Edebiyata kurdî - Kurdish literature
2 410Subscribers
No data24 hours
-107 days
-4930 days
- Subscribers
- Post coverage
- ER - engagement ratio
Data loading in progress...
Subscriber growth rate
Data loading in progress...
Peyv aciz in
Hevok lal in
Gotin kor in
Ji bo wesifa hezkirina min
Nivîs û Deng: Rojîn Rojhilat
❤ 3👍 2
Îşev li Bazîdê dîrokek hate tomarkirin di dilan da!
Îşev me silaveka bi serbilindî da XANÎ!
Îşev ji îşev mestir bû!
#Newroz2024
🔗 Platforma Ciwanên Serbixwe (@PCSerbixwe)
Kurdên Bakurê Kurdistanê, ha ji we re Newroz ev e; ne siyaset, ne ala partiyê. Newroz cejneke netewî ye û nabe weke mîtîngeke hizbî were pîrozkirin. Ciwanên Kurd edi bav û kale xwe nas dikin û li ser rêya wan diçin, silav ji wan û doza wan ra..
Spas ji bo Platforma Ciwanên Serbixwe!
Newroz pîroz be Kurdno ☀️
🔥 5❤ 3
"Derd û dax im, bêqerar im, bêbihar im bêçîmen.
Bêhebîb im, bêtebîb im, hem xerîb im, hem bêweten..."
16 Adarê 1988 Komkujîya Helebce
•Şîna Kurdan a bêdawî 🥀
💔 7❤ 1
Her ziman çandek û dîrokek e, zimanê KURDÎ rengê şoreşê, berxwedan û serhildanê, û hunerê ye, zimanê kurdî hibra feqî ye, zanatî ya Şerefxanê Bedlîsî, ilmê Bedîuzzeman, axîna Cigerxwîn, armanca Bedirxan, zimanê dîroka bi şan, şahîdê serkeftin û zilmê ye, zimanê kurdî jîyana û hebûna kurdan e!!
Roja zimanê zikmakî pîroz be, hêvîdarim zimanê kurdî bingehê mafê xwe ya berî..
•Ziman hebûn û pêşeroja me ye. Ziman nasnameya me ye Ziman fikr û ramana hezar salan e. Bi zimanê xwe biaxivin, bi zimanê xwe bixwînin, bi zimanê xwe stranan guhdarî bikin..☀️
❤ 4👍 3
TE NlZANÎ BÛ
Dayê
Te çima anîm dinya yê
Ma te nizanî bû
Jîn û jîyana min
Ewê bi êş û jan bî
Dayê
Tê çima anîm dinya yê
Ma te nizanî bû
Welatê min hêsîr e
Û ezê tê de bin dest bim
Dayê
Tê çima anîm dinya yê
Ma tê nizanî bû
Zimanê min qedexe ye
Û ezê
Pê gêj û lal bim
Dayê
Tê çima anîm dinya yê
Ma te nizanî bû
Ezê binalim di zindanê de
Û ezê
Ji bîr bikim rengê roj ê
Dayê
Te çima anîm dinya yê
Ma te nizanî bû
Ezê koçber bim
Û ezê
Bijîm bi hisreta welatê xwe
Dayê
Tê çima anîm dinya yê
Ma tê nizanî bû
Ezê ne azad bim
Û ezê
Bê maf û bê dewlet bim
Dayê
Te çima anîm dinya yê
Ma te nizanî bû
Li ser me şer û ceng e
Ezê herim şoreş ê
Û ewê
Bişewite cegera te
Suphiye Bulut
💔 6❤ 4👍 1
ROBOSKÎ
Bist û heştê kanûnê
Roboskî bû gola xwînê
Wan neyarên dev li xwîn
Li paş perdeyê dikenin
Eyy kurdên xwe firoş
Hûn nekenin bi kêf û coş
Neyarên me tev yekin
Ew coşa we vala û boş
Be hey hovên xêrnexwaz
Ew 34 mirovên belengaz
Ji xeynî debara xwe
Nekirin tû doz daxwaz
Wan paşa û zabitên we
Agir berdan cerg û dilên me
Hûn ne merd û mirovin
We em kuştin li welatê me
Ew dayikên belengaz
Ne mirîne û ne sax
Pêlavên zarokên xwe
Bêhn dikin û dibêjin axx
Tahsin Aktas 28/12/2020
💔 5👍 1
Dem....
Paşê min fêm kir ku
Eşq jî diguhere û diqede
Wekî her tiştî
Bi tenê êş dimîne…
Paşê min fêm kir ku
Kesên ku dibêjin
Ez naçim
Beriya herkesî diçin.
Kesên ku bêriyên destên we
êş û azar dikişînin
êdî we nas nakin.
Hûn dîsa wekî zemanên berê
tenê dimînin
bi tenêtiyan rojên xwe derbas dikin
dibînin ku
kesek dengê we nabihîse û napirse
kesek nemaye li pey we rondikan birijîne…
Paşê min fêm kir ku
Jiyan didome
Êş bidome jî hêdî hêdî sivik dibe
û hûn wekî her tiştî diguherin
êş diguhere
birîn diguhere
dem diguhere..
Dem derbas dibe
Hinek êş kûr dibin
Dem derbas dibe
Hinek birîn baş dibin
Lê ya rast
Tu kes nizane
Dem çi tîne û çi dibe
Tu kes nizane
Dê çi nîşanî we bide…
Occo Mahabad
💔 5👍 2👏 2
BI EVÎNÎ
Got dayê
Tu yî çawa bizanibî
Ez ji te hez dikim
Min got rinda min
Dema tu bi evînî
Li her derê dinê
Bi zimanê min peyivî
Ew çax ezê bizanîbim
Tu ji min hez dikî
Suphîye Bulut
❤ 7👏 3👍 2
Bajarek
ez û tu
eşq û tenêtî
hesret û gazin…
Çi bibêjim
tenêtî ji her alî ve min dikuje
Bizanibe ku ez dimirim
saet bi saet
roj bi roj ez dimirim
tu tune yî
ez dimirim….
Occo Mahabad..
❤ 8👍 3💔 2
Rovî kirin şahê mirîşkan, got:
"Kenê min tê, lê aqilê min jê nabire..."
👍 3👏 1