4 228
المشتركون
-724 ساعات
-217 أيام
-11130 أيام
أرشيف المشاركات
4 228
+3
شيع أهالي مدينة عامودا جثمان الشهيد فايز عبدي ، أحد عناصر قوى الأمن الداخلي - الأسايش في مزار الشهيد اسماعيل.
Şêniyên Amûdê cenzeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Fayiz Ebdî oxir kirin.
Rojava FM
4 228
+3
تستمر بلدية الشعب في قامشلو بأعمال تزفيت الطرق، حيث تواصل الفرق الفنية أعمال صيانة وتزفيت الشوارع الرئيسية في الجهة الشرقية من المدينة.
Şaredariya Gel a bajarê Qamişloyê xebatên asfaltkirina rêyan didomîne. Xebatên çaksazkirin û asfaltkirina kolanên sereke li aliyê rojhilatê bajêr berdewam dikin.
Rojava FM
4 228
+7
فوج الإطفاء في قامشلو يباشر بتوزيع سيارات الإطفاء على 22 نقطة محددة في قرى وبلدات مقاطعة قامشلو، وذلك في إطار الاستعدادات لحماية الموسم الزراعي لعام 2026. وتم تجهيز السيارات بالمعدات والمواد اللازمة مسبقاً من قبل فوج الإطفاء ولجنة الطوارئ، بهدف ضمان سرعة الاستجابة والتدخل عند وقوع الحرائق أو أي حالات طارئة أخرى.
Tîma Agirkujiyê ya Qamişlo, di çarçoveya amadekariyên parastina werzê çandiniyê yê 2026'an de, dest bi belavkirina Erebeyên agirkujiyê li 22 cihên destnîşankirî yên Kantona Qamişlo Kir.
Rojava FM
4 228
Nirxên pereyên biyanî li hember lîreya Sûrî.
أسعار صرف العملات الأجنبية مقابل الليرة السورية.
Rojava FM
4 228
+9
انطلاق امتحانات الشهادة الثانوية بفرعيها العلمي والأدبي (النظامي والأحرار)، وفق منهاج الإدارة الذاتية الديمقراطية، في مناطق روجآفاي كردستان.
ورصدت عدسة روجافا FM سير الامتحانات في عدد من المراكز الامتحانية بمدينة قامشلو، حيث يتقدم نحو 2860 طالباً وطالبة لأداء الامتحانات على مستوى المنطقة.
Li Rojavayê Kurdistanê, ezmûnên xwendekarên qonaxa amadehiyê ya beşên zanistî û wêjeyî dest pê kirin. Ev jî wêneyên ji çend navendên ezmûnan li bajarê Qamişlo ne.
Rojava FM
4 228
Bi sedan şêniyê bajarên Girkê Legê, Dêrik û Çilaxa cenazeyê şehîd Egîd Girkê Legê li Pakrewangeha Şehîd Xebat spartên axê.
المئات من أهالي مدينة كركي لكي و مدينة ديرك و جل أغا قاموا بتشييع الشهيد عكيد كركي لكي في مزار الشهيد خبات ديرك
Rojava FM
4 228
Nirxên pereyên biyanî li hember lîreya Sûrî.
أسعار صرف العملات الأجنبية مقابل الليرة السورية.
Rojava FM
4 228
Repost from YPG Press Office
Nav û Paşnav: Mücahit Ayten
Nasnav: Şoreş Andok
Navê Dayik û Bav: Feryaz-Mustafa
Dîroka Jidayikbûnê: 04.05.1997
Dîroka Şehadetê: 25.10.2021
4 228
Repost from YPG Press Office
Nav û Paşnav: Muharem Kurt
Nasnav: Têkoşer Amed
Navê Dayik û Bav: Ayşe-Mehmet
Dîroka Jidayikbûnê: 01.01.1979
Dîroka Şehadetê: 17.11.2021
4 228
Repost from YPG Press Office
Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Şoreşa Rojava, şoreşeke gel e ku bi bedelên giran hatiye afirandin. Ji çar beşên Kurdistanê jin û xortên çeleng beşdarî têkoşîna li Rojava bûn.
Hevalê Şoreş û Hevalê Têkoşer jî di sal û cihên cûda de beşdarî têkoşîna azadiya Kurdistanê bûne û di şoreşa Rojava de pêşengiya gelê xwe kirine. Hevalê Têkoşer di encama nexweşiyê û hevalê Şoreş jî di encama qezayekê di dîrok û cihên cûda de gihaştine şehadetê.
Ji ber şehadeta hevalên xwe, em sersaxiyê ji gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê û ji herdû malbatên xwe re dixwazin.
Hevalê Têkoşer Amed, li Amedê jidayik bûye û ji eşîra Omeriyan e. Salên dirêj di nav ciwanên şoreşger de xebatan dimeşîne. Ji ber vê jî 5 caran tê binçavkirin. Tevî komek hevalên xwe li ser navê ‘Mertalên Zindî’ di sala 2005’an de tevlî Tevgera Azadiyê dibe. Bi salan li çiyayên Kurdistanê têdikoşe û ji lingê xwe ve birîndar dibe. Bi êrîşên DAIŞ’ê yên bi ser gelê Rojava de, di sala 2014’an berê xwe dide Rojava û ji destpêka şerê Kobanê heta rizgarkirina gundewarên Kobanê di pêngavan de dimîne û pêşengiya şer dike. Hevalê Têkoşer Amed, li cihê lê dima pir dihat hezkirin, şerker bû, bi her hevalekî/ê re li hev dikir û xwedî sekneke rêxistinî ya gihaştî bû. Bi coş û moral li seranserê herêmên Rojava û Bakur-Rojhilatê Suriyê xebatan meşandiye. Gelê me yê Efrînê piştî sala 2018’an ji cih û warê xwe koçber bûn. Hevalê Têkoşer, li Helebê salên dirêj di nav xebatên parastina gelê me yê Efrînê de cih girt.
Hevalê Şoreş Andok, bi eslê xwe ji Mûşê û ji eşîra Xî’ye. Lê ji ber zordariya dewleta Tirk, malbat koçî bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê bûye û hevalê Şoreş li vî bajarî jidayik dibe. Bi gotinê Hevalê Şoreş; ‘‘hatin û bê sewal û pirs gundê me şewitandin, xaniyên me xerakirin û li ber çavên min li dayika min dan. Dayika min xistin binçavan. Min vê yekê qet qebûl nekir û ev mijar bû sedema min a herî mezin a têkoşînê.’’ Hevalê Şoreş herçiqas li xerîbiyê mezin bûbe jî kok, dîrok û zilma ku li ser malbat û gelê wî hatiye sepandin jibîr nekir û di sala 2015’an de tevlî Tevgera Azadiyê dibe. Bi êrîşên DAIŞ’ê ya bi ser gelê Rojava de berê xwe dide Rojava û li Kobanê di pêngavên şikandina DAIŞ’ê de cih digire. Beşdarî pêngavên; Girê Spî, Bendeva Tişrîn, Minbic, Tebqa, Reqa û Berxwedana Serdemê dibe û di şerê Minbicê de ji lingê xwe birîndar dibe. Hevalê me Şoreş Andok, salên dirêj li Helebê di nav xebatên parastina gel de xebatan dimeşîne.
Herdû hevalên me, di dema li ser kar û xebatên xwe yên li Helebê bûn de, Hevalê Têkoşer Amed ji ber nexweşiyê û Hevalê Şoreş jî di encama qezayekê de gihaştin şehadetê.
Em herdû şehîdên xwe bi rêz û minetdarî bibîr tînin. Di serî de ji gelê xwe yê welatparêz û ji herdû malbatên xwe yên hêja re sersaxiyê dixwazin.
Navenda Ragihandina YPG
2’ê Hezîrana 2026
