Warê Helbestvan û Nivîseran
540Subscribers
+224 hours
+37 days
+830 days
- Subscribers
- Post coverage
- ER - engagement ratio
Data loading in progress...
Subscriber growth rate
Data loading in progress...
Repost from Warê Helbestvan û Nivîseran
خۆ دەزانم سەوزەڵانی گۆڕی یاران چی دەڵێن
تاکو سەوزەم شین نەبوون، با شێتی ئەو سەوزانە بم
#ئاسۆ
✅
Di sibehên çavê te de
Helavêtibû
Roja avirên nû
Bi kîjan sûcê
Bihar tiyê xwîna te
Û bi kîjan tavanê
Şixte
Birçiyê birînên nazikê me?
Birî bû
Newrozê
Keziyên xwe
Di mêhrîcana ava bûna te
Ey sersalên bê wate
Em agirê kenên xwe
Li ser kîjan çiyayê
Bêrehmiya wan
Ava biken û
Ji dar û dûl û deşt
Û çiya
Pîroz ken sersala xwe?
Gurrikek qaçax
Di berûka asimanên me
Cemedaniyek weşartî
Di bin 'ebayê dûmana wan
Govend girtîne
Hesretên me
Li devra agirê
Hovîtiya wan
Û serçopî girtiye
Daxwazên me
Û
Xweş dihejîne
Milên serhişkiya wan!
Çend zivistan e
Rawestane ser
Kulega riha xwe
Û me
Dahêlaye
şûtika termê şilêran
Li xaniyê sêdareyên wan
Da pîroz ken newroza
xewnên xwe
Ji pirûşkên agirê wan
Û birevînin
Tarîtiyê
Ji bejna şevê xwe
Ka ev roj bê
Bikin gazî
Ha rabin
Ji bejna her gûlê
Tê bêhna biharkê
Û ji peşqelên her agirÎ
Tê Dengê newrozekê
Û tu
bi fîstanek
Ji nêrgizan
Û ez bi şal û şapikê
Helbestan
bi hev re
Bilind Biken
Xitêra jiyanek nû
"Jakaw"
🌸🔥🍀🌸🔥🍀
🔥🍀🌸🔥🍀
🍀🌸🔥🍀
🌸🔥🍀
🔥🍀
🍀
نەورۆز
شکا زستان و دیسان خاکەلێوە
هەواڵی خۆشی پێیە و وا بەڕێوە
شەماڵ هێرش دەکاتە شاخ و دۆڵان
دەتاوێنێتەوە بەفر و سەهۆڵان
دەکەونە ڕێ چەم و ڕووبار و کانی
دەپێون بست بە بست شاخ و تەلانی
هەواڵی خۆشی ڕزگاری دەهێنن
دەڕۆن و تۆوی سەربەستی دەچێنن
کە بڕوانی لە خاکی کوردەواری
بەهەشتە شاخ و دەشت و لێڕەواری
لە خاک و دار و بەرد هەر گوڵ دەبارێ
سروشت مەستە لەبەر بۆنی بەهارێ
سەری ساڵە و لە گش لایەک بەپیرۆز
بەخێر بێ ساڵی تازە و جەژنی نەورۆز
نەسووتێ جەرگی دایکی نیشتمانم
نەمێنێ دێوی شەڕ هەرگیز لە لانم
لە چاوتان ئەشکی شادی کەم نەهێنێ
بەهار خۆشی لە دڵتانا بچێنێ
گەلۆ ئەی کۆمەڵانی هاودڵانم!
دەڵێم پێتان لە ناخی ڕۆح و گیانم
بەبێ شک ئێوە ئازیزن لە ژینم
ڕەبی مەرگی عەزیزانم نەبینم
✍ نەبەز مەهابادی
🍀
🔥🍀
🌸🔥🍀
🍀🌸🔥🍀
🔥🍀🌸🔥🍀
🌸🔥🍀🌸🔥🍀
Repost from Warê Helbestvan û Nivîseran
بێت و گەر دەستم کەوێ
ماچـی دەمی تۆ چـاوەکەم!
ڕوو ڕەشم گەر تەرکی
ئاوی زەمزەم و کەوسەر نەکەم!
"ئەحمەد موختاری جاف"
@tapuynusrawe
EY DILÊ QELB NAHEJE YEK
Ey dilê qelb naheje yek
Serê mûyê ji tayê zulf
Ger nehejînî tu pêlek
Şubhetê min li bayê zulf
Xwîn û dil û ceger dixwin
Nalî firoşî her seher
Badê seba ku têk bidid
Sunbulê mişkesayê zulf
Xunceyê teng-i hewselê
Dil ji rikan biker didit
Subhegehan ku seh diket
Bi xirxeyê hewayê zulf
Meşqê dike dêm kitêba
Rûyê nîgar e husnê xet
Hinde hezaran tiflê dil
Hatiye ber malayê zulf
Aşiqê bêciger meger
Sebir ji can û dil diket
Manî’ê l’genc-i meqsed e
Heybeta ejdehayê zulf
Talibê nûra xeyb im ez
Mam di qeyda zulûmetê
Hîvî Xudê û hummeta
Hazirê ewliyayê zulf
Behra cemala yar eger
Keştî tê seyrê ger biket
Destê min tê te'elluq da
Min ta Xuda yê tayê zulf
Netrik û belg û kofiyan
Şirdanê zêrêd ferayan
Menzerê reqs û semayan
Li cebhetêl civyane zulf
Tali'ê bext-i ger me dî
Dewlet Sera amed me dî
Dil ku xwe da bi mededî
Ceng û perê hewayê zulf
Bateyî jarê bê newa
Civand heme sîtem cefa
Lew renc ji dergehê wefa
Siha newayê teyê zulf
Melayê Bateyî<>