2026 #ypj #YPG #DefendRojava 👇👇 https://ypjrojava.net/?p=22410 https://ypjrojava.net/ar/?p=24502

Yekîneyên Parastina Jinê û Lîwaya Hesekê piştî barîna barana zêde û lehiyê li Kampa Waşokani alîkariya penaberên Serê Kaniyê
+5
Yekîneyên Parastina Jinê û Lîwaya Hesekê piştî barîna barana zêde û lehiyê li Kampa Waşokani alîkariya penaberên Serê Kaniyê dikin Barîna barana zêde ya ku li herêmê barî, bû sedema lehiyê li beşên Kampa Waşokani, ku penaberên ji bajarê Serê Kaniyê lê dijîn. Ev yek êşa malbatên penaber zêdetir kir û rewşa wan a mirovî zehmettir kir. Di bersivdana vê rewşê de, Yekîneyên Parastina Jinê û Lîwaya Hesekê dest bi belavkirina alîkariyan ji bo penaberên zirar dîtin kirin, da ku êşa wan sivik bikin û di derbasbûna vê rewşa zehmet de piştgiriya wan bikin. #ypj #YPG #DefendRojava 👇👇 https://ypjrojava.net/?p=22402 https://ypjrojava.net/ar/?p=24494

Ji Bo Raya Giştî û Hemû Jinên Têkoşer Girtina biryara darvekirinê ji bo çalakvan û girtiya siyasî ya jin a Kurd Werîşe Muradî
Ji Bo Raya Giştî û Hemû Jinên Têkoşer Girtina biryara darvekirinê ji bo çalakvan û girtiya siyasî ya jin a Kurd Werîşe Muradî ji aliyê Rejîma Îslamî ya Îranê ve, berfirehiya siyaseta qirkirina jinê û êrîşeke rasterast e li ser îrade û azadîxwestina tevahiya jinan. Dîroka Rejîma Îranê şahidê wê yekê ye ku desthilatdariya paşverû her tim xwestiye berxwedana gelê Kurd û pêngavên rizgariya jinê bi sêdar û tirsê bitebisine. Ji Şêrîn Elemhûlî heta Zeynep Celaliyan û îro jî Werîşe Muradî, siyaseta çewsandina jinên berxwedêr di bingeha hişmendiya vê desthilatdariyê de cîh digire. Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 21.10.2026 #ypj #YPG #DefendRojava 👇👇 https://ypjrojava.net/?p=22399 https://ypjrojava.net/ar/?p=24491 https://ypjrojava.net/en/?p=24008

Ji bo Raya Giştî û Medyayê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), ku di têkoşîna li dijî terorê û parastina nirxên mirovahiyê de xwed
Ji bo Raya Giştî û Medyayê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), ku di têkoşîna li dijî terorê û parastina nirxên mirovahiyê de xwedî dîrok û sekneke girîng e, derbarê geşedanên dawî û pêvajoya nû de berî her tiştî gelê me û paşê raya giştî agahdar dike: Di çarçoveya hewldanên ji bo pêkanîna aramiya herêmê û avakirina paşerojeke ewle de, nîqaş û nirxandinên li ser pêvajoya entegrasyonê berdewam dikin. Di vê pêvajoyê de, YPJ wekî hêzeke xweser û taybet cihê xwe digire. YPJ ne tenê hêzeke leşkerî ye, di heman demê de sembola îrade û ked a jinê ye. Ji ber vê yekê, derbarê hûrgiliyên beşdarbûnê û rola YPJ’ê ya di avaniya nû de, li ser bingeha parastina nasname, ezmûn û destkeftiyên jinan, nîqaşên berfireh berdewam dikin. Fermandariya Giştî Ya (YPJ)ê 20/10/2026 #ypj #YPG #DefendRojava 👇👇 https://ypjrojava.net/?p=22395 https://ypjrojava.net/ar/?p=24487 https://ypjrojava.net/en/?p=24004

Hêza jinê, hêza jiyanê ye. #ypj #YPG #DefendRojava

photo content

Rêya YPJ’ê rêya rûmet û azadiyê ye. #ypj #YPG #DefendRojava

Ev kiryara li ser wêneyên şehîdan li dijî nirxên me ye KOBANÊ –Dayika şehîd Edlê Bekir li hemberî êrişên ku li taxa Xwêran a Hesekê li ser wêneyên şehîdan pêk tên bertek nîşan da. Edlê Bekir got: "Em wek gelê Kobanê vê kiryara li ser wêneyên şehîdan şermezar dikin. Şehîdên me ji bo me nirx in, rûmeta me ne, ronahiya çavên welat û axa me ne. Em îro bi xwîna şehîdan li ser piyan e." 'Ev kiryar li dijî jinan e' Edlê Bekir wiha domand: "Êrişa ku îro li ser wêneyên şehîdan tê kirin, di rastiyê de êrişa li ser jinan e. Ev kiryar şîroveyeke cuda hilnagire, kiryareke li dijî hemû nirxên me ye. Em vê kiryarê şermezar dikin, em li hemberî bêdeng namînin û qebûl nakin." #ypj #YPG #DefendRojava 👇👇 https://ypjrojava.net/?p=22391 https://ypjrojava.net/ar/?p=24482 https://ypjrojava.net/en/?p=24000

YPJ ne tenê artêş e, felsefeya azadiyê ye. #ypj #YPG #DefendRojava

YPJ’ê nîşana vîna azad a jinê ye #ypj #YPG #DefendRojava

Malbatên Şehîdan ên Kobanê: Em ê li ser şopa şehîdên xwe bin KOBANÊ – Endama Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê Rodîn Mihemed bertek nîşanî êrişên li ser wêneyên şehîdan ên li Hesekê da û got: Em vê bêrêziyê qebûl nakin. Rodîn Mihemed diyar kir ku ev çend roj in li taxa Xwêran a Hesekê hin kes bi awayekî bi zanebûn tevlîheviyê derdixin û êrişî wêneyên şehîdan dikin. 'Ev êriş li dijî hemû gelan e' Rodîn Mihemed wiha axivî: "Ev şehîd ji bo azadiya axa Sûriyê û ji bo parastina hemû gelan ji komkujiyê canê xwe feda kirin. Destdirêjîkirina li ser wêneyên wan ne tenê destdirêjiya li ser malbatên wan e, destdirêjiya li ser hemû nirxên me ye. Ev bi eşkereyî binpêkirina hiqûqê ye. #ypj #YPG #DefendRojava 👇👇 https://ypjrojava.net/?p=22388 https://ypjrojava.net/ar/?p=24479 https://ypjrojava.net/en/?p=23997

JI BO RAYA GIŞTÎ Di van demên dawî de, li dijî nirxên herî pîroz ên gelê me û şoreşa me hewldanên qirêj û êrîşên ku sûret û p
JI BO RAYA GIŞTÎ Di van demên dawî de, li dijî nirxên herî pîroz ên gelê me û şoreşa me hewldanên qirêj û êrîşên ku sûret û pîroziya şehîdên me dikin armanc tên kirin. Ev êrîşên ku rasterast rûmeta şehîdên me dikin hedef, di serî de li dijî hemû pîvanên mirovahiyê, hişmendiya ehlaqî û xetên sor ên wijdanê civakê ne. Şehîdên me nasname, rûmet û nirxên herî pîroz ên hebûna me ne. Kesên ku li beramberî îrade û berxwedana jinên azad têk çûne, îro bi rêbazên nemirovane û li dervayî ehlaqê mirovahiyê êrîşî şehîdên me dikin. Ev dîmenên bêehlaq û kiryarên qirêj bi tu awayî ne layiqî gelê me û welatê me ne; ev êrîş êrîşeke rasterast in li ser rûmet û nirxên hevpar ên tevahiya civaka me. Fermandariya Giştî ya YPJ 14.10.2026 #ypj #YPG #DefendRojava 👇👇 https://ypjrojava.net/?p=22385 https://ypjrojava.net/ar/?p=24476 https://ypjrojava.net/en/?p=23994

JI BO RAYA GIŞTÎ Di van demên dawî de, li dijî nirxên herî pîroz ên gelê me û şoreşa me hewldanên qirêj û êrîşên ku sûret û p
JI BO RAYA GIŞTÎ Di van demên dawî de, li dijî nirxên herî pîroz ên gelê me û şoreşa me hewldanên qirêj û êrîşên ku sûret û pîroziya şehîdên me dikin armanc tên kirin. Ev êrîşên ku rasterast rûmeta şehîdên me dikin hedef, di serî de li dijî hemû pîvanên mirovahiyê, hişmendiya ehlaqî û xetên sor ên wijdanê civakê ne. Şehîdên me nasname, rûmet û nirxên herî pîroz ên hebûna me ne. Kesên ku li beramberî îrade û berxwedana jinên azad têk çûne, îro bi rêbazên nemirovane û li dervayî ehlaqê mirovahiyê êrîşî şehîdên me dikin. Ev dîmenên bêehlaq û kiryarên qirêj bi tu awayî ne layiqî gelê me û welatê me ne; ev êrîş êrîşeke rasterast in li ser rûmet û nirxên hevpar ên tevahiya civaka me. Weke Fermandariya Giştî ya YPJ’ê, em bang li Hukûmeta Şamê dikin ku berpirsiyariya xwe bîne cih, li hemberî van kiryarên nemirovane tavilê bikeve nav tevgerê û bi awayekî herî tund hesab ji van êrîşkaran bixwaze. Raya giştî û hemû alî bila baş bizanibin ku em weke YPJ’ê li hemberî van êrîşan bi tu awayî bêdeng namînin û tu êrîşên li